La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêviya welêt, n° 1-3


Auteurs : | Multimedia | | Multimedia | | | Multimedia | | | | |
Éditeur : Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa Date & Lieu : 1976,
Préface : MultimediaPages : 84
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 120x170 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3385Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêviya welêt, n° 1-3

Hêviya welêt, n° 1-3

Hemreş Reşo

Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa

Gava em îro bala xwe berdidin dîroka Kurd, em dibînin ku pir kêm kovar, rojname û pirtûk bi zimanê kurdî derketine. Nemaze hêjmara ên bi tîpên latînî gelekî hindik in.

Kovara ku cara siftê derket "Hawar" bû. Ew kovara giranbiha ku bingehê rêziman û nivisîna kurdî a latînî danî, bi destê Mîr Celadet Bedirxan di 15 Gulan 1932 de derket û hêjmara dawî a 57 di 15 Tebax 1943 de der ketibû. Niha destxistina vê kovara hêja, ku parçeyek ji dîroka gelê Kurd e, pir dijwar e. Bi tenê hin welatparêzan li ba xwe gişt hêjmarên wê civandin û veşartine, lê gelê Kurd nikane pê destkewtî bibe. Lehengê serbilind Osman Sebrî yekek ji wan camêran e ku xwediyê vê xezîna . bêhempa ye û wî kovar pêşkeşî me kir ku em bikanin ji bo gelê Kurd û  Kurdnasan careke din çap û belav bikin. Hêvîdar in ku emê bikarin vê pêwestiya pîroz, bi alîkariya heval û hogiran, bînin cî.

.....



DESTPEK

Gava em îro bala xwe berdidin dîroka Kurd, em dibînin ku pir kêm kovar, rojname û pirtûk bi zimanê kurdî derketine. Nemaze hêjmara ên bi tîpên latînî gelekî hindik in.

Kovara ku cara siftê derket "Hawar" bû. Ew kovara giranbiha ku bingehê rêziman û nivisîna kurdî a latînî danî, bi destê Mîr Celadet Bedirxan di 15 Gulan 1932 de derket û hêjmara dawî a 57 di 15 Tebax 1943 de der ketibû. Niha destxistina vê kovara hêja, ku parçeyek ji dîroka gelê Kurd e, pir dijwar e. Bi tenê hin welatparêzan li ba xwe gişt hêjmarên wê civandin û veşartine, lê gelê Kurd nikane pê destkewtî bibe. Lehengê serbilind Osman Sebrî yekek ji wan camêran e ku xwediyê vê xezîna . bêhempa ye û wî kovar pêşkeşî me kir ku em bikanin ji bo gelê Kurd û  Kurdnasan careke din çap û belav bikin. Hêvîdar in ku emê bikarin vê pêwestiya pîroz, bi alîkariya heval û hogiran, bînin cî.

Me berî vê berhevoka kovara "Çiya" çapkiribû û îro jî berhevoka kovara "Hêviya Welêt" di bin destên we de ye. Komcivîna 8. a "Komela Xwendekaranî Kurd le Ewropa" di meha Tebax sala 1963 de biryara derxistina vê kovarê da, komîteyek ji bo derxistina wê danî û ez jî kirim berpirsiyarê wê. Lê ji dest sistî û qelsiya hevalan bi tenê 3 hêjmar derketin û di Komcivîna 10. sala 1965 de min dev jê berda û ji bo derxistina wê komîteyek nû, di bin berpirsiyariya heval Şefo de, hate hilbijartin. Lê wan nikarîn di derxistina wê de domdarbin û ew jî wek ên berî xwe mir. Ger em niha jê bipirsin û lê bigerin, bê şik em nikanin wê kovarê li ciyekî bibînin!. Ev jî wendabûna parçek ji çanda kurdî ye. Jiber vê yekê em derxistina vê berhevokê jî gelekî pêwîst dibînin. Ger niha bihayê wê neyê pîvan jî, em sedî-sed bawer in ku dîroka Kurd ê vê xebata me bipesine û giranbihabûna wê binase.

Wek hûn jî dizanin "Hêviya Welêt" û "Çiya" di navbera sala 1963 û 1970 de derketin ku di wê demê de Şoreşa Kurdistana Nîvro dom dikir. Van herdu kovaran jî li gor kanîn rûpelên xwe ji bûyerên wê Şoreşa pîroz re vekiribûn. Bi vê yekê her Kurdek dikane dîroka gel û welatê xwe a 10 salan di nav rûpelên van de bibîne û binase.

Me di nivîsarên "Hêviya Welêt" de destkarî an jî guhartinek nekir, bi tenê hin çewtiyên tê de rastgerandin û serkîniva bi tîpên ciwantir nivîsandin. Hêvîdar in ku bi vê yekê jî em gîhabin armanca xwe û dîroka çanda Kurd dewlemendtir kiribe.

Gava em rojekê ji rojan bibînin ku xebata me ji bo gel û welêt bêrdar bû ye, emê pir şa û serfiraz bibin.

Hemreş R.
5.7.1976



PÊŞGOTIN

Çapa Kurdî li Ewropa

Wek hemî xebatên ku Kurd pê radibin, çapa kurdî jî, emrê çapa kurdî jî pir dom nake, diçilmise û dimire.

Kovara kurdiya pêşîn, bi tîpên latînî, ku li Ewropa derket "Dengê Kurdistan" bû. Banga xwendewarên Kurd a pêşîn li Ewropa bû. Her meh carekê derdiket. Ji sala 1949 heya sala 1950 dom kir û 12 hejmar jê hatin çap kirin. Niha dibe ku ev hejmarên ha, bi tenê li ba Mîr Kamuran Bedirxan peyda bibin. Berî ku ez vegerim Sûriyê, tevî wesayiqên din, min ên xwe spartibûn Ismet Vanly. Piştî ku, di sala 1970 an de ez dîsa vegeriyam Sivisre, min pirsa wan kir: yek jî li ba xwe nehiştibû. Mirina "Dengê Kurdistan" ji ber ji hev xistina civatê bû. Ev jî ji ber endamên wê yên "çep" bû.

Di sala 1956 an de, civata xwendewarên Kurd li Ewropa ji nû ve hate vejandin. Kovara "Kurdistan" bû hingê dengê wê. Lê piraniya nivîsandinên vê bi îngîlizî û hinek jî bi kurdiya soranî bûn. Heya 1963 an, civatê tu kovar bi kurmancî dernexist. Vê salê, Komelê hilgirte ser xwe ku li bin berpirsiyariya Hemreş Reşo, bi navê "Hêviya Welêt" kovarekê bi vî zarê kurdî derêne. Ev xebat pêk hat û pê hev, ev kovar heya sala 1965 derket. Di sê hejmaran de ku di vê demê de çap bûn, gelek helbest, çîrok, metelok, bendên siyasî, dîrokî û hin din rûpelên wê xemilandin û çanda kurdî zengîntir kirin. Da ku ev xebata ha winda nebe, kek Hemreş Reşo dil dike ku her sê hejmarên "Hêviya Welêt" bide hev û ji wan kitêbekê pêk bîne.

Ez hêvîdar im ku xortên me wê bixwînin û bikin ku, di pir nêzîk de, kovareke din wek wê dîsa bête meydanê û jê bêtir emir bike. Dewletên xwînxwar nahêlin ku em li welatê xwe, bi serbestî, bi çand û zimanê xwe mijûl bibin. Lê Ewropa ev rê ji me re vekiriye, divê ku em vê kêsa ha ji destê xwe bernedin û bala xwe bidin parastin û pêş de birina çand û zimanê xwe. Bi tenê, bi vî awayî emê Kurd bimînin û dawî jî bigehine doza xwe. Xortno: Brano: Bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û wî bidin xwendin û nivîsandin! Her ro nîv saetekê xwe bi vî karî mijul bikin têr dike. Miletê me di tarî û perîşaniyê de ye. Riya rizgar û geş kirina wî ev e!..

Dr. Noureddine ZAZA



Heviya Welet

Derxistina Hêviya Welêt bi zimanê kurdî bi zaravayê kurmancî (ê Bakur) û bi tîpên latînî, ew bi xwe bûyînek mezin e ji bona çanda niştimaniya Kurd a nû. Hêviya Welêt dê ji bona lawên Kurd li welêt ramanên hinkesên baş ji birayên wan li welatê xurbetê bughêze, pê re jî evîndariya wanî şêrîn ji bo Kurdistana dûr, silav ji bo milletê kurdistanî têkoşer. Hêvî ew e ku Hêviya Welêt bi gotarên xwe ve, derketina wê li dû hev dê wê valabûnê di warê çanda niştimaniya Kurd dagire, ji ber ewaya bi zaravayê kurmancî ê şêrîn derdikeve ê pirbûna milletê Kurd pê dipêyîve di Kurdistana Turkiyê de, Sûriyê, Yekitiya Sovyet û hin perçên din ji Kurdistana Iraqê û Iranê. Zaravayê kurmancî zimanê Ehmedê Xanê ê bilind ê ku şaîrê kurdî niştimanê kilasikiyê mezin ku di sedsalên 17 de hatibû dinê, kurmancî a ku niha tê xwendin li hin zanîngeh û dibistanên bilind li Paris, Yekitiya Sovyet a di bin nîrê sitema millî de, nemaze li Turkiyê di çel salên çûyî de, herwekî ku % 45 ji milletê me li wir dijîn, a dûrî pêşveketinê ketiye û negîha herdu xwehên xwe zaravayê soranî û mokrî.

Hêviya Welêt bi xwe ne kovareke siyasî ye, lê belê wê kovareke çandî be, tev li wê jî dibînim ku di vê gotara xwe de, di jimara pêşî de, bi lez û bez li ser rewşên milletê meyî Kurd ên niha bipêyivim. Di vir de ne warê ku yek li dîroka milletê Kurd bikole, an jî li welatê wî, reha wî a Hîndo-Ewropî, zimanê wî ê arî, dîroka tevgera wî a niştimanî a pêşverû ku Kurd niştimanekî bi serê xwe ye li gor maneya zanistî a pirsê, niştimanekî ku hemû şirûtên niştimaniyê tê de tên dîtin, yekitiya (Kurdistan), ye¬kitiya zimên, pêkanîna dîrokî, danûstandinên aborî, yekitiya çand û yekitiya derd û hêviyên wan. Niştimanekî zor lê tê kirin, mafên wîna jê hatin standin, welatê wî hatiye perçe perçe kirin.

Ji giringtirî pirsiyarî ye di rewşên milletê Kurd di ên niha bê gotin. Şoreşa pêşverû a niştimanî ku li Kurdistana Iraqê vêketî ye ji êrişa bêbext a ku leşkerên dîktorê Iraqê ê berê General Qasim pê rabûn di 9 septembir 1961 de a ku bû sebeba ketina hukumeta Iraqê û kuştina dîktatorê wê di 8 şubatê sala 1963 de. Weke ku eşkere ye ev cenga han careke din dest pê kir di 10 hezîranê sala 1963 de piştî êrişa leşkerên hukumeta Iraqê a Beesî ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues