La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Miştaxa çiya ji gotinên pêşiya


Auteur :
Éditeur : Wergêr Date & Lieu : 1989, Stockholm
Préface : Pages : 275
Traduction : ISBN : 91-7970-535-9
Langue : KurdeFormat : 125x205 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1200Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Miştaxa çiya ji gotinên pêşiya

Miştaxa çiya ji gotinên pêşiya
Mele Mehmûd Dêrşewî

"Miştaxa Çîya Ji Gotinên Pêşîya" yekemîn car di sala 1979-an da pirtûkeka ji gotinên pêşîya bi şirovekirin hatiye çapkirin. Herweha eve yekem car e ku bi latînî bêt çapkirin :

Ev pirtûk e, ne tenê berevokeka nimûneyên folklora (zargotina) kurdî ya rengîn e, lê herweha xezîneyek dewlemend ya peyv û deranîyên (idiom) kurdî ye. Ev jî bi saya pêşîyên neteweyên me ne, ku çi nemaye ji me ra neğotin e! Hemû gotinên wan serhatî û nimûneyên jîyana wan bûne. Ev nimûne wekî kurtegotin û çîrok marte u di hemû kar û jîyana gelê me da bûne şîret. Ev şîret di warê welatperwerî, miletparêzî, civakî, aborî, zi man, çand, têkilî û helbijartinê, dînî û hekîmîyê ve jî der baz dibe. Wek gotine:

"Ez çîya û to çîya kî ji golik ra huit gîya."
"Se be ji qewmê xwe be!"
"Bila şêr pişta mirov bişkênit, ne ravi devê mirov balîsit."
"Serê xwe her bide dîwarên kevin!"
"Bila mirov dîkê rojkê bit, ne mirîşka se sala bit!"
"Dore bide dornasa!"
"Şûrê qetlê li destê te, rehma Xudê li dilê te"

Seydayê mezin Mele Mehmûd Dêrşewî di vê pirtûka xwe da piranîya gotinan şirovekirine û gelek ji wan bi çîrok û nimûneyên efrandine.

Yahê Seydayê Dêrşewî Yahê
Wergêr


PÊŞGOTIN

Seydayê mezin Mela Mehmûd Findî Abdullah Dêrşewî, ji xelkê gundê Dêrşwê ye. Dêrşew, li aliyê Botan nêzîkî bajarê Şirnexê ye. Ew ji malbateka dîndar û welatparêz tê. Wek piraniya gundiyên Kurdistanê malbata wî jî, malbatekê hejar e.

Bi rastî ez ji nêzîk ve nivîskarê hêja M. mehmûd Dêrşewî nasdikim û hinek ji jîyana wî jî dizanim. Min xwest, tiştên ku ez dizanibûm binivîsîm, lê ji ber ku wî bi xwe di pêşgotina xwe da li xala (D) da weha dibêje:

"Bi rastî min xwest, ez bi kurtî jîna xwe bikim du berper li vê nivîsoka xwe da, belê min pê çênebî ji ber hindek tişta!..." Vêca ez neçar bîm ku bi kurtî behs bikim.

Nivîskarê giranbuha ji ber zulma dewleta Tirkan çû Kurdistana Îraqê, li hêla Behdînan cîwar bû û li wir karê welatparêziyê berdewam kir. Piştî Peymana 11 Adarê 1970-a dîrokî, ew çû medresa (dibistana) dînî li bajarê Amedîyê û di sala 73-74 - an da qedand û îcaza melatiyê wergirt. U pişt ra hat bajarê Zaxo û li wir dest bi melatiya xwe kir. Ew û melayekî welatparêzê dî Mela Ahmedê Barzaneyî bi hey ra li mizgefta Mezin li Zaxo dixebitîn. Hîngê Mele Mehmûd tenê we iz dida. Di hişyarkirin û têgehandina sîyasî da tesîreke baş li ser xelkê çêdikirin. Piştî. ku Mele Ahmed Barzaneyî kal bû, Mele Mehmûd di şûna wî da li Mizgefta Mezin bû melayê resmî.

Di sal 1979-an da ji aliyê hukumetê ve hate girtin û ew birin zîndana Kerkûkê. Û li wê derê îzayek giran kişand, piştî çend meheka bi nîvmirovî hate berdan!

Wek ew di pêşgotina xwe da dibêjit, ku gelek zahmet dîtîye, hem karîye di nav gundîyan da û li civatan van gotinên pêşîya kom bike.

Nivîskar, çawa diaxive welê dinivîse. Çawa ku bala xwendevan jî wê bikşîne, zimanê nivîskar devoka herêma Botan û Behdînan e. Wî, zêde giringatîya gramatikî wernegirtîye.

Pêwîst bû, ku pirtûk li gor qa’îdên gramatîkî ji nû ve hadba serrastkirin. Lê, ji ber ku destê min ji nivîskarê hêja Dêrşewî nedigirt, ku gelek tişta je bixwazim, vêca ez neçar bûm ku wek wî wergerînim.

Herweha têkilî devoka nivîskar jî nebûm. Lê, ev pirtûk bi xwe ji 871 gotinan hatibû sazkirin. Lê bi tîpên latînî ji 867 gotin bi jimare hatîne rêzkirin. Ji wan çar gotin di nav tîpa (B), (Ç) û (G) da bi jimara (A) û (B) hatine nivîsîn. Ew jî ji ber hindek sedemên teknîkî bûn.

Eger rastî be, kurdîya nivîskarê giranbuha Mele Mehmûd Dêrşewî, kurdîyeka petî ye, weha nazik û zelal e, ji peyvên bîyanîyan.

Ji ber hindek xwendevanan min ferhengokek ji hindek gotinan çêkir da ku ew baştir têbigehin.

Nivîskar di pêşgotina xwe da li ser hindek şêweyî nivîsîna kurdî bi tîpên erebî behs kiribû û wek şiret dida. Lê, min ew çend gotin jê derxistin. Çunkî şêweyî nivîsîn bi tîpên latînî û ya erebî nabe yek û ew daxwazên nivîskar di vê pirtûkê da, ji boy şêweyê latînî derbaz nabe.

Seydayê Mele Mahmûd, di pirtûka xwe da, gotinên pêşîya li gor rêza elfabaya erebî li dûv êk rêzkirîbûn û yek jimar daye wan. Lê min ew li gor elfabaya Iatînî bi cih kirine û ji lewma jimara gotinan jî hatîye guhartin. Lê, ev guhartin i alîyê teknîkî da ye, tesîrê li mebesta nuvîskar û gotinênake.

Ez wê gelek şa û keyfxweş bibim, eger min di vî kare xwe da xizmetek ji bo ziman û çanda kurdî kiribe û vê pirtûkê pêşkêşî xwendevanan dikim û hêvîdar im, ku bi dilê wan be!

Serbest Zaxoyî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues