La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ji Çîn û Maçînê


Auteur :
Éditeur : Bajar Date & Lieu : 2004, İstanbul
Préface : Pages : 84
Traduction : ISBN : 975-8925-09-1
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ji Çîn û Maçînê

Ji Çîn û Maçînê

Ezra Pound

Bajar


Pound, di nava hunermendên avantgarde ên sedsala 20. de, yên wekî Gaudier-Brzeska, Jacop Epstein, Brancusi, Percy Wyndham Lewis, George Antheil, T. E. Hulme, William Butler Yeats, James Joyce, Jean Cocteau, Francis Picabia, T. S. Eliot, William Carlos Williams û Ernest Hemingway, bi jiyana xwe, bi behreyên xwe, bi 'helbest'a xwe, bi boçûnên xwe yên der barê dîrok, şaristanî û helbestê de, bi bîrdoza xwe ya ku kir ew di dema Şerê Cîhanê Yê Duyemîn de bi riya radyoyê piştevaniya faşîzma Mussolini ya li Italyayê bike, bûye balkêştirîn hunermend.



DENGEKÎ Jİ ÇÎN Û MAÇÎNÊ: EZRA POUND


Pound, Ezra Loomis: (1885 Idaho, D. Y. E - 1973 Venedîk) Helbestkar, wergêr, rexnegir, zimanzan. Di nava hunermendên avant-garde ên sedsala 20. de, yên wekî Gaudier-Brzeska, Jacop Epstein, Brancusi, Percy Wyndham Lewis, George Antheil, T. E. Hulme, William Butler Yeats, JamesJoyce, Jean Cocteau, Francis Picabia, T. S. Eliot, William Carlos Williams û Ernest Hemingway, bi jiyana xwe, bi behreyên xwe, bi 'helbest'a xwe, bi boçûnên xwe yên der barê dîrok, §aristanî û helbestê de, bi bîrdoza xwe ya ku kir ew di dema Şerê Cîhane Yê Duyemîn de bi riya radyoyê pi§tevaniya fa§îzma Mussolini ya li Italyayê bike, bûye balkêştirîn hunermend.

Pound bi xwe pisporê çand û §aristaniyên Serdema Navîn' û çandên Rohilat bû. Li gcl zimanê xwe yê zikmakî îngilîzî û zimanên din, bi zimanên çînî, provensî (zaravayên Frensaya Ba§ûr), frensizî, grekî, latinî û îtalî dizanibû û ji van zimanan gelek wergerên serketî kir. Wergerên wî yên ji KonRçyûs girîng in.

Pi§tî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn, ji aliyê hêzên emerîkan ve, ku ketin îtalyayê, hat girtin, bi bêbextiyc hat tawanbarkirin, lcbelê bi biryara desteyeke psîkiyatran û pisporan dîn hat qcbûlkirin, lcwma jî nehat darizandin, heta sala 1959'î li Emerîkayc, di ncxwe§xaneyekê de hate girtin. Bi hewldan û navbeynkariya gelek mvîskar û rewşenbîrên mezin ên sedsalê hat berdan.

Rêzehelbestên wî yên bi navê Cantos (Stran) gelekî girîng în. William Butler Yeats û T. S. Eliot, dema ku wî nas dikin, gelekî li jêr bandora wî dimînin. Eliot bi xwe, tcvî ku gelek caran rexneyên dijwar li Pound girtiye, dîsa jî ew ji xwe re wekî seyda û pê§eng dîtiye.

Min hemû helbestên T. E. Hulme jî li vê wergere zede kinn, ji ber ku di berhevoka bi navê Pcrsonasyt de, ku me cv helbestên wergerandî pirranî ji wir girtin, Pound ew hildanc nava helbestên xwe her wekî pateyekê bikute ji helbestkarekî pakrewan re, ku bi tenê bi çend helbestên xwe yên kurt tevî dîroka Helbesta Cîhanê bûye. Min jî awat kir ku ez vê rewşa balkêş bidim der, ku pêwîst e ji helbest(bar)ên me yên pênûslez re bibe nimûne -bo yên ku șevê çend helbestan dinivîsin û hîç naxwînin-!

K.N.
Sermawez 2002, Bahçelievler - Stenbol



Threnos*

Ji me re nema heye axînkêşiya bêçine.
Di hingurê de ba nema me bêzar dikin.
Lo miriyê qenc!
Nema dişewitim.
Ji me re nema heye perpitîna baskên
Ku li hewayê, li ser serê me dikirin vingînî.
Lo miriyê qenc!
Viyan min nema digurîne,
Ji me re nema heye lerizîna
Ku gava dest digihên hev.
Lo miriyê qenc!
Ji me re nema heye şerava lêvan,
Ji me re nema heye zanyarî.
Lo miriyê qenc!
Nema heye lehî,
Ji me re nema heye civangeh
(Lo miriyê qenc!)
Tintagoel.

Threnos: Di seraema Epik (Pêlewanî) ya dîroka șanstaniya Grek de dengbej an jî beytbêjên bi navê aoidos hebûn, ku di peristgehên pîrozbahiyên zewacê û veşartina miriyan de klam û zêmarên bi navê paian. hymenaios û threnos digotin. Paian bi tenê li ser mihrîvanî dilovanî û șikûdarya xwedayê royê, Apollo dihatin gotin. Hymenaios texlîdek kilamên dawet û govendan bû. Threnos zêmar bûn, ku di şîna mirivan de dihatin gotin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues