La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mizgînî


Auteur :
Éditeur : Hayastan Date & Lieu : , Êrêvan
Préface : Pages : 152
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x165 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Br. 1740Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mizgînî

Mizgînî

Wezîrê Eșo

Hayastan

Milê ç'yaê Elegezêyî șimalê h'emêza ç'yaê T'îkda bestek heye. Dora vê bestê dçnzdeh gundê kurmanca xwe dane p'așila ç'ya.
Berê, hêna p'adșaê ûrisda, wanr'a gotine gundê êla êzdîê Ag'baranê. Hêna sovêtîêda ev gund nava neh'îê H'ecîxelîlê (Saxkahovîta niha), Elegezê û Ag'baranê bûne. Niha ew gundê neh'îya Aragasêne.

Bi gotina gotîya ev gund, qe na, berî qur'na 19-a șên bûne. Binelîê wan hey "k'îsî" muhacirê alîê Dersimê, E'ynt'avê, Qersê zêde bûne. P'akî ...





WEZÎRÊ EȘO

Milê ç'yaê Elegezêyî șimalê h'emêza ç'yaê T'îkda bestek heye. Dora vê bestê dçnzdeh gundê kurmanca xwe dane p'așila ç'ya. Berê, hêna p'adșaê ûrisda, wanr'a gotine gundê êla êzdîê Ag'baranê. Hêna sovêtîêda ev gund nava neh'îê H'ecîxelîlê (Saxkahovîta niha), Elegezê û Ag'baranê bûne. Niha ew gundê neh'îya Aragasêne.

Bi gotina gotîya ev gund, qe na, berî qur'na 19-a șên bûne. Binelîê wan hey "k'îsî" muhacirê alîê Dersimê, E'ynt'avê, Qersê zêde bûne. P'akî wan jî hêna șer'ê h'emdinyaêyî e'wlin hatine.

K'orbilax, Qundexsaz, Mîrek' (Mîreka Mezin, Mîreka Ç'ûk), Qur'ibog'az, Cercerîs, Çongermez (Çobangermez), P'amp (P'ampa k'urda), Camușvan (berê Camușvana Ç'ûk), Elegez (berê Camûșvana Mezin), Senger' P'oșt (K'arwensere), Gozelder.

Binelîê van gunda ber zulma zevtçîê dereke, agiralava zemanê berê teyax kirine û ser aîna dînê xwe mane, ser e'rf û e'det, deba kal û bavê r'ê çûne. T'evgrêdana wan bi dinêr'a kêm bûye: H'al û zewaca wan bi hevr'a bûye hinekî jî çûyîn-hatina wan bi gundê alîê Qersêr'a hebûye, gundê neh'îya Dîgor'ê.

Gundîê vira berê-berêda r'ia't bûne, ek'in-t'îkin kirine, pêr'a jî pez û dewar xweyî kirine.

Wezîrê Eșo ç'ûkê gundekî ji van gunda, ç'ûkê P'ampê bûye, zar'otî û xortanya xwe p'aê p'ir'ê li vira, nava t'ebyeta ç'yayê r'engînda, nava mêrg û çîmanê h'ik'yatîda derbaz kirîye.

Pêșîê wî —mala H'utîê R'eșîd ji alîê Dîgor'a Qersê, gundê Șîrinkoyê muhacir bûne, t'eqiș-toqiș, hele-hela sala 18-da batine cîkî mîna cî-warê xwe berê, gundekî nava ç'yada-P'ampêda hêwirîne. Li vira jî bavê Eșoê H'ûtî h'îmê mala xwe danî.

Wezîrê Eșo bextewarekî hêna sovêtîêye. K'oma h'efta gundê P'ampêda xilaz kirîye. Sala 1958-a ûnîversîtêta Êrêvanêye dewletê, fakûltêta t'erîqê xilaz kirîye û dîsa li mek't'eba gundê xwe veger'îaye: lê vê carê çawa dîrektorê wê.

Sê sala șûnda ew bûye aspîrantê sêktora r'ohilatzanîê ya Akademîa Ermenîstanêye ulma. Li Lenîngradê, ber destê k'urdzan û r'ohilatzanê sovêtîêye e'yan nava t'erîqa cime'ta k'urdaye p'ir' qur'neda k'ur bûye.

Navê Wezîrê Eșo îdî eva çend salin, çawa e'frandar, xwendevanê k'urdar'a e'yane. Ew uzvê T'faqa jûr'nalîstê T'faqa Sovêtîêye.
Ew ûsa jî t'ercmeçîkî șûrete: e'frandinê nivîsk'arê ermenî û ûris t'ercimeyî k'urdî kirine.

Vê berevokêda em çend e'frandinê wî r'aberî xwendevana dikin.

Casimê Celîl




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues