La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîr, hejmar 1


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2005-04-01, Diyarbakır
Préface : Pages : 228
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Rev. Ku. Tr. 1393Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîr, hejmar 1

Versions

Turgut Ersoy

Bîr, hejmar 1

Bîr

Wek usûleke adetî em jî dixwazin bi bersivdayîna pirsa "Çima kovarek nû û çima BÎR?" dest pê bikin û sedemê derçûn, armanc û rêbaza xebata xwe dîyar bikin. Bêguman wek hebûneke civakî û dîrokî, li hember komelga û mirovatiyê berpirsyarî û wezîfeya me heye. îro berpirsyarî û wezîfeya me çi ye? Dema em her yek armanc û daxwazên dilê xwe bi rewş û şertên heyî ra raberî hev bikin, wezîfeya me jî dîyar dibe. Ji destpêka dîroka mirovatiyê vir ve, armanca guhartina rewş û şertên heyî, yan jî çalekîya biarmanc bûye bingeh û dînamîka guhartinê. Ciyê ku guherîn hebe, bêşik statüko jî heye. Em çi qas bixwazin guhartinê pêk bînin, yên din jî ew qas dixwazin rewşa heyî biparêzin û bidomînin. Di encamê de li navbera me û yên din de têkoşîn û dînamîzmeke berdewam peyda dibe.

Di pêvajoya guherînê de bidestxistin û dîyarkirina ...


DESTPÊK

Wek usûleke adetî em jî dixwazin bi bersivdayîna pirsa "Çima kovarek nû û çima BÎR?" dest pê bikin û sedemê derçûn, armanc û rêbaza xebata xwe dîyar bikin. Bêguman wek hebûneke civakî û dîrokî, li hember komelga û mirovatiyê berpirsyarî û wezîfeya me heye. îro berpirsyarî û wezîfeya me çi ye? Dema em her yek armanc û daxwazên dilê xwe bi rewş û şertên heyî ra raberî hev bikin, wezîfeya me jî dîyar dibe. Ji destpêka dîroka mirovatiyê vir ve, armanca guhartina rewş û şertên heyî, yan jî çalekîya biarmanc bûye bingeh û dînamîka guhartinê. Ciyê ku guherîn hebe, bêşik statüko jî heye. Em çi qas bixwazin guhartinê pêk bînin, yên din jî ew qas dixwazin rewşa heyî biparêzin û bidomînin. Di encamê de li navbera me û yên din de têkoşîn û dînamîzmeke berdewam peyda dibe.

Di pêvajoya guherînê de bidestxistin û dîyarkirina zanîna rast û durist, ji bo guhartina rewşa heyî pêdivîyeke bingehî ye. Armanca derxistina kovara BIRê jî bi taybetî di derbarê komelga, dîrok, çand û zimanê kurdî de bi giştî jî di derbarê pirrengîtî û cudahiya çandên herêma Mezopotamya û Rojhelata Navîn de bidestxistin û derxistina belge û zanîna rast û durist e.

îro coğrafyaya ku em li ser dijîn navendek herî kevnare ya ji navendên şarezayîya mirovayetiyê ye. Eger perava Nîlê yek ji wan cîyan be, cîyê din jî Dîcle û Firat e. Çavkaniya herî kevnare, çavkaniyên arkeoloji ne. Her wekî tête zanîn, Kürdistan warê herî kevnare yê çandinî ye, li ser vê axê gelek milet, medeniyet û dewlet pêk hatine, di pêvajoya dîrokê de jiyane û sopa wan hemûyan jî di nav kurdan de heye. Di vê çarçovê de, beşik di mîrasa şarezayiya Mezopotamya û Rojhelata Navîn de cî û para kurdan ji yê miletên din zêdetir nebe, ne kêmtir e. Bi giştî di pêkhatin û pêşketina çand û şarezayiya mirovayetiyê û bi taybetî jî ya Mezopotamyayê de cî û rola kurd û Kurdistanê girîng e. Kedîkirina heywanên kovî, destpêkirina çandinî û hilberîna zad, çêkirina berhemên tevnî û madenî, karûbarê mîmarî û bajarvanî li ser vê xakê rû daye.

Kovara BÎRê, dixwaze bi lêgerîn û lêkolînên li ser ziman, dîrok û çanda kurdî xwerûtî û alîyên ciyawaz ên çand û dîroka kurd derxîne holê û rastiya wan a dîrokî û civakî pêşkêşî xwendavanan bike. Di vê derbarê de hiş û bîra we ya dîrokî-civakî teze bike, rastiya dîroka civaka kurd û berhemên çanda wê bi ber çavan raxîne û ji alîyên erînî û neyînî, ronî û tarî ve, bi bîra we bîne. Û digel wê jî dê bersiva wan kesên mejîşêlûker bide ku bi navê "zanistiyetî" û "pêşverûyî", li miqabilê hemû hovîtî û bêperwayiya dagirkeran, tevgera netewî û civakî ya kurd bi "kevneşopî" û "neteweperestî (?)" tawanbar dikin. Di vê çarçovê de rêbaz û rêgezên me yên bingehîn ev in:

* Dîroka mirovayetîyê, dîroka hilberîna çandê ye. Çand (kultur), di pêvajoya dîrokî û jîyana civakî de hilberîna hemû nirxên maddî û manewî ye.

* Ji ber sedemên dîyar, dewlet û unsurên dewletên herêmî, naxwazin hebûn û tesîra kurdan di pêkhatina mîrasa şarezayî ya Mezopotamya û Rojhelata Navîn de qebûl bikin.

* Hebûna çandên cüda, dewlemendîya dîrokî ya mirovayetî ye. Di herêma em lê dijîn de parastina pirrçandîtî û pirrrengîtiya çandî, wezîfeya me ya mirovperwerîyê ye. Di vê çarçovê de lêgerîn û lêkolînên li ser çand û dîroka kurd, dîyarkirina têkilî û li hev tesîrkirina çanda kurd û milletên din (ereb, faris, tirk, sûryanî, keldanî, ermen, cihû û wd.), yekji armanca kovara me ye. Lewra, ji mêj ve heta îro çandên cüda hene, lêbelê çandeke yekreng û homojen a li ser yên din de nîn e. Her weha çanda kurd jî ne di ser yê milletin din de ye û ne jî ji ya wan paşvetir û kêmtir e.

* Bêguman di pêvajoya dîroka milletan de serkevtin û têkçûn, wendakirin û îxanet, kêfxweşî û xemgînî, başî û xerabî, rastî û çewtî jî hene. Ronîkirina sebeb û encamên van bûyeran, ji nû ve lêkolîn, honandin û şirovekirina wan yekji armancên kovara me ye.

* Armanca lêkolîna me ya li ser ziman, dîrok û çanda kurdî ev e, ku kurd wek subjektekî dîrokî bigîje bîrewerîya hebûna xwe ya civakî û netewî. Bêşik daxwazên netewî ne tenê bidestxistina mafê kulturî (çandî) ye, di heman demî de/her weha rêgezek mafê sîyasî ye.

* Li ser ziman (hemû lehçe û devokan), dîrok, wêje (edebiyat) û çanda kurdî pêkanîna lêkolîn-lêgerîn û weşandina cûr bi cûr nivîsar û belgeyên di derheqa vê babetê de, armanca bingehîn ya derçûna kovara BÎR e. Bi taybetî jî xebatên li ser zimanê kurdî. Lewra ziman, şiklê hebûna netewî ye û binyata bi xivehesîn û cûdahîya ji yê dî derdixe holê û dîyar dike.

* Her netewe ruh û milkîyeteke hevpar peyda dike, ev ruh, xwe disipêre du bingehan, yek jê rabirdu yanî mîrasa bîranînên navxwe ye, yê dî jî dilxwazîya bihevrabûna îroyîn e. Wek berhemê ruhê hevpar berhevdan û ji nû ve honandina çîrok, kilam, lavij, heyranok, metelok, serborî û wd. yekji armanca lêkolînên me ye. Milkîyeta hevpar jî xak e, di mîrasa netewî de xak, çavkaniya objekt û berhemên çandî ye.

* Nirx (helseng) û berhemên çanda kurd, di nav pêvajoya dîrokî de li encama faalîyeta biarmanc a gelê kurd peyda bûne. Berhevkirin û ji nû ve honandin û şirovekirina nirxên çandî, bingeha xebata me ye.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues