WETENÊ MINR'A
E'zê bivme p'er û baskê dewr û welat, R'avme meșê û meydanê benda ferat, Hildim h'uba Leyl-Mecrûmê muh'ubetê, Wekî a'lem li min r'ave silawetê...
Wekî ç'emê wet'enê min, kanyê mezin Berbi arana, deșt-dîhara p'ir' bibezin, Wekî dewsa kelebesta li mêrgê p'eng Sosin r'abin û bih'ejin gulê h'evtr'eng.
Ezê bivme ç'yaê mezin û dor wet'en Govend bigrim, wekî bah'or' lê nexin te'n, Wekî h'eta min-qidûmê qiyametê Gulde, gulde, lê bê qoxa zor cnetê.
Ez ê bivme qam-qanatê dewr û welat, H'eta heye wet'enê min, nakim wefat, Eșqa hildim p'er' û baskê muh'ubetê, Wekî dinya pêda-pêda Li min r'ave silawetê.
..... |