La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwana Osman Sebri


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1998, Spånga
Préface : Pages : 215
Traduction : ISBN : 91-89014-36-7
Langue : KurdeFormat : 170x240 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4024Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîwana Osman Sebri

Dîwana Osman Sebri
(berhevkirin : A. Balî)

Ji nû ve çapkirina berhemên Osman Sebrî, bi şêweyekî ji şêweyan, ji nû ve vejandin û ronîkirina bîr û hişê dîroka gelê kurd e û di tengerên şevistana xewnê de ber bi çavkirina trajediyeke tîr, rehdaçikyayî û reşekuj e.

Osman Sebrî mîratgirê sedsaleke aloz û sext û zoebaz bû, sedsal jî sedsala dabeşkirina laş û giyanê xewna me bû, ser¬dema damezirandina sînorên asê û gawirane û bi darvekirina hêvî û sirûd û serpêhatiyên evînê bû, talankirina gulbero û bîhoka dilê çiyan û serjêkirina dar û sorgulên gerdena Ameda xopan û Mehabada dastanbêj bû, serdema lerz û saw û hogiriya ferhengên koç û rêvingî û duryanên mij û dûmana xatirxwestinê bû.

Lewra wexta ku em îro hişê Osman Sebrî amade dikin, em asoyên sosretê ber bi xwe ve radikişînin û îstgehên xwîn di bira jibîrkirinê de bi bîr tînin da ku reşgirêdana peyva kurdî hêjayî hemû dîmenên şînîgiriya kurdan be û li vir jî, wek bi cîkirina derdekî kevnare, helbesta sedsalê ji çavkaniya xwe ya dîrokî dipijiqe û helwestên xwe yên xewnamêz pêşkêşî herikîna demê dike.

Osman Sebrî jî di vê herikînê de xwedayê peyveke dijwar e, nûnerê birîna zimanê me û çavdêrê nexşeya giyanê me ye.

Weşanxaneya Apecê


ÇEND GOTIN LI SER JIYANA OSMAN SEBRÎ

Osman Sebri, di 1905 an de li navçeya Meletiyê li gundê Narincê hatiye dinê. Di 1915an de dema ku hîn zarok bû bavê xwe Sebri winda dike û sêwî dimîne. Piştî mirina bavê wi diya Osman Sebri, Emînê bi apê wi Şukrî re yê ku axayê Mirdesî bû, dizewice. Apê Şukri ji zarokên xwe pirtir ji Osman Sebri hez dike û wi di bin baskên xwe de hem perwerde dike ü hem ji diparêze. Wî dişine dibistanê hetanî ku ya navîn kuta dike. Di wê demê de, tevgera gelê Kurd a ji bo serbixwebûn û azadiyê di 1925 an de bi serkêşiya Şêx Seîdê Pîran dest pê dike. Apên wi Şukrî û Nûrî digel Şêx Seid û hevalên wi li Amedê tên bi darvekirin. Wisa mezinên malbata wî tevî cangoriyên Kurdistanê dibin. Piştî van bûyeran ew jî tê girtin û hetani sala 1928 an li bajarê Denîzliyê di girtîxanê de dimîne. Piştî ku tê berdan dizîvire Meletiyê û dest bi karê welatparêziyê dike. Dîsa dixwazin wi bigirin lê belê ew xwe nade dest wan û di 1929 an de derbasî binxetê dibe, li Sûriyê bi cî dibe. Li Sûriyê pêrgî gelek mirovên ku beşdarî şoreşa Şêx Seîd bûbûn, tê û ji nû ve xebata wi ya siyasi, jiyana wî ya welatperweriyê dest pê dike. Hetanî roja dawin a jiyana xwe her û her xudan bîr ü baweriyên çak û zelal dimîne.

Nivisandina kurtejiyana Osman Sebri ne hêsan e. Serboriya jiyana wi ji rûdan û bûyerên Kurdistanê yên vê sedsala dawîn cuda nabe, çinku di pêvajoya temenê O. Sebri yê sedsalî de balkêştirîn bûyerên Kurdistanê rû didin.

Di vê demê de O. Sebri ne tenê helbestvan, lê mirovekî perwerdekar, pêşeng û rênas û rêzan bû. Şervanê riya azadi û serbixwebûnê bû. Dema serihildana Agriyê O. Sebri dixwaze têkeve nav şer, lê ev daxwaz di sala 1931ê de bi girtin û mayîna di girtîxaneyên Mûsil û Bexday ê de têk diçe û agirê dilê wi her û her bi evîna welêt gurtir dibe.

Ewrên reş û tari yên ku ji sedsali û vir de li ser welatê me digerin û welat kirine zindan, jiyana O. Sebri jî tari û reş kirine. Lê wi tu caran serê xwe li ber neyaran neçemandiye û hergav berjewendiya welêt di ser berjewendiya xwe re girtiye. Evê rewşa rasteqîn cihê wî, cihê ku bi dest her kesî nakeve, bilindtir kiriye. Ji dafekê ketiye ya din, sirgûn bûye, renckêşana îskence û lêdanan dîtiye, lê tu carî radest nebûye. Duwanzdeh caran hatiye girtin û sê caran jî ji welêt hatiye bi dûr xistin. Kurdên wekî O. Sebrî di nav me de kêm in. Tirsa wî ji neyaran tunebû. Wî digot:

"Neyar, neyar e, çi ji destên wan bê dê bikin û tiştekî şûnda nahêlin. Li gor wê jî divê mirov xwe amade dike û li ber xwe bide. Ji bo vê sedemê jî navê wî kirine dijmin".

O. Sebrî mîna dîrokê jîndar bû. Wî hem camêrî û hem jî nokerî dîtibû. Dema raperîna Agiriyê (1930) xwest digel hin hevalên xwe, xwe bighînin şoreşê lê belê sed heyf û mixabin ku negihiştin cihê xwe û ev jî tecrûbeyek bû. Wî ji heval û hogirên xwe yên kevin yên bêbawerî mane nefret dikir. Dema ku dihatin bîra wî hêrs dibû. Lê belê ew wekî neyar jî nedidîtin, lê rexne li wan digirt û yên ku bi dijminan re danûstendin dikirin û xwînmijiya gelê xwe dikirin bi çavê dijminan li wan dinêrî. Rê li ber rexneyê û xwerexnekirinê nedigirt. Ji bo şoreşgeran, li gor wî, pêwist bû ku ew kar her wiha bi cih bibe û tiştên rast û şaş ji hevûdû cuda bibin. Ji tu kesî neditirsiya. Gelek dostên wî hebûn. Herwisa yên ku ji Osman Sebrî hez nedikirin jî hebûn. Li dijî keysperest û welatparêzên ku riya radestiyê ji xwe re hildibijartin bi tundî radiwestiya. Pêwist e ku her kes welatparêziyê ji bo xwe bike ne ji bo kesên din. Wî hemî mirovên ku ne di rêya welat de bûn wek berdestkên dagîrkeran didîtin pir ji wan nefret dikir û tirsa dilê xwe jî bi vî awayî dida xuyanîkirin:

"Ez baş dizanim, wekû hemî gelên cîhanê, dê rojek bê gelê me jî azad bibe! Gelê me jî wê azadiya xwe bi dest xîne. Lê berî vê, pir asteng li pêşiya gelê me hene. Di nav me de hin mirovên bêbawerî û nêzîkî dijmin hene ku dijmin her tim dikare istîfadê ji wan bike û wan bikişîne aliyê xwe û bi ser me de berde!.. Ev dê bibin sedemên şerê birakujîye. Tirsa min ya herî mezin ji vê ye."

Helbestvanên gelê Kurd wekû Osman Sebrî, Qedrî Can, Cegerxwîn heger her hebin dijminên me yê ji me bitirsin, ev ne tenê şaîrên gelê kurd in; wan ji bo biratiya gelê tirk, ereb ecem jî nivîsandine û hevalbendiya heyî xurtir kirine. Ji bo vê sedemê jî ew bûne helbestvanên wan gelan jî. Ji ber vê yekê di nav kurdên nemir de ciyekî Osman Sebrî yê taybetî heye.

Osman Sebrî mirovekî xwedanê doza xwe bû. Li ser kurd Kurdistanê gelek gotarên wî hene. Wî çîrok û gotar jî nivîsîne. Lê belê aliyê wî yê helbestvanî ji aliyên din girantir e. Em helbestên wî cara yekemîn di kovara Hawarê de dibînin. Paşê di gelek kovaran de em gotarên wî yan jî gotarên h ser wî hatine nivîsîn, dibînin. Lê, bi rastî heya îro berhemek hêja li ser wî nehatiye afirandin. Dema cara dawî min ew dît min hin helbestên wî bi xwe re anîn û min jê daxwaz kir ku dîwana wî çap bikim. Ji bilî helbestên wî gotar û çîrokén wi jî min ji bo çapkirinê amade kiribûn. Lê bi rastî di saxiya wî de min ew kar pêk neanî. Wî dema di 11. 10. 1993an de roja duşemê saet 15.50 ji nav me bar kir, 88 salên xwe yên bi rûmet qedandibûn.

Gotinên wî yên li ser helbestvaniya wî jî wilo bûn:

Qet tu caran nedifikirîm ku helbestên xwe berhev bikim û bikime dîwan. Ji ber ku berî her tiştî ez xwe helbestvan nabînim. Lê tiştên ez dinivîsim dema ku ji aliyê mirovên welatparêz û şoreşger ve tên xwendin, kêfa min tê û ez dilxweş dibim. Ji bo vê sedemê jî dem û dem ez helbestan dinivîsînim. Heger helbest û çîrok ji bo hişyarbûna gel tên nivîsîn dê ciyê xwe di tevgera rizgarîxwaz a demokratîk de bigirin û dê rola xwe ya pêşketî bilîzin. Min jî da ku ew rol bête lîstin hemî berhemên xwe nivîsandine," digot.

Hevaltiya gorbehişt seydayê Cegerxwîn û Osman Sebrî di kovara Hawarê de di sala 1932an de dest pê kiribû. Paşê bi hevdû re karên siyasî di partiyan de jî kirin. Lê paşê riyên wan ji hevdû diqetin û dûrî hev dibin. Dilê wan ji hevdû sar dibe. Seyda Cegerxwîn dema behsa Osman Sebrî bikira bi rêzdarî li ser wî dipeyivî, bi pesinandinên mezin ew tanî ber çavan.

Osman Sebrî jî wekî seydayê Cegerxwîn evîndarê Kurdistaneke azad bû. Wî jî dixwest li welatekî azad bi serbestî û bi serbilindî bijît. Wî jî wekî pir mirovên kurd ên welatparêz jiyana xwe bê pasaport û bê nasname (kîmlîk) derbas kir. Wî digot: "lawê min, ez pasaporta kedxwaran qet pêwist nabînim. Lê belê bê pasaport mirov nikare kîlok şekir û birinc ji mêtinkaran bigire. Ew jî jiyana giran hîn jî dijwartir dike. Jiyanek wilo helbet pir zor e!"

Osman Sebrî bo welatparêzan hem mamoste û hem jî rêber bû. Mala wî bi şagirtên ku dixwestin zimanê kurdî hîn bibin her roj tijî dibû. Di wan salên pîremêriya xwe de tu caran tu xwendevan bi şûn de venegerandibû. Lê belê ji tu kesî jî pere nedigirtin. Wî ew kar bê pere dikir û xwe ji bo hînkirina mirovan dersdar dizanî.

Di hundirê rastiyê de mirin hebe jî wî hertim rastî digot. Tiştên rast diparast, li dijî mirovên şaş radiwestiya û bi wan re şer dikir.

Wî digot: " Îro jiyan baweriya ez dibêjim rast dike. Bi xwespartina dijmin mirov tucar bi ser nakeve. Yên ku pişta xwe dane dijmin û şer kirin, pişta wan tucarî ji erdê ranebûye! Ew tim bindest, bêwar û di bin nîrê dijmin de jar û hustûxwar in..."

Pêşiyên kurdan dibêjin: "Kurmê darê ku ne ji darê be zewala darê nîne", ev gotin çiqasî di ciyê xwe de ye. Osman Sebrî yekîtiya kurdan ewqas dixwest ku bê yekîtî serketin li gor wî û li gor hemû welatparêzan ne mumkûn e. Wî dixwest ku hêzên Kurdistana bakur giraniyê bidin hemî welat, bi eniyeke kurdistanî welatê bindest azad bikin. Lê wî ew roja giranbiha nedît û ji nav me bar kir.

Ew di sala 1943 an de dizewice. Şeş zarokên wî çêdibin. Kebaniya wî ya dawî Şadiye di sala 1986 an de diçe ser heqiya xwe.

A. Balî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues