La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serpêhatiyên Tom Sawyer


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2009-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 142
Traduction : ISBN : 978-9944-382-70-0
Langue : KurdeFormat : 95 x 150 mm
Code FIKP : Jeu. Ku. 131Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Serpêhatiyên Tom Sawyer

Serpêhatiyên Tom Sawyer

Mark Twain

Avesta

Ev çîroka wêjeya amerîkî ku li ser zarokekî bêar hatiye ava kirin, ji sala ku hatiye weşandin (1876) û vir de tesîrek mezin li ser cxendevanan hiştiye.

Xwe ji serpêhatiyeke bi talûke re amade bikin.

Di van çîrokan de hun ê gelek tiştan ji zarokatiya xwe jî bibînin.



1. TOM SÊNCÊ BADANE DIKE

"Tom!"

Bersiv nîne.

"Tom!"

Bersiv nîne.

"Çi li vi kuri hat dîsa? Hêê Toom!"

Bersiv nine. Pîrejinê berçavkên xwe hindekî daxistin û çavên xwe li rex û çanên odeyê gerandin.

"Baş e! Heke tu ber lepên min bikevî, ez ê..."
Gotina xwe neqedand, ji ber ku niha tewiyabû û bi gêzikekê seh dikire bine ranzeyê.

"Min kurên wekî wî hîç nedîtine!"

Çû ber deriyê vekirî û li wir berê xwe da nav bacan û giyayên baxçeyî. Tom diyar nake. Bi dengekî bilind bang kir:
"Law Tom!"

Dengedengekî sivik bihîst li pişt xwe. Durist di wextî de zivirî da ku lawikê biçûk, di navmilên sakoyê wî re bigire û nehêle ji nav destan bifilite.

"Wê derê! Min çima fikra wê dolaba veşartî nekir heta niha? Te çi dikir li wir?"
"Çu tişt."

"Çu tişt! Li destên xwe binêre. Li devê xwe binêre. Ev çi ye?"

"Nizanim Xalet."

"Belê, ez dizanim. Rîçal e... Aha ev e. Min sed carî ji te re gotiye, heke tu destê xwe li wê rîçalê bidî ezê te kevil bikim. Ka wê kêrê bide min."

Şivik, li hewa, li ser serê lawikî zîz bû; pir xeter bû...

"Li pişt xwe miqate be Xalet!"

Pîrê li dora xwe zivirî û daw û demana xwe ji xeterê xelas kir. Di gavê de lawikî baz da û filitî. Li ser sêncê (tan, çît) depîn î bilind, xwe havêt û ava bû.

Xaleta wî bîstekê mat ma û paşî bi xwe bi xwe hêdîka kenî.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues