NIZANIM ÇI BÊJIM
Destpêka her tiştî zor e birazî.
Çîrok bi gotinekê dest pê dikin, bi gotinekê bi dawî tên.
Ku min dizanîba çawa dest pê bikim, bi hêsanî ezî bigihime dawî. Di nava asoyên ne diyar de winda. Heya niha dawiyeke bê encam, di nava şilahiya demûşî de kelpitî, şemîtonkî derketiye hemberî min. Zelîqonkî!.. Ezmanê dilê min her dem di nava şelq û teqûreqa tavan de dinale. Stêrikên dilê min, mîna belgên daran ku di payiza dawî de ber bi ba dibin, bi her tevger û qerqeşûnê re dilerizîn, diweşin. Demsalên dilê min, Bihara bi ronbîniya gulbijêrkan xemilandî nabîne. Bihar li ber min winda bûye. Payiz û Zivistan bûne cografya dilê min. Payizê zemherî dibare, kambaxiya pelweşên e, Zivistanî qeşa ye, qotika zikdirrên e. Bêhna barudê... Wîzêna beran... Çerxa zingarî... Û pîkola mirinê ku li dora mirov dike. Hawar û gazî... Qîrêna waweylê hêviyên winda...
Ku min dizanîba... Ku min dizanîba!...
Hew birazî xwediyê miriyan kor in. Mirî em bûn, xwedî em bûn. Me xwe dixapand, me nedixest rastiya xwe bibînin. Rastî hemberî me bû û em ji rastiya xwe direviyan. Heya îro jî, îro jî em ji rastiya xwe direvin. Rastiyeke ku di nava kavil û hêrikên dîrokî de dimelise, bi çavên têr tirs û şermokî li me dinêre. Awirên şikestî!.. Qersifî!.. Û me nidixwest fam bikin.
Me ne dixwest!.. Ji têgihiştinê dur, ji rastiyê revok...
Birazî, bêje min te çend sal kirine? Sersala pêşî ku tu bi hevalên xwe re, bi qirdik, pîrê salê, bûk û ... |