La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Cembelî, Kurê Mirê Hekaryan


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1995, Spånga
Préface : MultimediaPages : 97
Traduction : ISBN : 91-87730-82-0
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3449Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Cembelî, Kurê Mirê Hekaryan

Versions

CEMBELÎ
Kurê Mirê Hekaryan
(çapa yekem)

Serpêhatiya Cembelî, Kurê Mîrê Hekaryan û Binevşa Narînê, di folklora kurdî ya devkî de bi sedan sal e ku dom dike û tê. Cembelî, wekê ji navê serpêhatiyê jî tê zanîn, kurê Mîrê Hekaryan e. Binevş jî keça mezinê eşîreteke koçer a zozanên wan li navçên Hekaryan e. Binevş, ji aliyê pismamê xwe Ehmed ve tê xwestin, lê ev zewac ne bi dilê babê Binevşê ye. Berpê û girêyan diavêje ber Ehmed. Şertên . pêkanîna wan zehmet û riya çûn û nehatinê dide ber. Lê Ehmed, xweşmêr û mêrxasê eşîrete ye. Xwe ji van daxwazan nade paş. 

Cembelî, kurê Mîrê Hekaryan, di salên xwe yên zewacê de ye. Heval û hogirên wî pesnê sipehîtî û bedewiya keça koçer Binevşa Narînê digihînê. Mesele bi riya diya wî û hinek mezinên eşîretê ve ji Mîr re tê gotin. Mîr, keça koçerekî hemkûfê kurê xwe u mîrîtiya xwe nabîne . Lê evînî bi ser mîrîtiyê dikeve... Bi vî awayî serpêhatî didome û diçe...


PÊŞGOTIN

Serpêhatiya Cembelî, Kurê Mîrê Hekaryan û Binevşa Narînê, di folklora kurdî ya devkî de bi sedan sal e ku dom dike û tê. Cembelî, wekê ji navê serpêhatiyê jî tê zanîn, kurê Mîrê Hekaryan e. Binevş jî keça mezinê eşîreteke koçer a zozanên wan li navçên Hekaryan e.

Binevş, ji aliyê pismamê xwe Ehmed ve tê xwestin, lê ev ze­wac ne bi dilê babê Binevşê ye. Berpê û girêyan diavêje ber Ehmed. Şertên pêkanîna wan zehmet û riya çûn û nehatinê dide ber. Lê Ehmed, xweşmêr û mêrxasê eşîretê ye. Xwe ji van daxwazan nade paş.

Cembelî, kurê Mîrê Hekaryan, di salên xwe yên zewacê de ye. Heval û hogirên wî pesnê sipehîtî û bedewiya keça koçer Binevşa Narînê digihînê. Mesele bi riya diya wî û hinek mez­inên eşîretê ve ji Mîr re tê gotin. Mîr, keça koçerekî hemkûfê kurê xwe û mîrîtiya xwe nabîne. Lê evînî bi ser mîrîtiyê dikeve... Bi vî awayî serpêhatî didome û diçe.

Welatparêzê hêja û birayê delal Îhsan Cûlemêrgî, romana vê serpêhatiya folklorîk a kurdî nivîsandiye û di warekî din ê edebiyata kurdî de giyan dayê û jiyandiye. Bi vî karî xwe, vê folklora kurdî ya devkî ji mirin û fewtandinê xelas kiriye. Bi gelemperî devoka Hekaryê bikar aniye. Lê cî û ciyan devoka Botan û hinek jî gotinên nû têkel kiriye. Xwezî tenê safî bi devoka Hekariyê bûya.

Bêguman, roman ne tenê neqilkirina serpêhatiya wan herdu evîndaran e. Kek Îhsan, nav û navan re dikeve nav rûpelên dîrokê û ji orf û adetên Herêma Hekaryan, gelek tiştên balkêş pêşkêşê me dike. Gelo heta niha kî dizaniya, lixwekirina kincên kesk li Herêma Hekaryan nîşana reşgirêdanê bûye? Mirov li ser per û çengên Tey­rê Sîmir siwar dike, bi ser zozan, havîngeh û çiyayên Hekaryan: Berçelan, Fereşîn, Çiyayê Simbilê, gundê Bateyê, şetên Çemê Zapê... digerîne. Ji van wêneyek xweşik di hiş û bîra mirov de neqiş dike. Romanê bi stran û dîlokên herêmê dixemilîne .

Kek Îhsan, bi vî karî erkeke mezina li ser milê rewşenbîrên kurd bi cîh tîne. Em hêvîdar in vê xebata xwe ya hêja berdewam bike, qet nebe ew folklora kurdî ya devkî ya heta niha li berxwe daye û nemiriye, giyan bidê û ji mirinê rizgar bike. Mixabin prosesa ziman û nemaze folklora kurdî ya devkî ku îro tê de ne, zêde hêvî nade me. Eger mudaxeleyek aktîfa zanistane û fe­dakarane neyê kirin, rewş vekiri ye û li ber çavan e. Hewcedariya zêde ji gotinan re tune.

Noqteyek din a girîng, qasê ez pê dizanim û agah­dariya min pê heye, cara yekem e, kesekî ji hindurê we­lat romanek bi Zaravayê Kurmancî dinivîse. Ev çirîskên hêviyê ne û dikare bibe hander ku hinek kesên din di vî warî de dest bi nivîsandinê bikin û waridatên me yên li ber mirinê ne xelas bikin. Careke din ez dibêjim; hezar car siheta te xweş Kek Îhsan, destên te xweş bin û derd û êş nebînin. Em hêviya xebatên te yên din in.

09. 1994 Elîşêr




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues