La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hub û xebat


Auteur :
Éditeur : Hayneșîrat Date & Lieu : 1962-01-01, Êrêvan
Préface : Pages : 52
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x200 mm
Code FIKP : Br. Ku. 1736Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hub û xebat

Hub û xebat

Nûrî Hîzanî

Hayneșîret


Șewq alavê steyrkêd r'engîn
Li p'aytextê me p'er'vedan;
Ew qur'lt'a partya Lênîn,
Bi bejna xwe hate meydan.
Bejnblindê bi zendê zerb
Zendêd mîlîon p'ale, gundyan,
Ku șên kirin qûm û qir'ac
Bi xêr û be'r û gulistan.
Dengê mator û mașînan

.....



DERHEQA AVOTRDA


Nûrîyê Hîzanî (Hovakîm Mark'aryan) s. 1896 li qeza Hîzanê gundê Xakêvêda ji dya xwe bûye.

Xwendina xweye bilind Êrêvanêda stendye. Hevalê Nûrî salêd t'estîqbûna huk'umeta sovêtîêye Ermenîstanêye pêșinda êpêce xebat kirye di dereca pêșdaçûîna medenîeta cimae'ta k'urdada. Salêd 1929-1937-da Nûrî Têxnîkûma K'urdaye Pêdagogîêye tezeteșkîlbûyîda xebitîye çawa dersdar û wêr'a t'evayî gele k'itêbêd dersa bona șagirtêd k'urda tercimekirye.

Nûrî bi dil û eșq e'mrê cimae'ta k'urdar'a girêdaîye. Xwendevanêd k'urdar'a Nûrî usa jî e'yane çawa nivîsk'ar û șaîr. Sala 1935-a r'onaîdibîne berevoka serhatyêd wî bi sernivîsa "Șeveqa sibê".

Nûrî ber ç'e'vê xwe dîtye e'mrê cimae'ta meye zelûlîyê berî r'êvolyûsîaê û e'mrê wêye gulveday pey r'evolyûsîa oktyabrêr'a.
Poet șiêrêd xweda h'îmlî derhega e'mrê cimae'ta sovêtîêye îroînda dinivîse, destanînêd mer'a șa dibe ("T'uran", "hrazdan", "T'êlî", "Kazaxstan").

Avtor syûjêa çend șiêrêd xwe ji folklor û terîqa cmae'ta k'urda hildaye; ew șiêrêd wî derheqa șer'k'arîya cimae'ta k'urda miqabilî zeftekçîêd R'omê û welatêd dindanin. ("Dêrsim"), derheqa biratya du mile-têd cînardanin-ermenîya û k'urda ("Mîrê Miksê").

çend șiêrêd berevokê derheqa evîntîêdanin.

Ê. Bek'oyêva



QUR'LT'A MEȘÛR

Șewq alavê steyrkêd r'engîn
Li p'aytextê me p'er'vedan;
Ew qur'lt'a partya Lênîn,
Bi bejna xwe hate meydan.
Bejnblindê bi zendê zerb
Zendêd mîlîon p'ale, gundyan,
Ku șên kirin qûm û qir'ac
Bi xêr û be'r û gulistan.
Dengê mator û mașînan,
Dertê h'eta e'rșê e'zmîn.
Firqa usa eșq û guman
P'eyda nabe li vê dinyayê:
Ew r'êbarê t'arîx zeman
Em derxistin ber șeveqê
Zivr'andîye çerxê zemîn
Berbi r'ya komûnîzmê.
Evê nêt û qirara Lênîn
Û merema vê qur'lt'ê.
Ji dinê hildin zor bû zulmî
Mletbazyê h'ezar r'engî,
Nislê t'eze hatne meydan
Bi r'ukh'û dilê Lenînî.
Her der xebat û e'dlayî.

.....



 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues