La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bingehên gramera kurdmancî


Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1994, Stockholm
Préface : Mehmed Uzun Pages : 94
Traduction : ISBN : 91-88592-04-9
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 148Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bingehên gramera kurdmancî

Bingehên gramera kurdmancî

Cihê Hawarê û xwedî û berpirsiyarê wê Celadet Alî Bedir- Xan, di dîroka hişyarî û întelektueliya gelê kurd de bilind e. Ma miletekî bê ziman çi ye? Gelekî bê kultur, bê huner, bê edebiyat ji çi re dibe?

Ev e, Celadet Beg xwest ku miletê kurd ji cîhaneke tarî, kirêt û cahîl dente, berê wî bide ser riyeke rohnî, medenî û zana. Loma wî tavilê dest avête zimanê kurdî, ji bo ku bike zimanekî edebi û yê nivîsandinê, dest bi weşandin kovan xwe kir û bi xêra wê kovarê ye ku em îro xwediyê zimanekî nivîskî yê standart in.

Ev pirtûka biçûk, lê wek nan û avê girîng, ji xebatên Celadet Beg yên di Hawarê de pêk hatiye. Di vê xebata ku zimanzanê me bi Bingehên Gramera Kurdmancî navandiye, li ser navdêr, mêjer, tewang, veqetandek, pronav, rengdêr û gelek term û formên din yên gramerî tête nwestandin.

Bi munasebeta bîranîna sedsaliya Celadet Alî Bedir-Xan û bi hêviya ku wê xwendevan û nivîskarên kurd vê pirtûkê ji ber serê xwe hilneynin, weşanxaneya me wê pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî dike.

 

 

 

 


PÊŞGOTIN

CELADET ALÎ BEDIR-XAN
Û
XEBATÊN WÎ YÊN LI SER ZIMAN

Îsal sedsaliya nivîskar, rojnamevan û zimanzanê kurd Celadet Alî Bedir-Xan e. Herwekî ku tê zanîn, Celadet Alî BedirXan berhemên edebî û ilmî anîne pê û ji bo parastina ziman û edebiyata kurdî gelek tişt kirine. Li gelek aliyên ahane, lêger û nivîskar îro bala xwe didin ser xebatên vî nivîskarê hêja û li xebatên wî yên edebi, zimanzanî û tadxî hûr dibin.

Xebatên Celadet Alî BedirXan, nemaze ji bo kurdên Sûriyê û Tirkiyê, ango ji bo kurdên ku bi kurmanciya bakur dipeyivin, pir girîng in. Eger wî ev xebat neaniyana pê û ew îro di destên me de nebûna, heye ku kurdên Sûriye û Tirkiyê, di warê xwendin û nivîsîna zimanê xwe de, îro, di nav zehmetî û dijwariyeke hîn mezintir de bûna.

Meriv dikare xebatên Celadet Alî BedirXan (tevî yên birayê wî Kamuran Alî BedirXan, 1895- 1978 ) yên li ser parastin û pêşvebirina edebiyat û zimanê kurdî, bi kurtebirî, weha bîne zimên: Zimanê kurdî ji tîpên erebî bi dûrxistin û kurdî bi tîpên latînî nivîsîn û ji bo vê yekê jî alfabeyeke bi rêk û pêk pêkanîn; standartên zimanê nivîskî yên kurdî cih bi cih kirin û ji bo vê yekê jî rêzimanekî têkûz pêkanîn û di ser van hemû pêkanînan re jî bi alîkcariya kovarên ku wî diweşandin, zimanê edebî û nivîskî pêşve birin.

Di welatên din de, xebatên weha giran û fireh ji aliyê akademî, enstîtu û zanîngehan t'en pê. Lê belê, ji ber ku kurd ne xwedandewlet in û ji mueseseyên weha bêpar in, merivekî û hevalên wî bi van xebatan rabûn. Hem jî digel zehmetî û dijwariyên pir mezin û bi îmlcanên pir kêm. Ev bûyer bi serê xwe, bûyereke balkêş e. Jiyan Celadet Alî Bedir-Xan li ser riya xebat û têkoşînê derbas bû. Wî her dil kir ku armancên xwe bine pê. Wî li dijî bi sedan, hezaran dijwariyên hem rojane û hem jî aborî, siyasî, fikrî, çandî şer kirin.

Mehmed UZUN


ÇEND GOTIN

Ez di sala 1987'an de ji Swêdê çûbûm Sûriyê û li Baniasê bûbûm mêvanê kevaniya Mir Celadet Bedir-Xan , Rewşen Xanimê. Min li ba wê mêvandariyeke kurt, 18 xweş, şên û bêhempa buhurandibû. Wê ji min re behsa kovan HAWAR'ê, balisa nivîskar û hevkarên kovarê û behsa xwedî û berpirsiyarê kovarê Mir Celadet Bedir-Xan kiribû. Wê ev pirtûka ku di derheqa "Bingehên Grainera Kurmancî" de ye û ji aliyê kurdekî binxetê, bi navê Kurê Merxê hatiye berhevkirin , ji bo ku ez wê çap û belav bikim, dabû min. Min jî jê re soz dabû ku em ê vê berhema hêja çap bikin û bi alîkariya vê pirtûkê di aliyê rast  nivîsandin û rastbikaranîna zimanê kurdî de nivîskar û xwendevanên kurd haydar bikin.

Ev berhema hêja ji xebatên Celadet Bedir-Xan pêk hatiye û hemû rêz bi rêz di kovara HAWAR'ê de hatiye weşandin. Lê herçiqas ev xebata ku di vê pirtûkê de hatiye civandin, berê hatibe weşandin jî, dîsan em biyaniyên wan in û em niha ji gelek tiştan bêtir hewcedarê wan in û kêmasiya berhemên bi vî celebî dikişînin. Ev deh-panzdeh salên ku di aliyê hişyarbûna gelê kurd de bûne gavên berbipêş, di aliyê ziman û edebiyata kurdî de jî her wilo bûye. Edebiyata kurdî di van deh-panzdeh salên dawî de gavên baş aveline; helbestkar, çîroknivîıs, romannivîs û zimanzanên jîr û jêhatî gihandiye. Lê herçigas edebiyateke kurdî ya nivîskî pêk hatibe jî, sed heyf û mixabin ku xwendevanên kurd kêm in. Gazin piraniya xwendevanan jî ji nezanî û giraniya zimanê kurdî tê. Rast e, heta niha kurdan ji ber mecalên siyasî wext nedîtine ku bi ziman û edebiyata xwe dakevin. Gava zimanek nekeve warê nivîsandinê, ew ziman ji bin ve neyê jibîrkirin û winda nebe jî, teng û qels dimîne, tenê zimanê sohbet û gotûbêja rojane dimîne. Lê bi saya serê Celadet Bedir-Xan, zimanê kurdî ku yek ji zimanên dinyayê yê herî kevin e, îro dibe zimanekî edebî, pê berhemên nûdem têne nivîsandin. Digel ku me gramer û rastnivîsandina zarê kurmancî ya Celadet Bedir-Xan ji xwe re kiriye annanc û em bi wê dinivîsînin jî, mixabin ku ev xebatên hêja yên alim û zimanzanê me bi girseyî negihîştine gelê me. Em hêvîdar in ku em ê bi çapkirina vê berhema nemir şûneke vala dagirin û bi vê munasebetê alimê xwe di sedsaliya bûyina wî de careke din bi bîr bînin.

Ji bo danasîna Celadet Bedir-Xan ü xebatên wî jî, me ji Mehmed Uzun - ku ji mêj ve ye li ser malbata Bedir-Xaniyan dixebite- daxwaza pêşgotinekê kir. Em hêvîdar in ku wê bi qasî berhemê pêşgotin jî bala we bikişîne.

Firat Cewerî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues