La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 119


Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2012, İstanbul
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûbihar, n° 119

Versions

Nûbihar, jimar 119

Süleyman Çevik

Pak ajans

Beriya ku dewleta Osmanî li ser piya bû, parçeyek erdê Kurdan li îranê, parçeyê mezin jî li nav erdê Osmanî bû. Piştî belavbûna împaratoriya Osmanî, li ser erdê wê gelek dewletên nû ava bûn û li cihên ku di bin hukmê vê dewletê de bûn û herweha li Kurdistanê îstiqrar xirabtir bû.

Di vê rewşa tevlihev de erdê Kurdistanê di navbera dewletên ku nû ava dibûn de hate parve kirin û digel îran û Tirkiyê, dewletên wekî Iraq û Suriye jî ketine piyasê. Lêbelê dema Kurdan daxwaza heqê xwe yê însanî kirin ev daxwaz bû sebebê gelek gengeşî û şerên giran...

.....

 

 

 



REVVŞA KURDAN Û KONFERANSA NETEWÎ

Süleyman Çevik
ceviksuleym_m@hotmail.com

“Ev demeke di nav Kurdan de behsa konferanseke neteweyî tête kirin. Hêvî tê kirin ku ji çar parçeyên welat kes dê beşdarî vê konferansê bibin û ji bo xêra Kurdan di bin siya aştî û selametiyê de zemîneke adil ava bibe”

Beriya ku dewleta Osmanî li ser piya bû, parçeyek erdê Kurdan li îranê, parçeyê mezin jî li nav erdê Osmanî bû. Piştî belavbûna împaratoriya Osmanî, li ser erdê wê gelek dewletên nû ava bûn û li cihên ku di bin hukmê vê dewletê de bûn û herweha li Kurdistanê îstiqrar xirabtir bû.

Di vê rewşa tevlihev de erdê Kurdistanê di navbera dewletên ku nû ava dibûn de hate parve kirin û digel îran û Tirkiyê, dewletên wekî Iraq û Suriye jî ketine piyasê. Lêbelê dema Kurdan daxwaza heqê xwe yê însanî kirin ev daxwaz bû sebebê gelek gengeşî û şerên giran...

Kurd ji aliyê nifûsê ve di rojhilata navîn de li pey Ereb, Faris û Tirkan milletê çaran e. Gelek derdorên pispor yên durist û objektîf jî qebûl dikin ku Kurd ji aliyê ziman, çand, folklor û mûzîkê ve jî gelek dewlemend in. Li rûyê erdê gelek millet hene ku bi xisûsiyetên xwe qet nagihêjin Kurdan, lê dema meriv hebûnên wan milletan û yên Kurdan dide ber hev, meriv dibîne ku di vê qiyasê de Kurd ji gelek tiştan bêpar in...

Milletekî ku ewqas xwediyê hêjayiyan e divê meriv li ser bifikire ku çima îro ji van nîmetên dunyayê bêpar maye. Bi rastî jî dema em van hêjayiyên Kurdan û rewşa ku Kurd tê de ne didine ber hev, ev rewş bi meriv normal xuya nake. Meriv dipê ku di cîhanê de gereke dewletek Kurdan jî hebe, li cîhanê unîversiteyên wan hebin, li ser ziman û çanda Kurdan xebat bên kirin...

Coxrafyaya Kurdan, dewlemendiya erdê Kurdistanê, parçebûna welatê Kurdan, ji îxtîlafa Kurdan îstîfadekirina neyaran a ji vê rewşê, nexwendinî û cehaletî, hîleyên dewletên li ser Kurdan hesaban dikin û sebebên wekî din li hember Kurdan asteng in û nahêlin ku Kurd jî wekî milletên din ji dunyayê îstîfade bikin.

Îro Kurd di nav hidûdên çar dewletan de belav bûne û her herem li gorî şertên xwe bi pirsgirêkên xwe re rûbirû ye...

Cara yekê di sala 1639an de bi peymana Qesra Şêrîn welatê Kurdan di navbera Osmanî û Îranê de parçe bûye. îro jî sînorê Tirkiyê û îranê ev peyman tayin dike.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues