La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sobarto


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1999-01-01, Istanbul
Préface : Pages : 203
Traduction : ISBN : 975-7112-58-5
Langue : KurdeFormat : 120x190 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 1130Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sobarto

Sobarto

"Jineke spî... lingan hildide... û ji nav herdu ranên ji hev dûr çûyî petrol diherike."

Piştî "Mirî Ranazin", "Mêrê Avis" û "Jinên Qatên Bilind" Helîm Yûsiv vê carê jî bi romanekê derdikeve pêşberî me: Sobarto; "welatê serseriyan, welatê leqeban, navên çewt û axa hetîketiyê", "welatê ku ji erebeya dîrokê ket, coxrafya dev li guhê wî kir"...

Nivîskar şeş deriyên vî "welatê ku goştê evîndarên xwe dixwe û hestiyên wan davêje kolanan" vedike, me li welatê Sobarto digerîne, lê hîn çend deriyên din hene, eger hûn bixwazin hûn dikarin vekin.

"Gava we kilît nedîtin, hûn dikarin hêdî hêdî wan ji cih derxînîn, an jî eger we xwest. deriyan bişkînin, ji ber ku ezê we li ber deriyê heftan bihêlim, lêborînê dixwazim, hêviya min ew e ku hûn bixwe  derbas bibin...
"Fermo!"


SOBARTO*

Li gor jêderên dîrokî. sînorê Sobarto ji rojhilat de Çiyayê Zagros e û ji rojava de Çemê Xabûr e û li gor Merdok Blan (710-721 Berî Zayînê), şoreşgerê dijî desthilatdariya Aşûriyan, Sobarto, navê herêma Aşûriyan bû.

"Soî",** li gor jêderên dîrokî.. Soî, ango niştecihên herêma "So" yên herî kevn in li vê herêmê û rastiya ku vê yekê bi cih dike navê herêmê ye (Subar) yê ku di nivîsarên Ay anatim de li dora 2430-2470 BZ cara yekemîn bikarhat ev nav, ji "Su" ango navê niştecihên herêma "Su" ya li başûrê rojavayê "Wan"ê, û peyva "Bar" ya ku bi Somerî bi wateya "derve" tê bikaranîn, û bi vî awayî wateya navê "Sobar" ev e, soîyên li derveyî sînor û peyva Sobarto di nivîsên mîxî de hatiye dîtin. Ji ber ku Someriyan tim ev herdu tîp "To" di zimanê xwe de weke nîşana navên cihan bikartanîn. Û herêma Sobarto, li gor nivîsên mîxî, di sê hezar salên berî zayînê de, zêdeyî carekê ketiye bin destên dagirkeran.

_________________
(*) û (**) ji dîroka kurdan ya kevn -bi zimanê erebî- hatine girtin. Dr. Cemal Reşid Ahmed û Dr. Fewzî Reşîd. Ji Weşanên Komara Îraqê Wezareta Hînkirina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Zanîngeha Selaheddîn, Erbîl, 1990,

Rûpelên 41-42-43.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues