La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 116


Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2011, İstanbul
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûbihar, n° 116

Versions

Nûbihar, jimar 115

Süleyman Çevik

Pak Ajans yayıncılık ltd. şti


Bersivek ji bo Zana Farqînî

Perwîzê Cîhanî

Es'habê kemalê perdepoş in
Erbabê xerez di pirrxuroş in

Xanî

Ferhengnivîsê me yê hêja Zana Farqînî nivîsarek li ser şiroveya min ya li ser Mem û Zînê nivîsiye û li kovara Nûbiharê hejmara 115ê da daye weşandinê.

Ez berî her tiştî sipasiyê li hêja Farqînî dikim, ku ew pirtûk bi çavekî rexnekarane xwendiye û dîtinên xwe li ser nivîsîne. Ez pirr şad dibim, ku hêja Farqînî ew wêrekî û huner kiriye û li ser babetek wisan bîr û hizrên xwe ragehandiye.

Lê mirov hînga dikare li ser babeteke zanistî rexneyeke serketî binivîse, ku mirov bi xwe li wê babet û mijarê da ne tenê melevan û somekar, belkû xoznebarekî/e kirarî û karkuştî be û mirov ew zanist xwendibe û dewreyên fêrbûn û hînbûna wê ne tenê li pileya debistanî da, belkû li pileyên bilind ên zanistgehî da rabihorandibe û tûrkê xwe ji wê zanistê dagirtibe. Em hemû dizanin ku, hêja Farqînî ne edebiyat û zimannasî xwendiye û ne jî felsefe û'irfan û 'erûz, lê muxabin li ser van hemû babetana bîr û hizrên xwe ragehandiye.

.....



NEYÊ SERÊ DIJMINAN JÎ...

Süleyman Çevik
ceviksuleyman@hotmail.com

Min cara pêşî navê Wanê, di zaroktiya xwe de bi gotina "Dunyada Wan, axîrette îman"ê bihîstibû.

Ev gotin çawa ketibû zimanê me ez nizanim, lê dema behsa bajarê Wanê dibû, ev gotina ku bi zimanê Tirkî bû bêhemd ji devê me derdiket.

Her çiqas me bajarê Wanê nedîtibû jî ji maneya vê gotinê dihate fêmkirin ku Wan cihekî gelek xweş e.

Ji bo merivê misliman îman li axîretê çiqas tiştek lazim û şert e, bi vê gotinê xuya dibû ku ji bo kêf û rehetiya dunyayê jî bajarê Wanê jiyan li meriv ewqas şêrîn û xweş dikir.

Ya Rebbî! Ev gotin, çiqas gotinek bi îddîa bû!

Bi derbasbûna dem û zemên re min dît ku ev gotina han li gelek deveran li ser zimanan digere û di nav xelkê de zêde belav e.

Herkesî xweşbûna Wanê tesdîq dikir.

Weke ku bihuşta vê cîhanê be behsa Wanê dibû; eger weha neba, çawa meriv dikarî ev bajara bi "îmanê" qiyas bikira û biqasî îmanê qîmet bida "xweşbûna" Wanê?..

Merivê bawermend dema dunyaya xwe diguherîne dixwaze ku bi îmaneke saxlem û tam here hizûra Xwedê.
Em dema ji yekî re dua dikin dibêjin, Xwedê îmanê bide te...

Ji bo merivên bawermend îman ewqas tiştekî muhîm e.

Heqîqeten jî kesên dîtine dizanin, di nav wan bajarên me de cihekî mustesna ji bo Wanê heye.

Sed sal berê ustad Bedîuzzeman xwestiye ku li vê derê bi navê Medresetuzzehrayê zanîngehekê ava bike. Ustad hetanî dawiya umrê xwe jî li ser vê niyeta xwe maye û ji bo vê yekê xebitiye.

Gelek taybetiyên Wanê jî hene. Bi pisîka xwe navdar e, behra wê û cihên wê yên turîstîk hene.

Wan cihekî dîrokî ye jî. Payetexta dewleta Urartuyan bû û Urartuyan li gor dema xwe li vê derê medeniyetek mezin ava kiribûn. Dewletên wekî Hurrî, Hîtît, Pers, Med, Sasanî, Bîzans, Selçûqî, Sefewî, Osmanî û wekî din gelek dewlet û begitiyan jî li Wanê hikûm kirine.

Ev Wana ku bihuşta welatê min e, mixabin van demên dawî li pey hev rastî du felaketên me- zin hat.

Berê di roja 23yê Çiriya Pêşîn de Erdîş, paşê jî di 9ê Çiriya Paşîn de bajarê Wanê bi felaketa erdhejiyê hejiya û di vê serma û zivistanê de ji her komî gelek meriv mirin; yên sax jî bê xanî li der û dora man.

Çi heyf û mixabin e ku îro Wan hilweşiyaye, vala maye. Mala me xirab bû...

Berê Erdîş, paşê jî Wan ser û bin bû.

Em dua dikin, dibêjin, "Xwedê îmanê bide te", dema em nifir jî dikin dibêjin, "Xwedê mala te xirab bike"...

Mala me xirab bûye...

Bajarê behrê, Wan a bi hewa xweş û qezaya wê Erdîş xirab bûne...

Bihuştên me wêran bûn.

Xanî hilweşiyane. Zar û zêçik mirine.

Zarok sêwî mane.

Bav û dêyan cîgerên xwe wenda kirine.

Kar û ticaret sekiniye.

Xelkê Wan û Erdîşê koç kiriye û ev koç dewam dike.

Heta doh Wan û Erdîş bihuştên me bûn, îro xelk ji wan direvin.

Li gor ku dibêjin li Wanê kesekî nemaye. Dibêjin, bi reqamên gelek zêde xelk çûye deverên din.

Hinek kes ji bo zivistanê derbas bikin çûne bajarekî din, cem merivên xwe. Hinek meriv jî ji binî ve ji Wanê çûne û bi îhtîmaleke mezin careke din venagerin.

Ma neçin wê çi bikin, di vê serma zivistanê de, di van çadiran de kî dikare îdare bike? Hem erdhejî, hem serma. Emê li ku derê sitar bibin?

Li alîkî erdhejî bi ser me de hatiye xan û manên me xirab kirine, li aliyê din şilî û şipiliya berf û barana zivistanê...

Di vê serma zivistanê de zarok, jin û extiyarên welatê min di çadirên sar û şil de li ber xwe didin.

Digel ewqas bela hatine serê Wanê jî ji ber endîşeyên siyasî hikûmetê dîsa jî ev der "herema afatê" îlan nekiriye...

Bajarê herî xweş wêran e. Bihuşta me vegeriya dojehê.

Ya Rebbî tu neynî serê tu kesî...

Tu neynî serê dijminan jî....



Înna lîllah we înna îleyhî racîûn
Di roja 23yê çiriya pêşîn de Erdîş, di 9ê çiriya paşîn de jî bajarê Wanê rastî felaketa erdhejê hat.
Di vê erdhejê de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Xelk di vê serma û zivistanê de di çadiran de ye.
Em ji yên mirî re ji Xweda rehmetê, ji xizm û malbatên wan û ji hemû gelê Wanê re sebr û metanetê dixwazin



Nûbihar

Bersivek ji bo Zana Farqînî

Perwîzê Cîhanî

Es'habê kemalê perdepoş in
Erbabê xerez di pirrxuroş in

Xanî

Ferhengnivîsê me yê hêja Zana Farqînî nivîsarek li ser şiroveya min ya li ser Mem û Zînê nivîsiye û li kovara Nûbiharê hejmara 115ê da daye weşandinê.

Ez berî her tiştî sipasiyê li hêja Farqînî dikim, ku ew pirtûk bi çavekî rexnekarane xwendiye û dîtinên xwe li ser nivîsîne. Ez pirr şad dibim, ku hêja Farqînî ew wêrekî û huner kiriye û li ser babetek wisan bîr û hizrên xwe ragehandiye.

Lê mirov hînga dikare li ser babeteke zanistî rexneyeke serketî binivîse, ku mirov bi xwe li wê babet û mijarê da ne tenê melevan û somekar, belkû xoznebarekî/e kirarî û karkuştî be û mirov ew zanist xwendibe û dewreyên fêrbûn û hînbûna wê ne tenê li pileya debistanî da, belkû li pileyên bilind ên zanistgehî da rabihorandibe û tûrkê xwe ji wê zanistê dagirtibe. Em hemû dizanin ku, hêja Farqînî ne edebiyat û zimannasî xwendiye û ne jî felsefe û'irfan û 'erûz, lê muxabin li ser van hemû babetana bîr û hizrên xwe ragehandiye.

Hêja Farqînî dinivîse: "Ezmamoste Perwîz Cîhanî ji zû de ye dinasim û haya min pir hindik ji ramanên wî yên li ser zimanê Kurdî (nemaze kurmancî) heye. Hin angaşt û îdiayên wî hene ku bi rastî ez tevî wan nabim. Ji bilî vê yekê, mamoste bi devoka xwe dinivîse û li ser awayê vekîta xwe ango rastnivîsa xwe jî birijd û israr e. Ji bo zelalbûna van gotinên hanê ez ê jêgiranekê ji nivîsa wî ya vê xebatê (rûpel: 15) bikim ku nav ev e" (Min ew peyvên nivîsa Farqînî yên şaş reş kirine. Li seranserî vê nivîsara Farqînî da zêde ji heştê hele û çewtiyên zimanî û rêzimanî hene. Eger pêdivî bû, li nivîseke dî da ezê li ser binivîsim P.C.)

Min ji hêja Farqînî ra gotiye: "Çima li ferhenga te da her raderek (mesderek) du caran hatiye nivîsînê? Çima te bi sedan peyvên latînî yên weke egoîzm, egoîst, ekol bi navê peyvên kurdî li ferhenga xwe da...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues