La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 117


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2011, İstanbul
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûbihar, n° 117

Versions

Nûbihar, jimar 117

Süleyman Çevik

Pak ajans

Di 28ê Çileyê Pêşin sala 2011an de, balafirên şer yên Tirkiyê, bi xeddarane li gundê Roboskiya Qilabanê 34 heb ciwanên bêguneh û masûm kuştin.

Ev bûyera bi wehşet û xeddar, ji îro ve aşîkar e ku wê di dîroka Kurdan de wekî rojeke reş cihê
xwe bigre.

.....



JI ZILMÊ RE BÊDENGMAYIN JÎ ZILM E

Süleyman Çevîk
ceviksuleyman@hotmail.com

“Ev bûyera bi wehşet û xeddar, ji îro ve aşîkar e ku wê di dîroka Kurdan de wekî rojeke reş cihê xwe bigre”

Di 28ê Çileyê Pêşin sala 2011an de, balafirên şer yên Tirkiyê, bi xeddarane li gundê Roboskiya Qilabanê 34 heb ciwanên bêguneh û masûm kuştin.

Ev bûyera bi wehşet û xeddar, ji îro ve aşîkar e ku wê di dîroka Kurdan de wekî rojeke reş cihê
xwe bigre.

Di pey rojên ku herkesî behsa vê bûyerê dikir de îjar li Diyarbekirê ji bin erdê hestiyên însanan derketin û em rastî trajediyek din hatin.
Hîna em nizanin ev hestî yên kê ne, lê bi vê bûyerê jî careke din mijara merivên wendayî kete rojevê û ew birîna me ya ku kewiyayî bû careke din der bû.

Di heqîqetê de elemanên saziyên dewletê yên ku van karan dikin wehş û cenawur nebin ewqas bi rehetî nikarin 34 heb ciwanên masûm bi vî hawî bikujin, merivan bi zorê birevînin, li wan îşkence bikin û cesedên wan di cihên ji çavan dûr û xewle de veşêrin.

Qetlîama 34 heb ciwanên masûm û di van salên dawîn de nizanim çiqas wendayiyên bê nav û bê nîşan!

Ev karên ku hinek kesan li ser navê dewletê dikirin gelo dikeve eqlê we ku rayedar ji van tiştan bêxeber bûn? Ew agahiyên ku di welat de bi herkesî aşîkar bû gelo mumkin e ku bi ewqas îstîxbarat û îmkanên xwe rayedar û îdareciyên dewletê nizanibin? Îro em dizanin ku çi siwîl, çi resmî hemû rayedarên wê demê haya ji van hedîseyan hebû...

Şahid û failên van bûyerên aşîkar herçiqas bi salan e hin tiştên kirine îtîraf bikin û bibêjin jî kesekî ji van mesûlan heta niha hesab nepirsiye. Piştî 12 îlonê ji rayedarên hebsa Diyarbekirê û çiqas bêhiqûqiyên wê demê hene tu kes li ser wan nesekiniye.

Ev hestiyên hebsa kevn ya Diyarbekir jî tesadûfen derketine. Ji bo restorasyona cihên tarîxî dema erd kolane rastî hestiyên însanên kuştî hatine, şaş mane, nizanin çi bibêjin... Dibêjin, dibe ku ev hestiyên însanên dema Şêx Seîd, yan yên Ermeniyan bin û tew dibe ku mezel bin jî.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues