La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 114


Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2010, İstanbul
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûbihar, n° 114

Versions

Nûbihar, jimar 114

Süleyman Çevik

Pak Ajans yayıncılık ltd. şt
i

Ev rejim ji bo parastina muqeddesên xwe dikare her tiştî bi şîddet ceza bike. Lewra ji dîroka vê rejîmê aşîkar e ku heta niha di her firsetê de muxalifên xwe mexdûr kirine.

Rejîma resmi, her fikr û dîtina ku îdeolojiya hakim qebûl nake û nakeve bin siya wê ji xwe re dijmin dibîne.

Dema meriv bipirse, gelo li vi welatî çi serbest e û ji çi tê hezkirin, çi jî di çavê rejîmê de bi tehlike ye û neyar e, em tev jî bi rehetî dikarin bersiva vê pirsê bidin.

Ji bo vê rejîmê tiştên muqeddes hene. Ev rejîm ji bo parastina muqeddesên xwe dikare her tiştî bi şiddet ceza bike. Lewra ji dîroka vê rejîmê aşîkar e ku heta niha di her firsetê de muxalifên xwe mexdûr kirine. Van mexdûran, bi taybetî jî Kurdan, di merheleya heştê salên vê dewletê de li hemberî vê zilmê mucadele kiriye û bedelên mezin jî dane.

...



JI NÛBIHARÊ BI SILAVÊN GERM

Ji roja ku padîşahê Osmanî Mehmûdê Duduyan îmtiyaza begên Kurdan rakiriye Kurd doza heqê xwe dikin. Ew mîrektiyên ku di dema yavuz Selim de li heremên xwe xwedîîrade bûn ji salên 1800î pê ve rasterast bi navendê ve hatin girêdan.

Ji wê demê ve Kurd bi hikûmeta merkezi re di mucadelê de ne. Dema meriv vê meselê piçekî dikole dibine ku heta niha Kurd rastî gelek musîbet û belayan hatine.

Ji destpêka salên 1800î pê ve hetanî dawiya umrê xwe Osmanî, dora 100 salî bi mesela Kurdan re rûbirû maye. Herçiqas avakarên Komara Tirkiyê di destpêkê de soz û bext dabine Kurdan jî lê di demeke pirr nêzîk de fen û fûtên wan derketine.

Ev 80 sal e jî Tîrkiye bi meseleya Kurdan re rûbirû ye. Piştî ew qas mexdûriyetan dîsa jî jiyaneke insani nebûye nesîbê Kurdan; tiştekî xêrê nebariyaye, pirsgirêk bûye lehî herikiye û gihaştiye îro...

Ev pirsgirêka ku di dema kalên me de hebû, îro jî rojeva me meşxûl dike.

Di van rojên ku em tê de ne li Rojhilata Navîn bûyerên muhîm diqewin.

Îqtidarên dewletên Ereban ku ew qas dem e jî xelkê xwe re bêyî zilm û tirsê tu tişt nedane, yeko yeko ji îqtîdarê dikevin.

Em hêvî dikin ev dîktatorên van welatana destê xwe ji pêsîra xelkê xwe bikşînin û îdareyên ku xêra xelkê difikirin û hezkirinê didine xelkê xwe, bêne îqtîdarê.

Di dunyayek wiha de ma wê meseleya Kurdan wekî xwe bimîne? Helbet na!

Kurdên ku ewqas sal in rûyê rehetiyê nedîtine jî dê derkevin ferehiyê û divê derkevin jî.

Îjar di Rojhilata Navîn ya nû de ne tenê Kurdên Tirkiyê, digel wan em hêvîdar in ku Kurdên dewletên din jî derkevin ferehiyê...

Hikûmeta ku îro li ser kar e ji ber berjewendiyên xwe li hinek dîktatorên Rojhilata Navîn xwedî derdikeve û aqil dide wan.
Lê av wê di coya xwe de biherike û ev dîktatorên dewletên Ereban jî wê biçin.

Heta doh jî hikûmeta Tirkiyê li Rohilata Navîn doza serokatiyê dikir û dixwest navbera xwe û wan xelkana xweş bike. Eger li dîktaroran xwedî derkeve û guh nede daxwazin xelkê van dewletan û xelkê xwe, ew tişt dê çawa bibe?

Nûbihar



Ev rejîm kirasê xwe li herkesî dike

Süleyman Çevik

Ev rejim ji bo parastina muqeddesên xwe dikare her tiştî bi şîddet ceza bike. Lewra ji dîroka vê rejîmê aşîkar e ku heta niha di her firsetê de muxalifên xwe mexdûr kirine.

Rejîma resmi, her fikr û dîtina ku îdeolojiya hakim qebûl nake û nakeve bin siya wê ji xwe re dijmin dibîne.

Dema meriv bipirse, gelo li vi welatî çi serbest e û ji çi tê hezkirin, çi jî di çavê rejîmê de bi tehlike ye û neyar e, em tev jî bi rehetî dikarin bersiva vê pirsê bidin.

Ji bo vê rejîmê tiştên muqeddes hene. Ev rejîm ji bo parastina muqeddesên xwe dikare her tiştî bi şiddet ceza bike. Lewra ji dîroka vê rejîmê aşîkar e ku heta niha di her firsetê de muxalifên xwe mexdûr kirine. Van mexdûran, bi taybetî jî Kurdan, di merheleya heştê salên vê dewletê de li hemberî vê zilmê mucadele kiriye û bedelên mezin jî dane.

Herçiqas di qanûnan de, di platformên siyasi de û li her derê ji hêla rayedaran ve behsa wekheviyê bête kirin jî evtişt çîrokekvala ye; tenê di gotinê de heye. Bifikirin, li vi welatî hîna jî Kurd, Elewî û Xeyrîmislim nikarin bi nasnama xwe bibin xwedî mewkî û wezîfeyan.

Eger her sibê zarokên Kurdan bibêjin "xwezî bi wî kesî ku dibêje ez Tirk im" û ev zarok xwe qurbana "Tirkan" bikin ma li wê derê behsa wekheviyê dibe?

Li cihê ku rejim Sunnitî û Hanefitiyê bike, mezheb û meşrebên din nebîne û deriyan li wan bigre gelo meriv dikare behsa wekheviyê bike?

Dema meriv dibêje hundirê vê wekheviyê dagrin, ka bîla ev derewa we vegere rastiyê, hûn dibînin ev meriv çawa har dibin. Ev rejîm dixwaze herkes fiîlen "xwedîtî" û "efendîtiya" Tirkan qebûl bike û nahêle kesek li hem berê vi fikri derkeve.

Çawa axayê gundekî tu carî razî nabe ku di îdareya gund de gotinên rencberê wî jî derbas bibin, ev zihniyeta hakim jî Kurdan weke rencberê xwe dibine û naxwaze Kurd di îdara dewletê de jê re bibin şirîk.

Li rûyê erdê tu kes ji vê rewşê re nabêje wekhevî...

Helbet hem em, hem jî ew dizanin ku li vî welatî wekhevî tuneye. Ji bo ku em derkevin dereca wan, divê bi her tiştê xwe em bibin wekî wan. Meseleya me, em dîxwazîn wekî xwe bimînin û bi wî şiklî "wekehev" bêne dîtin. Lê ew muameleya "efendîtî" û "xulamtiyê" bi me re dikin, îtiraza me jî li vê rewşê ye...

Ez dizanim, ev tiştê em daxwaz dikin li dijî şert û mercên dunyayê ne. Lewra hevaltî, şirîkatî, rabûn û rûniştin di navbera merivên wekhev/deng de mumkin e. Jî me re dibêjin, heta hûn neyên di bin konê Tirkan de cihê xwe negrin doza wekheviyê nekin. Derdê me jî vê...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues