Éditeur : Dengê Êzîdiyan | Date & Lieu : 2004-01-01, Oldenburg / Deutschland |
Préface : | Pages : 114 |
Traduction : | ISBN : |
Langue : Kurde | Format : 135 x 210 mm |
Code FIKP : Liv. Ku. 5456 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Nûra Elegezê |
PÊŞGOTIN Xwendevanên hêja, ji pey Şorişa Oktyabirê ra welatê Sovyêtê da, heremên Kurd lê dijîtin mecalê pêşdaçûyîna çand û kûltûra miletyê çê bûn. Sala 1920-an girtî heta salên 1990-î li hinek komarên welatê Sovyêtê yê berê, xazna li Ermenistanê di warê çand û kûltûra Kurdî da karên mezin hatine kirin. Nivîskar û zanyarên berbiçev pêşda hatin. Cihana kurdan da Ermenistan bi heqî hate naskirin çawa merkezeke kurdeweryê û kurdzanyê. Efrandinên giranbiha yê edebî, zimanzanî, dîrokî, perwerdeyî û wek din hatine weşandin. Ji pey salên heyştêyî ra êdî nivîsara kurdî / kurmancî / nêzîkî zimanekî standart, yê edebî dibû. Di warê nivîsara vekirî û helbestvanyê da gavne girîng hatine avîtin. Ji pey hilweşîna Welatê Sovyêtê ra derbeke mezin li vê merkezê jî ket. Rewşenbîr ji hev bela bûn, mecalên ku ji alyê dewletê da dihatin dayîn hatine birîn, ocaxên kûltûrî, çandî, zanyarî pir zeyîf bûn. Di vê pirtûka biçûk da bi kurtayî ez li ser hinek kar û barên çandî - edebî û jîyana çend nivîskaran rawestyame. Evan gotarên cuda ne ku min salên derbazbûyî nivîsîne û weşandine. Min hewce dît wan bigihînim hev û biweşînim. Helbet karê kurdewarî ku welatê Sovyêtê da hatye kirin deryake, bereke. Emekê ku hatye dayin hêjayî lêkolînên berfrreye, kûr û bingehîn in. Ev pirtuk niqitkeke ji wê derya mezin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku weşengeha Dengê Êzîdiyan weşena vê pirtûkê hildan ser xwe. Dema min ev xebata hazir dikir fikira min ra tucar derbaz nedibû, ku koka kîjan nivîskarê me çiye. Ev pirs di nav rewşembîrên Kurdên Ermenistanê da tucar nehatye meydanê. Armancê teva bû nirxên xweye netewî xweyî derkevin, nehêlin ziman, edeb, folkilor, eyd - erefat û dêmê wanî kurdewarî bê bîrkirin, girêdana xwe tev koka xwe û welatê xwe neqetnin. Gotara “Nehêrîneke kurt li ser edebyeta kurdên Sovyêtê” da emekê teva jî bi kurtî hatye dayîn. Tiştek heye û tu kes nikare înkarke, ku welatê Sovyêtê da Kurdên Ezîdî bêtir netewa xwe, nav û koka xwe xweyî derketin. Nivîskarên, ku derheqa jîyan û efrandinên wan da lêkolîn hatye kirin, hevkarên min yên bi deha salane, em tev çûne hatine, gelek fireyî û dijwerî me bi hev ra dîtye, ez bingehê da haj wan û efirandinê wan heme. Ewan, rastî jî sitûnên rewşembirya Kurdên Ermenistanê bûn, û şexsiyetên wisanin, ku di nava pêşdabirina çanda Kurd û Kurdistanê da xweyê emekê mezinin. Bira min biborînin nivîskarên meye din. Mecalên min tune bûn, ku min derheqa wan da jî lêkolîn bikira. Ezê kêfxweş bim ku pirtûk kêrî xwendevanan bê. Nêrîneke kurt li ser edebyeta Kurdên Sovyêtê Dem hene, ku tên dikevin li nava dîroka gelan û xwe didine nivîsar. Carna salek dudên usa hêjayî keraya bi sedan salan e. Demeke usa ew salên qeydê Sovyêtê bûn, ku bi serê kurdê Ermenîstanê ketine nava dîroka edebyet û medenyeta kurdan, bûn salne bi nav û nîşan. Ji pey damezrandina qeydê Sovyêtê ra, çawa seva hemû gel û netewên wî welatî, usa jî ji bo kurdan mecal û îmkanê pêşdaçûyînê çêbûn. Hema salên ewlîn da guhdariya mezin hate danîn li ser halê gelên şundamayî, ji nav wan hildana nexwendîtiyê, hazirkirina kadrên miletiyê, pêşvaçûyîna medenyet û rewşenbirîyê. Împêratorya Rûsyayê, ku ji vê desthilatdaryê ra mîrat mabû, warekî fêodalîyî şundamayî bû. Di serda jî ji pey Şorişa Oktobirê ra kete devê şerê bajarvaniyê, neyarên sinifiyê yên hundur û dorpêça dijminên sîstêma nû, yê derya. Li ser rîya desthilatdariya nû astengiyên aborî, civakî, eşîrî, olî jî kêm nîbûn. Bawer ke ji sedî heyştêpênc-nod evdên vî welatî newxwendî bûn. Lê li warên, ku diketin perê welêt, dûr ji rîya, bajara û merkezên senayê: yên mîna deverên Asya Navîn, ... |