La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwan, berhemên giştî


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2001-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 492
Traduction : ISBN : 975-8637-33-9
Langue : KurdeFormat : 130x215 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 2496Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîwan, berhemên giştî

Dîwan, berhemên giştî

Hey guliyên êgir!
Hey dastanbêjên ko wê êvarê xewnên dayika min bi ewrên dûmanhilgir
ên gunehbariyê dişûştm
û berbiskên evinê bi bîna cegerdar a çilmisîna kulîlkên bejî dixemilandin!
Bo çi hûn destên ji beybûnan ên van giyandaran hînî xatirxwestinê û
goristanên sawdar hînî heyvên poşman ên reşgirêdanê dikin?
Bo çi hûn baskên şevê yên ji xwelî û dîlokan,
yên ji perenga bêrikirinê bi ser matmayîn û sergerdaniya me de
vedigirin?


PÊŞGOTINA HELBESTVÊN

Li bajarê Amude di sala 1955 an de, wek ko hatiye nivîsandin, gerek cara pêşîn û ya dawîn be ko beşdarî vê pêkenîna dijwar a ko jê re jiyan dibêjin bûme hetanî vê kêlîkê jî wisa diyar e ko ez dê li Swêdê bimirim, lê ez dê li kuderê bême veşartin hêjî vê yekê nizanim. Helbesta min ber bi van pirsan ve diçe, lê li nik wan ranaweste.
Di salên heftêyî de, bi bavê xwe re li Beyrûtê bûm. Xaniyê me ji text û tenekeyan bû. Hejariyeke req û malkambax konê xwe yê ji hesin bi ser me de vegirtibû, lewra me Amûdê li pey xwe hiştibû û bavê min, piranî ji ber deyndaran, ber bi Beyrûtê ve li çareyekê digeriya. Bavê min Şêx Tewfîqê Bavê kal bû, hetanî vê kêlîkê ez nizanim çawan mir û gora wî li kuderê ye, di çeşnê helbestvanê Fransî Jack Privêr de bû, bi cigareya ko hergav di nav lêvan de vêxistî dihate nasîn.
Derbasî xaniyê me yê ji tenekeyan bû, êvar bû, bavê min bi destên xwe yên lerzokî çayê jê re anî û gotê: Fermo Seyda. Ji bavê min re pesnê xwişka min Senîhayê dida, bavê min hinekî şerm dikir û digot: Hey me tişt nekir Seyda de belkî zarokên me bi kêrî vê meselê bên.
Piştî çend salan ez ji nû ve têgihiştim ko xwişka min hevala wî ya rêxistinî ye.
Ew kî bû? Piştî ko çû min ji bavê xwe pirsî.
"Mezintirîn helbestvanê kurda ye kurê min, Cegerxwîn e." Bavê min got. Pişt re ez dê du carên din wî bibînim. Yek ji wan caran baş tê bîra min, ez û çend hevalên xwe li Qamişloyê çûn şevbuhêrka wî, nermika dêstê xwe şewitandibû, bîna wî teng bû, herwiha hinekî bêzar bû jî.
Hûn dikarin tenê nîv saetê rûnin! Seyda ji me re got.
Lê piştî ko me dest bi şevbuhêrka xwe kir, kêfa wî ji me re hat, li me nihêrî û ji nişka ve got:
- De madam wisa ye ka saetek din jî bimînin.
.....
Min hewl da ko di helbesta xwe de rehên êşê biteqînim, min ji xwe re got, de bila ev ziman zimanê dayika min be, dayika ko serê xwe danî ser destê min ê rastê û xatir ji ronahiyê xwest. De bila di her helbestekê de vedîtina wî zimanî ber bi asoyekî din ve bifire. Dîsa min ji xwe pirsî, lê belê ez dê çawan kêlîka revyayî ya pêşerojê, kêlîka ko ji milyon salan ve her û her di esmanê azadiya windayî ya giyanê kurd de xwe li ba dike, zeft bikim.
Min bi zimanê xwe nivîsand da ko wateya hebûna xwe ya di vê gerdûnê de ji dest xwe winda nekim, da ko mêvandariya min ne ewqasî bi jiyanê giran be, da ko bê ser û şûn ber bi rexê tarî ve neçim.
Cara pêşîn, min helbest di odeya pismamê xwe Mihemed Nûr de, odeya ko pencereya wê li banga melê guhdarî dikir, nas kirin.
Min di dikana hevalê xwe Mihemedê Esedo de xwe hînî xwendina kurdî kir. Hema ko şevistana Amûdê dest bi êrîşa xwe dikir, ji mal derdiketim û diçûm cem M. Esedo da ko dastana Memê Alan jê re bixwînim. Min hêdî hêdî dixwend, wî jî hem li min û hem jî li pêjna rêwiyan guhdarî dikir.
Pişt re di xelwetgeha sedeqeyê polfiroş de, bi helbestên Cizîrî sermest bûm, sedeqeyê ko bi êşê û bi tûtinê hatibû dagîr kirin ji min re digot: "Ehmed ji pey helbestê veneger û hergav wek xwe binivîsîne ne wek kesî din" bi dengê xwe yê feqane ji min re dixwend û ez jî bi peyvê re, bi xwendina wî re sergerdan dibûm.
Dema min dest bi nivîsandina helbestan kir, herdem tolgirtina du helbestvanan ji bîra min nediçû, Fesîhê Seyda yê bîst salîyê ko nû dest bi nivîsandina helbesta kurdî kiribû, û di serşoyê de bi gazê şewitî û Kesrayê Ebdê, helbestvanê rewanbêjiya wê qonaxê, yê ko hêdî hêdî ber bi gencîneyan û asoyan ve diçû da ko sermestiya helbestê û êşa wê zeft bike, lê belê ew jî di nav êgir de ber bi dûrahiyan ve çû.
Ez jî mîratgirê wan herdu helbestvanan ê herî dilsoj im.
Min di odeya birayê xwe yê sazbend û wênekêş de Seîd Rêzanî, mûzîka zimanê xwe şayik kir, dengê wî yê birîndar û saza wî ya êşdar bi hêminî derbasî helbesta min dibûn.
Pişt re êdî qonaxa bişaftina di aso û gêwil û şewatên Selîm Berekat de dest pê dike.
Bi alîkariya vê taya zirav a zimanê kurdî hewl didim ko hebûna xwe ya fîzîkî û jiyana xwe berdewam bikim û pişt re jî bipirsim: Gelo rola zimanê min ê helbestî di warê afirandina peyva kurdî de heye yan na?
Helbesta kurdî ji hicreyekê bo hicreyekê, ji koşeyekê bo koşeyekê dihate veguheztin û xwedûbare kirin. Bi helbesta Cegerxwîn re naveroka helbestê ji esmanan dadikeve û berê xwe dide wateya xewnê, azadiyê, çiyan û civatê dibêje.
Hestên pir dijwar peyda dibin. Em bi erebî dixwînin, me bi erebî xwendiye, lê em bi kurdî dinivîsînin.. Ev herdû zimanên ko ji alî rêziman û rewanbêjiya xwe ve cihêreng in çawan dikarin bi hev re bipeyivin? Wexta min nivîsand ez kurê van nakokî, hevkêşiyan û pirsan bûm.
Helbesta me ji helbestvanekî radestî yekî din bû, lê yên ko hewl dane xwîna wê nû bikin pir kêm in.
Aniha êdî dem dema avdana giyanê zuhabûyî yê kurmanciyê ye.
Ma min tiştekî wisa di helbestên xwe de kiriye yan na?
Ger min kiribe yan nekiribe, dixwazim di dawiya vê pêşgotinê de baweriya xwe bibêjim:
Tişta herî dijwar ew e ko, di vê serdema rizyayî û veçiryayî de, mirov helbestvan be û bi taybetî helbestvanekî kurd be.
Ko mirov nalîna sedsalane ya birîndarekî ji birîndarên helbesta kurdî be!
Helbestê, ji bilî şikestinan û şewatê, tu kêfxweşî hetanî aniha nedaye min.
Îro, dema helbestên min di laşekî xweser de derdikevin, hest dikim ko mirin pêrgî jiyanê dibe û helbest pira di navbera wan de bi destên xwe dirûxîne da min bispêre bextê herdiwan, wek sîmirekî min li pey xwe ber bi qonaxeke nediyar ve dikişîne, li asoyê, ez berbanga jiyanê û tavsorka mirinê têkel dibînim.
Eger derçûna berhema giştî piştî mirina helbestvên çap dibe, bi derçûna vê dîwanê, aniha, ez ji jiyanê re li xwe mikur têm. Ew jî, mirinê wek diyarî di nav helbestan de pêşkêşi jiyana min dike.

Ehmedê Huseynî
Stockholm 020516




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues