La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Meremê dilê kurd


Auteur :
Éditeur : Hayastan Date & Lieu : 1971, Êrêvan
Préface : Pages : 106
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 125x160 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Br. 1733Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Meremê dilê kurd


Meremê dilê kurd

Șikoê H'esen

Hayastan


Ez hatime xar ji ç'yaê hêșîn
Ku bengîne t'im ji nûra e'rșae
Ku ser sîngê wan ç'em dikin xușîn
Șev û r'oj distrên û k'ubar, û șa...

Ez hatime xar ç'yaê ser gijik
Ku p'or' vediçir'in bi șeê te'vê
Ku r'efê e'wra not'ilî qijik
Ser wan çerx didin t'im nava hewê

...



DERHEQA ȘAYÎRDA

Șikoê H'esen gundê Camûșvana biç'ûkda li neh'îya Ag'baranê (Ermenîstana Sovetîê) sala 1928-a ji dya xwe bûye.

Șikoyî  pênc salî bû, wexta bavê wî, Ah'medê H'esenê Mido, ku șer'ê h'emdinîaêyî pêșinda ji  gundê xweyî Șatirog'lî li qeza Qersê (nha T'ûrk'îa), cîșihitî bûbû, êș û zede lêk'etin, bîst pênc salya xweda çû r'eme'tê. Apê Șiko-Sofî, xweytîê li Șiko dike, mezin dike û dide ber xwendinê. Șikoê H'esen berê e'wlin gundê xweda xwendye, h'etanî dersxana çara, pașê mek't'eba gundê Elegezêye ort'êda xwendina xwe hildaye. Sala 1948 pey xilazkirina vê mektebêr'a unîvêrsîtêta Êrêvanê dewletêda, p'ara R'ohilatêda tê qebûlkirinê û sala 1953 xilaz dike. Ji sala 1954, h'etanî sala 1957 gundê Bag'narêda, li neh'îya Gagraê (Abxazya), dersdarî kirye, dersê zman û e'debyeta ermenîya daye. Sala 1959 Șikoê H'esen r'êdaksya r'adîoxeberdanê k'urdîda, li Êrêvanê, çawa t'ercmeyî û xebatk'arê e'debyetê xebitye. Sala 1961 aspîrantura Akademîa Ermenîstanêye ulmada tê qebûlkirinê û diçe bajarê Lenîngradê aspîrantura Înstîtuta Cmae'tê Asîaêda hîn dibe, sala 1965 ew aspîrantûraê xilaz dike.

Salê xwendk'arîê șiêrêd Șikoê H'esen r'ojnema ûnîvêrsîtêtêye çapkirîda r'onayî didîtin. E'frandinêd șayîr h'îmlî r'ojnema "R'ya t'eze"-da têne nneșirkirinê. Șêrêd wî bi zmanê ûrisî, gurcî, ermenî Lenîngradê, T'blîsê û Êrêvanêda hatine neșirkirinê.

K'itêba șayirê pêșin bi sernivîsara "T'embûrê k'urda" sala 1965 r'onayî dîtiye. Eva berevoka șayire sisîane, wekî tê neșirkirinê. Çawa t'êmatîka vê berevokê, usa jî ê berevokê jorgotî, p'ir'cûr'eye.Șayîr Oktyabra Mezin, zoraya Wet'enê sovêtîê, e'fatîya çêkirdarê komûnîzmê distirê-ewin k'ana nifûsdarîya șayîr. Șer'k'arîya cmae'ta k'urdaye mêrxasbona azayê û serbestîê nava e'frandinêd șayîrda cîkî layîq digre. Șayîr bi gumaneke mezin șikilê siva cmae'ta k'urdaye, ku îro ne xweyê îzin û extîyarîya xweye di R'ohilata Nêzîkda, dide û baware, wekî sûna bona azayê hatye r'êtinê, deya naçe.

Șayîr usa jî h'ub û h'izkirina t'emiz distîrê șiêr, çarîne û du destan (poêm'). Wanda șayîr xem û xyalê cmae'ta xweye p'ir'qur'ne dide dîharkirinê. K'itêba șayîre pêșin - "Qalç'îç'ek" ji alîê xwendevanê k'urd hate begemkirinê, derheqa vê berevokêda miqalene baș hatne çapkirinê. R'uh'ê e'frandinêd Șikoê H'esen bi k'ûraya xweva, fikir dușurmîșbûna xweva k'urdîye, ya cmae'tîêye, ew ç'e'vê miletê xwe li e'mir, qewmandina dinihêr'e. Șikoê H'esen bi deng û k'ubra xweye xwexwetîê, bi zmanê xweyî șayîrtîê gilîê xwe xwendevanar'a divêje.

Dușurmîșbûna șayîr bi șikil û sifetin. T'ebyet û e'mrê cmae'ta me, sifetê mêrxasê șayîre lîrîkîê r'ast têne nitirandinê; benj û bala dota k'urdaye bi șûtik û șir'av û p'eșkalê k'urdayî ç'ek û r'ih'alê miletîê, ku r'astî me tên e'frandinêd Șikoê H'esenda, nexweșne r'ind didine șiêra. Șiklê șeyîr ku çêdike konkrêtin û serecema wane sosîalîê hene. Șayîrr'a li hev tê nêologîzma (xeberê t'eze: -e'rșh'emêz, dew-rangelêș, qûrsaxtîtan, e'mirxulq, libasnarîn, hîvvanî), metaforê t'eze (R'oê t'ûncik û t'emûrî mekir hûna") çêke.

Bona poêzîa Șikoê H'esen ya sereke sazbendî û t'eqla șêrêye der û hûndur'e. Eva yeka k'ubra stranê dide șiêrê șayîr. Vê gavê
Șikoê H'esen pêșda tê çawa șayîrê lîrîk û epîk, çimkî ew șiêrar'a t'evayî ûsa jî poêma dinivîse. Em destanînêd e'frandarîyî t'eze șaîrê k'urdr'a dixwezin.

Ê. Û. Bek'oêva


 


K'URDIM

Ez hatime xar ji ç'yaê hêșîn
Ku bengîne t'im ji nûra e'rșae
Ku ser sîngê wan ç'em dikin xușîn
Șev û r'oj distrên û k'ubar, û șa...

Ez hatime xar ç'yaê ser gijik
Ku p'or' vediçir'in bi șeê te'vê
Ku r'efê e'wra not'ilî qijik
Ser wan çerx didin t'im nava hewê

Û ez bîrnakim e'slê xweî ç'yayî
T'im mînanî ç'ya ez zorim, k'ubar
Eger min derd bin eger min șayî
Û çiqas min xin birûskê cebar...

Ez ç'yaê ç'yame, ji ç'ya bilindtir
Û r'uh'ê mine k'itêba dewra
Min ew nivîsye bi xûn, bi agir
Û bi qelema birûskê e'wra...

T'ilbme
1967




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues