PÊȘXEBER
Cmae'ta k'urd bi zargotina xweye qedîme, dewletîye p'irjanrva e'yane. Lê berê t'enê t'ek-t'ûk merîêd k'urd û mletêd dinê car-cara pirsêd wê xeznêva mjûl dibin.
T'enê pey heqbûna h'ukumeta sovêtîê li Ermenîstanê ser h'îmê ulmîê șuxulê ewê xezna r'uh'anîê hate bernvîsarê. Lêger'înê û çapkirinê. Salêd sîîda ji alîê înstîtutêd Ermenîstanêye t'erîqa kulturaê, t'erîqê û lîteratûraê bi serekvanîya ermenîzan û zargotinzanêd e'yan K. Melîk' -Ohancanyan, Aram G'analanyan xebatçîê ulmî Asatûr Xaçatryan, kompozîtor Karo Zak'aryan, r'êdaktorê gazêta "R'ya teze" Cerdoê Gênco (Armênak Gyancêsyan). Xwendk'arê Ûnîvêrsîtêta Êrêvanêye dewletê H'. Cndî û herçêd dinê êp'êce șuxul hate kirinê.
Salêd pașwextîê pirsêd bernvîsar, lêger'în û çapkirina zargotina cmae'ta k'urda berê e'wlin Înstîtûta Lîteratûraêye ser navê M. Abêg'yan, wê șûnda Înstîtûta R'ohilatzanîêye R'SS Ermenîstanêye ulma mjûl bûn. Berevokêd qnyatêd zargotinê û mqalêd zargotinzanîê, lêger'înê cuda têne çapkirinê. Ji alîê înstîtûta r'ohilatzanîê me çar cildêd "H'k'yatêd cmae'ta k'urdîe" dane çapkirinê (1961-ê 1962-a, 1969-a, 1980-ê). Ev xebata silda pencane, k'îjan dumayîna herçarê pêșine*.
H'k'yat'êd evê berevoka pênca jî me ji zarbêjêd k'urdêd Ermenîstana Sovêtîê- binelîê gund û avanê neh'îêd Aragasê T'alînê, Bag'ramyanê, Abovyanê, Eçmîazînê, usa jî êd bajarê Êrêvanê bernvîsîne. Zarbêjêd me h'îmlî wek'îlêd cima-e'ta k'urdabûn.
... |