La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şоrişа хeberа


Auteur :
Éditeur : Sovêtakan grog Date & Lieu : 1986, Êrêvan
Préface : Pages : 116
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 110x155 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Br. 1730Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şоrişа хeberа

Şоrişа хeberа

Çerkezê R'eş

Sovêtаkan grоg


Çerkezê R'eş, 1955-a li Ecmîazînê ji dya xwe bûye. 1977-a înstîtûta Êrêvanêye pêdagogîêye ser navê X. Abovyan, lê 1980-î aspîrantûra wê xlazkirîye û kafêdra lîtêratûra ermenîyada dixebite. Kandîdatê ulmêd fîlologîêye. S. 1980-î k'têba wîye ulmîye pêșin ermenkî neșirbûye. Șiêrêd wî s. 1967-ada prêsa r'espûblîkaêda (ermenkî û k'urdî), pașê jî "Bahara t'ezeda" neșirbûne. Berevoka e'wlin cilda vê al-manaxêye 2-da (1983) derk'etîye.



Çerkezê R'eş k't'êbа xweda bi h'ub û h'izkirineke mezinvа derheqа e'mrê meyî îroyîn û çêkirçîêd e'mirê t'eze dinvîse. Vê k't'êbêdа usa jî gelek şiêrêd lîrîkîê-fîlosоfîê hene, êd ku bîn û buxseke bаşqe didine k'it'êbê.

 



XWET'ESTÎQKIRIN


Çawa e'yane, h'îmê e'debîyeta k'urdaye sovêtîê Ermenîstanêda hate danînê, e'debîyet, çawa ku nivîsk'arê ermenîayî e'yan Hanrî Zaryan dibêje, wek'îlêd k'îjanê serê xwe teze ji bin bûza seqir'î derxistin. Heqzade usane, e'debîyeta me Ermenîstana Sovêtîêda r'oj bi r'oj pêșda çû û îro derk'etîye meydana ort'emletîê. Gelek nvîsk'arêd meye me'rîfet pêșda hatine. Çawa dibêjin, bîn û buxsa wan her yekî bașqeye, her yek bi cûr'ê xwe dinvîse, lê ewana t'û cara ji e'mirê meyî  îroyîn naên bir'înê, bi wî e'mirê gulvedayîva fir'nax dibin, qelemê wane e'frandarîê nexș û nîgarê t'eze dihûnin. Ji wana yek jî hema xût Çerkezê R'eşe. Ewî bi e'frandinêd xweva bîn û buxseke t'eze anî nava e'debîyeta me. Ewî ne ku t'enê e'debîyeta cimae'ta xwe, ya ermenîya, ûrisa, cimae'têd sovetîêye mayîne bratîê, R'ohilatê mih'andîye, lê usa ya Êvropaê. Ji k'ûraya kanîya wan û îlahî ya cimae'ta xwe hildaye ya here k'ardar, ya here baș û kirîye nava e'debiyeta meye îroyîn.

Çerkezê R'eş șayîrekî xweyșurete, ew eșqerêd we'deye p'ir'cûr'e e'yan dike û bi cûr'ê șayîrtîêyî t'ezeva bi qelemeke nazikva p'êșk'êșî xwendevana dike. R'aste, ew carna pey mçdernîzasîaê, h'unirmendîyа cûr'ê lewzîê, sîlih'bûnа têxnîkа edebîyetê dik'eve, ew yekа ji wir tê, çimkî ew usa jî e'debîyetzаnekî me'rîfete— kandîdаtê ulmê fîlolоgîêye. Lê t'u cаrа ji e'mir nаê bir'înê, gavê xwe e'mirê meyî îrоyînr'а dаvêje. Т'u şik t'une, eger heye serecemа k'ûr û têхnîkа şаyîrtîê, şiêr аlаveke geş û gur'e.

Bi r'uh'ê хwevа, bi heyînа хwevа Çerkezê R'eş heqzаde şаyîrekî t'ezevаnî lîrîkа fîlоsоfîêye. Her хeteke wîdа r'uh'ê e'mir, bedewîyа e'mir û ner'eh'etî tê хаnêkirinê.

Bahare — hêna xûnkelа mezin.
Dаrа wergirtîye heyra kirasа,
Kirasê hevdа e'rş—e'rd dilîzin,
Û her tişt dibe хurê meqesа.

E'frаndinêd Çerkezê R'eş zûvа хwendevаnê mer'а nasin û ji аlîê wаnаdа bi h'ub û h'izkirinekа mezinvа hаtine qebûlkirinê, lê ev k't'êbа hаnа bi e'frаndinêd wîye t'ezevа hаtîye kildаnê, êd ku h'îmlî vаn salêd pаşin ewî nivîsîne, ser qaqicîye, kirîye baqe kulîlk û îro p'êşk'êşî хwendevаnê xwe dike.

Karlênê Çаçаnî,




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues