WEKE ȘÎRÊ XWE
Wextekê ag'ek xulamê xwe bi șuxul dișîne mala ag'ê destebirakê xwe Wextê xulam diçe mala ag'ê û derheqa hatina xweda wîr'a dibêje, ag'a xwestina wî diqedîne, jêr'a e'zet-îk'ramê dike, hela serda jî ç'ekeke layîq lê dike û dibê: -Lawo, de her'e, xwedê og'ira ter'abe, te çi cem min îtye, weke șîrê xwe gilîke.
Wextê xulam tê mala ag'ê xwe, ag'a pirs-pirsyara jê dike dibê:
- Qet ag'ê hevalê min çi h'urmet ter'a kir? -Xulam dibêje:
- Ne ewbe, ne jî navê xîbe, ez çend r'oja wêderê mam, ewî qet nizanibû ez çi çûme, çi hatime. Șevr'oj șorbe dida ber min.
Ag'a gelekî xweda dișrmîș dibe, wekî ag'ê hevalê wî qedrê wî negrtye û xulamê wî bêr'ûmet ver'êkirye.
..... |