La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurd, destpêka dîroka etnîkî ya gelê kurd


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2010-01-01, Dîyarbekir
Préface : | Pages : 296
Traduction : ISBN : 978-605-5683-14-6
Langue : KurdeFormat : 135 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 4749Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurd, destpêka dîroka etnîkî ya gelê kurd

Kurd, destpêka dîroka etnîkî ya gelê kurd

O. L. Vilchevıskj

Lîs

0. L. Vilcheviskj, rojhilatnas, dîroknas û etnografekî bi nav û deng ê Sovyeta berê ye. Li ser kurdan bi dehan lêkolîn, kitêb û maqaleyên wî yên hêja hene. Zimanê kurdî gelek baş zaniye. Di muddetê salên Şerê Cîhanê yê Duduyan de û di esnayê damezirandina Cumhuriyeta Kurd a Mahabadê de li Îranê li navçeyên kurdnişîn de maye. Her çend wê çaxê di derbarê tevgerên kurd ên li Kurdistana lraqê û hetta yên Îranê de hinek raporên nehênî yên negatîv nivîsandibe jî, lê ev girîngiya lêkolîn û xebatên wî yên di derbarê kurdan de kêm nake. Di wextê xwe de di navbera wî û mamoste Qanadê Kurdo de di vî warî de munaqeşe çêbûne. Yekem kes e jî ku, piştî têza doktorayê ya Dr. Kemal Mezher Ehmed a li ser karekterê Serhildana Mezin a sala 1925an a Şêx Se'îdê nemir, ji nêrînên xwe yên berî yên li ser vê serhildanê, paş de gav avêtiye. Ez vê ji qelema Dr. Kemal Mezher bi xwe neqil dikim:

"... Yek ji wan kurdnasên herî mezin ê Sovyetê û rojhilatnasê otorîte V. Vilçewskî, bîr û raya xwe di derbarê vê têzê de nivîsand û bi eşkere paş de gavavêtinên xwe ji şaşîyên xwe yên kevin ên ser bûyerê nivîsandibû, da xuya kirin, rastiyên wan netîceyên ku di têzê de di derbarê serhildana 1925an de hatine, qebul kir...". (Çend rûpel ji dîroka gelê kurd. -Dr. Kemal Mezher Ehmed, r: 58).



PÊŞGOTINA KURMANCIYA WÊ

Ev kitêba di destê we de, ya rojhilatnas, etnograf û Kurdnasê bi nav û deng O. L. Vilcheviskj ye. Wî, ev xebata xwe bi navê "Kurd, Destpêka Dîroka Etnîkî ya Gelê Kurd" amade kiriye. Kurmanciya wê ji wergera Reşad Mîran a zaravayê Soranî hatiye çêkirin. Di wergerandinê de xalên girîng û sîstematîka birêz Reşad Mîran li ser meşiyaye, li ber çavan hatiye girtin. Wekî nimûne: Hiştina bêje û gotinên latînî ya wekî xwe û nivîsandina îzahetên wan di jêrenotên bini de. Ez di wê baweriyê de me ku ev sîstema han dê bibe sebeb, xwendevanên kitêbê hem baş di naveroka kitêbê bigihin û hem jî alîkarî bike, em baştir bi naveroka kitêbê re sadiq bimînin. Sebebeke vê ya din jî zehmetiya peydekirina Kurmanciya van gotinan e.

Ew notên ku di biniya wan de "Werger"hatine nivîsandin, mebest ji vê, wergerê Zaravayê Soranî ye, yanî birayê Reşad Mîran e.

O. L. Vilcheviskj, rojhilatnas, dîroknas û etnografekî binavûdeng ê Sovyeta berê ye. Li ser Kurdan bi dehan lêkolîn, kitêb û maqaleyên wî yên hêja hene. Zimanê Kurdî gelek baş zaniye. Di mudetê salên Şerê Cîhanê yê Duduyan de û di esnayê damezirandina Cumhuriyeta Kurd a Mahabadê de li Îranê li navçeyên Kurdnişîn de maye. Her çend wê çaxê di der barê tevgerên Kurdên li Kurdistana Iraqê û hetta yên Îranê de hinek raporên nehênî yên negatîv nivîsandibe jî, lê ev giringiya lêkolîn û xebatên wî yên di derbarê Kurdan de kêm nake. Di wextê xwe de di navbera wî û mamoste Qanadê Kurdo de di vî warî de munaqeşe çêbûne. Yekem kes e jî ku, piştî têza doktorayê ya Dr. Kemal Mezher Ehmed a li ser karekterê Serhildana Mezin a Sala 1925'an a Şêx Seîdê nemir, ji nêrînên xwe yên berî yên li ser vê serhildanê, paş de gav avêtiye. Ez vê ji qelema Dr. Kemal Mezher bi xwe neqil dikim:

"... Yek ji wan Kurdnasên berî mezin ê Sovyetê û rojhilatnasê otorite V. Vilçewskî, bîr û raya xwe di der barê vê têzê de nivîsand û bi aşkera paş de gavavêtinên xwe ji şaşiyên xwe yên kevn ên ser bûyerê nivîsandibû, da xuyakirin, rastiyên wan netîceyên ku di têzê de di der barê serhildana 1925'an de hatine, qebûl kir..." (Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd, Dr. Kemal Mezher Ehmed, r: 58).

Bêguman di vê kitêbê de hinek îddîayên nivîskar hene ku careke din hewceyê lêgerîn û lêkolînê ne û muneqeşe jî li ser dikarin bên kirin. Heta netîceyên ji lêkolîn û lêgerînên xwe derxistine, dikarin dijî zanyariyên me yên heta niha yên di van waran de bin. Ji ber vê yekê, ev kitêba han bi wan hemî zanyarî, faktên dîrokî û analîzên kûr jî, hê ji wê dûr e ku girê û astengên li pêşiya zelalkirina etnografya milletê Kurd, çareser bike. Lê divê bê zanîn ku li gor dema xwe xebateke akademik a serkevtî ye. Di kitêbê de hewildanek gelek bi dil û can tê dayîn ku dîroka etnîkî ya gelê Kurd û ya navçeyên ew tê de dijîn, bên ronîkirin.

Xaleke din a girîngiya vê kitêbê jî ev e, ku nivîskar bi radeyeke fireh karên zana û rojhilatnasên bi nav û deng bi kar aniye û ew nirxandine. Wekî nimûne: bi awayekî fireh serî li Diakonoff ê pisporê dîroka Medyayê, Minorsky ê zanayê hêja yê dîroka Kurdistanê, Nikitine, M. Emin Zekî, Turayev, Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt, Marr û gelek kesên din daye. Ji bilî van, du çavkaniyên din ên gelek hêja: Kronîka Karkadayê (Kerkûk) û Kronîka Adyabinayê bi kar aniye û van her du çavkaniyan bi awayekî gelekî bi dîqet û kûr lê kolaye û gelek zanyariyên girîng ji wan çinandiye.

Taybetmendiyeke din a vê kitêbê jî ev e, ku nivîskar hewl daye ji hemî milan ve dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikole. Ji ber vê jî qimeteke zêde bi jiyana aborî û civakî ya rûniştiyên kevn ên navçeyê daye. Li ser rola xwedîkirina heywanan gelek sekiniye û girîngiyeke mezin daye koçeran û riyên çûn û hatinên wan ên li zozanan. Li ser rûniştiyên navçeyê yên bi zîraetê mijûl bûne jî sekiniye. Ji bilî van, nivîskar hewlek zêde daye ku dîroka eşîretên cihê cihê yên Kurd ronî bike.

Ez dixwazim vê yekê jî bêjim ku, hinek nêrîn û perspektîvên wî, divê di çarçeveya siyaseta wê rojê ya Partiya Komunîst a Sovyetê ya merkeziyetî û hinek xalên ku îro ji me re hîn ronîtirin, bên nirxandin. Lê, bi rastî ev xebata han a akademik, ji ber cihdaneke fireh bi lêkolîn û nêrînên gelek pisporên rojhilatnasî, dîroknas û Kurdnasan, qîmeta xwe zêde kiriye. Ji ber vê jî, em dikarin bêjin: ev kitêb çavkanî û destpêkeke girîng e ji bo kesên bixwazin hîn zêdetir dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin.

Di dema çêkirina Kurmanciya wê de girê û astengên herî mezin ên ku derketin pêşiya min, navên şexsan ên bi alfabeya erebî hatibûn nivîsandin bûn. Bi rastî jî dema navên latînî bi alfabeya erebî tên nivîsandin û piştre tên transkirîpe kirin, gelek diguherin. Ger orîjînalê wan di nav kevanan de li ber neyên nivîsandin, ji eslên xwe gelek dûr dikevin. Çi qas ji min hat ez li pey nivîsîna orîjînal a wan navan ketim û min gelek ji wan jî peyde kirin. Bi vê min xwest ku orjînalê wan çawan in bi wî awayî binivîsim. Lê mixabin min nekarî ez hinekan peyde bikim, ji ber vê jî min ew çawan tên xwendin bi wî awayî nivîsandin. Xususeke din a ji min re zehmetî derxist, hevokên gelek dirêj bûn. Di vî warî de jî car din çi qas ji min hat min ew bêyî naveroka wan biguhere kurt kirin. Lê bi ser vê de jî gelek cihan ew mecal bi dest neketin ku ew hevokên dirêj bên kurtkirin.

Bi vê xebatê, ez hêvîdar im ku feydek bigihe kesên ku di vi warî de lêkolîn û xebat dikin û bi kêrê zimanê Kurdî jî bê. Ez dixwazim vê jî bêjim ku, eger şaşî yan kêmasiyek hebe, ew bêhemdî çêbûne. A duduyan jî amadekirina xebateke Kurmancî ya mijareke akademîk û teorik, bi rastî gelek zehmet e. Ji ber ku di vî warî de hê ne zêde berhem û ne jî termînolojiyeke rûniştî heye. Çi wextî be, dereng an zû, em mecbur in dest bi karên van cure babetan bikin. Ji ber ve jî, bila ev bibe destpêk, eger şaşiyek hebe ez ji niha de daxwaza lêborînê dikim û hêvîdar im ku bi dilê xwendevanên hêja be.

Ziya Avci



PÊŞGOTINA NIVÎSKAR

Kurd, yek ji wan neteweyên mezin ên Asya Nêzik e. Hejmara wan li ser hev ji 7 milyon kesan zêdetir e. Di warê siyasi û kulturî de xwediyê qîmeteke zêde ne. Di navçeke çiyayî û fireh -Kurdistan (welatê Kurdan)- de dijîn, ew ciyê ku rêzên çiyayên Asya Biçûk û Îranê digihîjin hev. Pîvana vê saheya han ji 500 hezar kîlometre çargoşe zêdetir e û nifûsa li ser ve saheya han dijî, nêzikî 8,5 milyon kes e. Di vir de hejmara Kurdan ji sedî 75 e (Li derveyê Kurdistanê jî grubên biçûk ên Kurd li ciyên wek rojhilata Îranê, Suriyê û xwarê Yekitiya Sovyete hene û hejmara wan li ser hev ji 300-400 hezar kesan derbas nabe). Di dema me ya îroyîn de Kurdistan di navbera Tirkiyeyê, Îranê û Iraqê de hatiye parvekirin, sînorên van dewletan di nav rûniştiyên Kurd re derbas dibin û di nîvê Kurdistanê de digihîjin hev. Di her yek ji van welatan de Kurd, mezintirîn û aktîvtirîn kêmatiyên neteweyî ne. Xebata netewayetî û azadîxwazî ya neteweyê Kurd nêzikî sedsalek e ku didome û xwediyê karektereke berdewamî ye. Serhildanên Kurdan, gelek caran rewşên trajedik ji van dewletan re peyde kirine. Lê yek ji yan serhildanan serkevtin bi dest nexistiye û hemî jî gelek bi tundî hatine tefandin û itiraf bi mafên netewayetî yên Kurdan jî nehatiye kirin.

Di warê etnîkî de, dîroka Çerxa Navîn a Asya Nêzik, prosesek bû ku, tê de di netîceya têkelbûna milletên Çerxa Navîn a Zû, neteweyên niha çêbûn. Di vê prosesa têkelhev de neteweyê Kurd xwediye qîmeteke mezin e û roleke girîng di dîroka Asya Nêzik de leyîstiye. Nabe milê etnîkî yê vê prosesa han ku gelek sedsalan kêşaye, bêyî ronîkirina qonaxa destpêkî ya çêbûna milletê Kurd di destpêka dîrokê de, bê nîşan kirin. Ligel hemû wan lêkolînên zêde jî, ku heta derecekê dîroka etnîkî ya milletê Kurd jî daye ber xwe, em nikarin bêjin dawî bi vê meseleyê hatiye û hemû milên wî bi temamî ronî bûne. Ger çi qas îro mirov dikare bi awayekî gelemperî, peywendiya etnîkî û peywendiya Kurdan, qebîle û milletên din ên Çerxa Navîn di Asya nêzîk de nîşan bide jî, le ew asteng û girêyên di vê kitêba han de tên çareser kirin, ne ew in ku: li ku, kengî û di çi rewş û halî de xîmê koka miletê Kurd durist bûye? Heta niha ev meseleya han nebûye xwediyê çareserkirineke wisan ku dilê mirov pê razî be. Sebebê wê jî ne tenê ew e ku ew çavkaniyên kevn ên windanebûyî û mayî, gelek kêm in. Ji bilî vê ev jî heye, ku ronîkirina qonaxa nêzik a etnolojiya Kurdan, peywendiyek wê ya bihêz, biasteng û giriyên têkelhev ên qebîleyên koçerî ve heye. Yanî yên li navçeyên çiyayî yên Asya biçûk û Îranê peyde bûn, dan û sitandin û peywendî bi rûniştiyên cihnişîn ên cîranên xwe re danîn.

Lêkolînên S. P. Tolstov ên di der barê etnolojî de û xebatên wî yên li ser warê şaristaniyet û jiyana aborî ya milletên xwediyê zimanê Tirkî yên li navçeya Gola Aralê, nîşan didin ku serhildana peywendiya etnîkî, aborî û civakî ya di vî warî de, heta çi dereceyê têkel û cihê ne. Her wiha çi qas tehlike ye eger kesek li tixûbê vê meselê bikeve û reçeteke hazir di destan de be, bêyî hêvîbûna taybetmendiyên cih û qonaxa dîrokî, bingehê civaki, şaristaniyet û rewşa aborî ya wan millet û qebîleyên peywendiya wan bi hev re heye û tesîrê li ser hev dikin.

Di dema bi karanîna materyalên etnografi de -ku di şaristaniyetên kevn, kultura maddi û giyanî ya Kurdan de wekî bermayê kevn mane- nivîskar ev xal girtiye ber çav ku "serbixwetiya" milletê Kurd her dem di van bermayên borî yên dûr de dernakevin. Mayina van karakterên kevn bi awayekî sereke ji wê hatiye, ku miletê Kurd di bin barê sê awa bindestî de ye: Bindestiya hundirîn, desthilatdarên dewletên Asya nêzik ên ku Kurd di nav sînorên wan de dijîn a herî girîng ji koloniyalîstên biyanî ne. Ji bo vê nêrînê rasttirîn belge ev e ku grûbek biçûk ji Kurdan li Yekîtiya Sovyetê îmkana geşbûna serbixwetiyê bi dest xistine û li gel hemû milet û kêmatiyên neteweyan jiyaneke taze û bextewar dadimezrînin, ji bermayên kevn rizgar bûne û heta windakirina karekterên xwe yên netewayetî em deynin milekî, ew parastine û pêşde birine.

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues