La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xemildarên jîyanê


Auteur :
Éditeur : Ünsiyyət Date & Lieu : 2010-01-01, Bakû
Préface : Pages : 170
Traduction : ISBN :
Langue : Azéri, KurdeFormat : 145x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 3321Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xemildarên jîyanê

Xemildarên jîyanê

Ahmedê Hepo

Ünsiyyət

Jîyana mirovan tu dema bê bîranîn û xewin derbaz nabe. Bîranîn û xewin him nêzîkî hev in, him dûrî hev in. Min pêşnivîsara pirtûka xwe ya bi navê "Rêwîyê bê mal"-da nivîsîye, wekî meydana gilîyê bîranînê gellekî fire ye, him jî şirîta wê dirêj e. Wetaya wê kûr e. Ya yekê, qewmandinê qewimî ta-derzîyêra dikî, ya duda, ewa ji xwîn-qinêtê, ji bîn-bawerîyê, ji hiş-sewdayê mirovan tê. Lema dibên bîranîna welat, bîranîna axa helal, bîranîna dayîkê, bîranîna zimîn, ya kesayetê dîrokê, ya malbetê, ya hub-hizkirinê û yên mayîn.

Lê xewin.... Derbarê xewinan da pirr-pirr nivîsîne... Ez her tenê wê dizanim, ew him rast in, him derew in. Xewin nava rastîyê û derewîyê da sekinîye. Ew carna derbazî alîyê rastîyê, carna jî derbazî alîyê derewîyê dibe; pîkî wê li vir e, yekî wir e. Lema jî gel gotîye:

Xewin hene qasid in - diqewimin,

Xewin jî hene – derew in.

Ez ê vê nivîsarnasîyê da ji dehan bîranînekê, ji sedan xewineke xwe, ya ku hev ra girêdayî ne, xwendevanên birêz ra qal kim.

Lêbelê, xewina min bi salan kişand, wekî bibe heqî. Bîranîna min jî, ji nava gewlezên salan derketîye.
Wekî jîyanê da yekî mayîn nebe piştovanê te, nebe sedemê pêş da gav avîtina te, tu nikarî serfiraz bî.



XEMILDARÊN JÎYANÊ

Xwendevanên hêja!

Her pirtûkek nexşek e. Nexşên tevinên me reng bi reng, cuda-cuda, nav bi nav in. Nexşê vê pirtûka destê we da bi tomerî bîranîn in. Bîranîn - ew xwenaskirine. Xwenaskirina çi? Xwenaskirina rojên buhurî, jîyana derbazbûyî, hinek rûpêlên dîrokê, wêje, erf-edet, çand û her wekî din.

Rîya van bîranîna dûr, dirêj, weteya wan kûr, fire ye. Bav-pîrên me ew yek anîne serzaran wekî:

- Tevin ku hate daran,
Namîne li waran.

Tevin-bîranînên min salên dirêj tijî dilê min bibûn, di wir da hilnedihatin, hiş-sewdayê min disotin. Lema jî gotî ewana bahatana qal kirinê, nivîsarê. Ew bîranîn ne tenê bona min bûn, min rojên ne rehat, şevên bê xew derbaz kirin ku, wana binivîsim, bidime weşandin, bila ewana bibine hebûn-heyîtîya gel.

Bi zanebûna min her bîranînek derbarê kesayetîyê dunya xwe guhastî da peykele, lê bona yên zindî nasandine. Pêwîst e, pirr girîng e ew kesana û gellekên mîna wana tu dema neyêne bîrkirinê. Ji ber ku, ewana xemildarê dîroka gelê xwe û jîyanê bûne.

Ewana mîna pêşîyên xwe yên pêşketî dibînin, têderdixin çawa neyaran, kirasê bêpêsîr di gelda anîne. Nexastîyan, buxdankaran, dijmîna heyîtîya gelê pirr milyon nana kirine, nana dikin. Û herek navekî lêdike.

Lê mêrxasên van bîranîna û yên mîna wane bê jimar bi kirinên xwe va derdikebine hêlanên bilind û digihînine cahanê em hebûne, em henin û me teqil daye pêştaçûyîna gerdûnê. Him jî ew bûne alîkar û piştovanên bi dehan, bi sedan, bi hezar-hezar mirovan; di çarenûsa wan da weynekeke mezin lîstine. Yên usa hatinê bîrkirinê, em dîroka xwe reş dikin, der-cîran jî hew dizanin kesekî me yî navdar tunebûye û tune. Û kirin, şerkarîya rîya wan efatan him jî bona wê yekê pêwîst e bila silsileta dahatî ji wana fêrbin.

Derbarê her kesîda bîranîn nayê nivîsarê. Nivîsara bîranîna ji hinek wekokên bedew nivîsarê dijwartir e. Ji ber ku, bîranîna ku, pişta xwe ne kute heqîyan, rastîyan, hêjaya wê, wê bibe hêjaya kefa sabûnê.

Dibên bi çavan bibîne, paşê bi dil bihebîne. Wekî nîgara mêrxasê bîranînê bi kirinê qenc va, bi qewmandinên dîrokêva ne kim-kimî be, hezar-hezar çavan ew dûr-nêzîk neditîye, navê wî kesî hatinê kişandinê hub-hizkirina berbi wî tijî dilan nebe, qelemê nede destê xwe û derbarê wî da, wê da nenivîse. Nîgarên mêrxasên bîranînên, ku vê pirtûkê da hatine nivîsarê, hatine nitirandinê di hindava xwe da her yek kesayet e. Yekî bi kirin, çalekîyên xwe va, bi şûrkêşîya xwe va gel derxistîye ser rîya azadarîyê, yekî nivîsîye, efrandîye, hêlan daye ewledên gelê xwe, wekî rabin dewa mafên xwe bikin, yekî çanda gelê xwe dewlemend kirîye, rorobarîya kirinên wana didine kivşê ku, herek bi awakî bûye pêşewîtîyê gelê xwe.

Bona vê nêta xwe makkin emê minakekê bînine holê û bila xwendevan bi xwe hafîyê derxe.

15 meha neha, sala 1947-a, ji bajarê Bakûyê, nemir Mustafa Barzanî serkarê Rêspûblîka
Azerbaycanê Mîr Cefer Baxirov ra nameke weke yanzdeh rûpêlan bi kurt derbarê dîroka Kurdan, rewşa wan da û derbarê wê yekê da çawa bi serkarîya wî 500 pêşmerge derbazî Azerbaycanê bûne, dinivîse. Ew nama bi dîrokî, ya pirr balkêş, hewaskar bi sererêzên jêrîn tê dawîyê:

"Ez bawerim hûn ê min bipejirînin û ez ê bikaribim derbarê rewşa me da bi firetî we ra qal kim.

Bi rêzdarî, ewled û xulamê kurdan,

Mustafa Barzani."

Ahmedê Hepo,
Endamê Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê.



Bîranîn û xewin

Jîyana mirovan tu dema bê bîranîn û xewin derbaz nabe. Bîranîn û xewin him nêzîkî hev in, him dûrî hev in. Min pêşnivîsara pirtûka xwe ya bi navê "Rêwîyê bê mal"-da nivîsîye, wekî meydana gilîyê bîranînê gellekî fire ye, him jî şirîta wê dirêj e. Wetaya wê kûr e. Ya yekê, qewmandinê qewimî ta-derzîyêra dikî, ya duda, ewa ji xwîn-qinêtê, ji bîn-bawerîyê, ji hiş-sewdayê mirovan tê. Lema dibên bîranîna welat, bîranîna axa helal, bîranîna dayîkê, bîranîna zimîn, ya kesayetê dîrokê, ya malbetê, ya hub-hizkirinê û yên mayîn.

Lê xewin.... Derbarê xewinan da pirr-pirr nivîsîne... Ez her tenê wê dizanim, ew him rast in, him derew in. Xewin nava rastîyê û derewîyê da sekinîye. Ew carna derbazî alîyê rastîyê, carna jî derbazî alîyê derewîyê dibe; pîkî wê li vir e, yekî wir e. Lema jî gel gotîye:

Xewin hene qasid in - diqewimin,

Xewin jî hene – derew in.

Ez ê vê nivîsarnasîyê da ji dehan bîranînekê, ji sedan xewineke xwe, ya ku hev ra girêdayî ne, xwendevanên birêz ra qal kim.

Lêbelê, xewina min bi salan kişand, wekî bibe heqî. Bîranîna min jî, ji nava gewlezên salan derketîye.

Wekî jîyanê da yekî mayîn nebe piştovanê te, nebe sedemê pêş da gav avîtina te, tu nikarî serfiraz bî.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues