La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 112


Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2010, İstanbul
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûbihar, n° 112

Versions

Nûbihar, jimar 112

Suleyman Çevik

Rayedarên Tirkiyê ji bo zarokên Kurdan çiqas li hemberî perwerdeyiya zimanê Kurdî derkevin jî ev helwesta wan hewldaneke bê feyde ye.

Weke zarokên hemî cîhanê dê zarokên Kurdan jî vî heqê xwe yê tebiî bi dest bixin. Ev heq çawa ku heqê hemû însanên cîhanê be, herweha heqê me Kurdan e jî.

Di cîhana îro de weke her milleti Kurd jî dê zû-dereng bigihêjin van heqên xwe.

Xwestina perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî têra xwe masûm e. Heqê bikaranîna zimanê dayikê, di peymanên navnetewî de cihê xwe girtiye. Ev peymanên navnetewî hemî jî perwerdehiya bi zimanê dayikê heqekî meşrû dibînin. Kesên ku vi heqî qedexe dikin di çavê milletên dunyayê de wekî sûcdar têne hesibandin. Telebkirina vî heqî di çavê hemî cîhaniyan de heqekî fitrî û însanî ye...



JI NÛBIHARÊ BI SILAVÊN GERM

Rayedarên Tirkiyê ji bo zarokên Kurdan çiqas li hemberî perwerdeyiya zimanê Kurdî derkevin jî ev helwesta wan hewldaneke bê feyde ye.

Weke zarokên hemî cîhanê dê zarokên Kurdan jî vî heqê xwe yê tebiî bi dest bixin. Ev heq çawa ku heqê hemû însanên cîhanê be, herweha heqê me Kurdan e jî.

Di cîhana îro de weke her milleti Kurd jî dê zû-dereng bigihêjin van heqên xwe.

Xwestina perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî têra xwe masûm e. Heqê bikaranîna zimanê dayikê, di peymanên navnetewî de cihê xwe girtiye. Ev peymanên navnetewî hemî jî perwerdehiya bi zimanê dayikê heqekî meşrû dibînin. Kesên ku vi heqî qedexe dikin di çavê milletên dunyayê de wekî sûcdar têne hesibandin. Telebkirina vî heqî di çavê hemî cîhaniyan de heqekî fitrî û însanî ye...

Li gelek cihên dunyayê jî ev pirsgirêk hebû, lê îro em dibînin ku van milletana meselên xwe yên bi vi hawî çareser kirine/dikin.

Psikoloji û pêşdeçûna zarokên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin ji her hêlê ve ji yê ku bi zimanê biyanî perwerde dibin serkeftîtir e. Lewra ziman di çêbûna şexsiyeta meriv de xwedî fonksiyonekê ye.

Kurd diçine mekteban û bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin û li gor zarokên xelkê li pey dimînin. Herweha dereng dest bi meşa jiyanê dikin.

Ji bo milletekî ji zimanê wî muhîmtir tu tişt tuneye. Ziman îşareta herî muhîm e ji bo milletekî. Zimanê we li rûyê erdê zimanê herî dewlemend be jî, dema ew ziman di jiyana civakê de neyê xebitandin ew ziman bi pêş de naçe û wenda dibe.

Ji me re dibêjin, ma di dunyayê çi qîmeta zimanê we heye, hûnê bi vi zimanî çi bikin?

Çawa ku ji hêla rayedarên Tirkiyê ve jî tê ziman ku asimilasyon sûcekî însanî ye. Belê rast e, asimilasyon sûcekî insani ye lê çima ev ji bo zarokên Kurdan nayê gotin û ev sûcê însanî li ser wan rewa dibe? Em vê rewşê hewaleyî ehlê însafê dikin!

Wekî din, dibêjin ku hûnê bi kîjan zaravayî, bi Kurmancî yan bi dimilî perwerdeyê bibînin?

Ji bo ku ev mesela me çareser nebe virde-wêde dibin û tinin. Kurd bila heqê xwe bi dest bixin, vi heqî bikar binin an neynin ew bi kêfa xwe ne. Dema Kurd vi heqî bi dest bixin helbet dê hem bi kurmancî hem jî bi dimilî zarokên xwe perwerde bikin. Eger dilê wan bixwaze dikarin bi zaravayên din jî perwerdeyê bibînin; ev meseleya wan e...



Durûtî"' û qerekterê civaka me!

Suleyman Çevik
ceviksuleyman@hotmail.com

Eger mensûbên civakekê bikaribin xwe bi rehetî û azadane ifade bikin, di nava wê civakê de hem qabiliyeta wan bi pêş dikeve, hem jî şexsiyeta wan bi esasî cihê xwe digre...

Malûmê herkesi ye ku şexsiyeta însanan encax di dinyayek azad de rêya xwe dibine û dikemile.

Hebûna azadiyê helwestek weha xurt û bi şeref dide însanên wê civakê. Lewra azadi dike ku insan bi rehetî xwe ifade bike û tiştê jê bawer dike bêyî tirs û xof bibêje... Însanê ku bi vê rehetiyê dizane, qet ji xwe re nake derd ku ka gelo dê îdara dewletê ji kîjan gotina wî rik bigre, û dê kîjan gotinên wî bibin sebebê serêşî û teşqeleyan. Ji ber vê, dema ev insan rastî nexweşiyeke îdareyê têt, bêyî tirs fikra xwe tîne ziman û vê helwesta xwe bi azadane nişan dide... Bi gotineke din, însanên vê dinyayê xwe venaşêrin, durûtiyê nakin, tiştên dizanin bi serbesti dibêjin.

Di rejîma serbest de welati û dewlet her yek wazîfeya xwe dizane. Ji ber vê, di meseleyên wiha fikri de encax di halên îstisnayî de dewlet li însanê xwe mudaxelê dike...

Bereksê vê di rejîma dîktatoriyê de ev serbestiya han tuneye û ev rejîm bi her awayî hukmê xwe li ser însanên di bin îdara xwe de dibarîne... Di vê rejîma dîktatoriyê de her tişt, yanê îdare, qanûn û mehkeme di destê kesekî de yan jî di destê quwetekê de ye. Di vê îdarê de rayedar fikr û baweriya xwe bi destê zorê bi meriv didin qebûlkirin û nahêlin li van diyaran dengê muxalefetê derkeve.

Di rejîmeke weha de, welatî û rejîm herdu jî ji hevûdu ditirsin, herdu jî bi şubhe û guman in. welatî ji belaya ku dê bête serê xwe, rejîm jî ji têkçûn û hilweşîna xwe ditirse...

Bi salan e ku li dibistanên vî welatî her sibê, sondeke ji derî fitretê bi zarokên me didin xwarin.

Eger hûn li naveroka vê sondê binêrin hûn dê bibînin ku çiqas ji pîvanên fitreta însaniyetê der û dûr û faşîzane ye... Ji bo me, ji bo zarokên me û ji bo merivekî heqperest tu tiştî ifade nake.

Bi gotinên "Tirk im, dirust im, xebatkar im..." dest pê dike û bi gotina "hebûna min bila bibe qurbana hebûna Tirkan. Xwezî bi wî kesî ku dibêje ez Tirk im..." dawî lê tê.

Ev sonda ku di piçûkahiyê de hînî me dikirin, îro jî hînî zarokên me dikin...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues