La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîr, hejmar 4


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | Multimedia |
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2005-07-01, Diyarbakır
Préface : Pages : 216
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 155x235 mm
Code FIKP : Rev. Ku. Tr. 1394Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîr, hejmar 4

Versions


Bîr, hejmar 4

Mehmet Konuk

Bîr reklamcılık - yayıncılık


Biz, "Kürt aydınlarının bırakınız üç bin yıllık tarihi, geriye dönük yüz yıllık tarihi yeterince araştırdığı söylenemez. Bu tespit geçmişin, resmi söylemin dışında titizlikle araştırılması ve yazılmasının tarihsel bir görev olarak omuzlarımızda durduğudur. Bunu söylerken tarihçi bir kimliğim yok. Tarihe olan ilgim bir aydın olmanın ötesinde değildir. Kürt toplumuna dayatılan statünün oluşum dönemini araştırmak, Cemil Gündoğan'ın deyimiyle "meslekten tarihçilere" düşen bir görevdir.

Tarihe yaklaşım her dönem hem tarihçilerin hem de ...



PÊŞGOTIN


Xendevanên hêja,

Ev e, bi hejmareke dewlemend a BÎRê em dîsan bi hev re ne.

Çawan ku hûn jî dizanin BÎR, kovareke rewşenbîrî ya mewsimî ye. Lêbelê ji ber sedemên ne di destê me de, carînan dema derçûnê dirêj dibe, em pê re nagîjin ku tam di dema wê de kovarê bigehînin ber destê we. Lê em dixwazin ev yek bête zanîn ku em di warê xwe de qewî biyardar in.

Bêguman dinya bêrawestan her digere û pê re jî diguhere. Bi gotineke din "Tiştê ku naguhere guherîn bi xwe ye". Lêbelê her guherîn ne pêşkeftin e yan jî ne erênî ye, berovajiya wê jî mumkûn e. Carînan jî, guherîn bo hinekan erînî be, dikare bo yê dî neyînî be. Yan jî, bo hinekan pêşketin e, bo hinekên dî jî paşketin e. Yên ku di pêvajoya guherînê de dimeşin divêt li pêşiya xwe binihêrin. Ji bo ku pêşiya xwe baştir bibînin helbet divêt xwedî tecrübe bin. Tecrübe jî di bîrê/hafizayê de têne tomarkirin û parastin. Ji lewre her çi tiştê ku pêwendiya xwe bi neteweya kurd re hebe, bi taybet, her çi tiştê ku ji bo kamilbûn û pêşketina neteweya kurd dê bibe bingeh, kovara BÎRê dixwaze di bîra xwe de qeyd bike û bixine xizmeta neteweya kurd. Divêt bête zanîn ku xizmeta bo gelê xwe, fîdakariya bo neteweya xwe ji layekî ve xizmeta însaniyetê ye jî...

Gelê kurd ji tarîtiya dîrokê bigire heta bi roja îroyîn her tim li vî welatî, li ser vê erdnîgariya ku navê xwe ji peyva "kurd" girtiye, ango li Kurdistanê, bi ketin û rabûnan be jî, jiyana xwe her berdewam kiriye û dê berdewam be. Erdnîgariya dîrokî ya kurdan, demeke dûr û dirêj bûye qada şer û desthilatiya nifûza hêzên îpmperatoriya Osmanî û Sefewî û Ûris û Ereban. Wek tê zanîn piştî belavbûna dewleta Osmanî û Rusyaya Qeyser, bi dawîlêhatina Şerê Cîhanê yê yekem re bi serkêşiya Britanya û Franseyê hêzên emperyal ên rojavayî li herêmê bicî bûn. Li Rusyayê jî bi serketina Şoreşa Oktobirê, Bolşewîk bûn desthilat. Di encama bazarkirinên dijwar de desthilatiya Brîtanya û Bolşewîkan (Sovyetê) li ser rewşa miletên bindest û nexşeya siyasî ya Rojhilatanavîn û Qafqasan li hev hatin. Di nexşeya siyasî ya nuh a Rojhilatanavîn de kurd wek miletekî bêdewlet û bindest hatin hiştin ku ev rewşa ne rewa, ango meseleya kurd ji wê rojê de ye girîftek e. Bêguman têkçûna Komara Mahabadê jî encama vê lihevhatinê bû. Piştî ku Yekitiya Sovyetan di sala 1992an de têkçû, vê carê bi serkêşiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) û hevalbendên wî pêvajoya pêkanîna Projeya Mezin a Rojhilatanavîn dest pêkir.

Bêguman li ser Projeya Mezin a Rojhilatanavîn pirr tişt hatine gotin û nivîsandin, berdewam jî dikin. Em jî dixwazin li vê derê, di çarçoveya vê projeye de, derbarê hinek guhartin û bûyerên ku li vê dema dawîn rûdane çend gotinan bibêjin.

- Piştî têkçûna rejîma dîktatoriya teokratik a Efxanîstan û Baasîzma Iraqê, di pey re jî ji Lubnanê vekişandina hêzên çekdar ên Sûriyê, di herêmê de pêvajoya guhartinekî nuh da destpêkirin. Her weha di rojevê de jihevdexistina rejîma teokratîk a îranê û pê re jî yâ Sûriyeya Baasî li ber derî ye. Dewletên herêmê ketine taya encama hilweşîna van rejîmên dîktator. Lewra ew dizanin, hilweşîna statukoyê çawan ku wan hejandiye, dê ev yek kûrtir bibe...

- Eger em vê pevçûna li Rojhilatanavîn wekî lîstikeke setrencê bifîkrin, her aliyekî ji bo ku rewşa xwe bihêztir bike û hemleyekî serkeftî pêk bîne, bi hemû mehareta xwe çi awantaj û pîyonên li ber destê wan hene kar tînin. Wisan dixuye ku li hemberî îhtimala lêdana Amerîkayê, Iran bi hewldanên xwe dixwaze di vê pevçûnê de Tirkiyê bêteref bike.

- Di vê pêvajoyê de Tirkiye jî li gor karaktere xwe dualî dilîze; ji aliyekî ve mesaj dide dewlet û miletên misilman ên herêmê û ji aliyê din ve, ji bo ku wekî mînaka Iraqê li dervayî pêvajoyê nemîne, dixwaze hemû hêz û șiyana xwe ya çekdarî û sîyasî, ji bo bihêzkirina pozisyon xwe û ligel Amerikayê beşdarbûna pêvajoya Iran û Siryeyê bikarbîne. Têkilîyên bi Hamasê re, bi gruba Sedr re, bi cemaetên şîî û sunnî yên Iraqê re, ji bo vê yekê ne. Her wiha, armanca bingehîn a van tevger û operasyonên eskerî yên li ser sînor jî ne pkk ye, ew tenê sedemek e. Di rastiya xwe de armanc, di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê de tehdîtkirin an jî çavtirsandina hukûmeta Kurdistana Başûr e, her wiha ligel Amerîkayê tevlî pêvajoya lêdana Iranê bûyin e.

- Di heman demê de ji aliye pkk û rêxistinên bi wê ve girêdayî ve, li ser navê projeya "Tirkiyeyîbûn"ê [hûn wekî tirkbûnê têbigîjin (!)] ji bo kêmtirîn daxwazan karanîna tûjtirîn rêbazan, ji siyaseta dewletê re rêxweşkirin e, jê wêdetir li ser hesabê kurdan ne tu tiştek e jî!...

- Bûyerên vê sala dawîn û bi taybetî jî ev çend mehên dawîn nîşan didin ku li Tirkiyê konsepteke nû dest pêkiriye û aktorê sereke yê vê konseptê jî wek her demî artêş e. Ev pêvajo jî wek pêvajoya 28ê Sibatê ye. Paşve gavavêtina AK Partiye bidomîne, dê aqubeta Partiya Refahê were bi serê wêjî.

Wisan diyar e ku ev pêvajo dê endametiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê bixine xeterê û hemû pêkhatinên di çarçoveya muktesebata YE de bo demekî dirêj dê werin rawestandin.

Ji lewre encama vê pêvajoyê û guhartinên ku li Tirkiyê çêdibin dê ji her aliyan ve û bi her awayî bandorê li ser tevgera kurd bikin. Ji lewre me hêvî ev e, ku em ji her demî zêdetir hişyar bin, pêvajoya nû rast têbigîjin û xwedîtiyê li nirxên neteweya xwe bikin da ku gelê me careke din, sedsaleke din stûxwar nemîne. Dîsan hêviya me ev e, ku em ji bo paşeroja neteweya xwe bixebitin û divê ew reng û dirûb û nîşanên ku me dikin kurd, em ji wan re nebin biyanî...

Kovara BIRê di deste we de amûrek ji amûrên xizmetkirina neteweya kurd e, her wiha ji hêzdarkirina bîra me ya neteweyî û ji bo berfirehkirina pêlên rewşenbîrane re platformeke kurdewarî ye. Bi çi awayî dibe ew dizane, her kesê ku xwedîtiyê li kovara BÎRê dike, her kesê ku jê sûd werdigre, ew xizmetê ji xwe re û ji neteweya xwe re dike.

Bi hêviya ku em bi hejmareke dewlemendtir di xizmeta we de bin, niha bimînin di xweşiyê de.

BÎR



1925 Kürt hareketinin yapısı ve hedefleri

Tahsin sever


"Üç bin yıllık geçmqin hesabını yapamayan insan günübirlik yaşayan insandır."
Goethe

Biz, "Kürt aydınlarının bırakınız üç bin yıllık tarihi, geriye dönük yüz yıllık tarihi yeterince araştırdığı söylenemez. Bu tespit geçmişin, resmi söylemin dışında titizlikle araştırılması ve yazılmasının tarihsel bir görev olarak omuzlarımızda durduğudur. Bunu söylerken tarihçi bir kimliğim yok. Tarihe olan ilgim bir aydın olmanın ötesinde değildir. Kürt toplumuna dayatılan statünün oluşum dönemini araştırmak, Cemil Gündoğan'ın deyimiyle "meslekten tarihçilere" düşen bir görevdir.

Tarihe yaklaşım her dönem hem tarihçilerin hem de tarihsel ve siyasal olaylara ilgi duyan bireyi meşgul eden en önemli sorunlardan biri olagelmiştir. İster meslekten tarihçiler olsun ister tarihi olayları yorumlamaya kalkışan herhangi bir araştırmacı olsun bazı sorulardan hareketle tarihsel olayları anlamlandırmaya ve tarihe bu çerçevede belli konsepti oturtmaya çalışırlar. Her kesim üzerinde fikir birliği ve genelde kabul gören "doğru"lar oluşturmak özellikle siyasal ve tarihsel olaylarda çok zordur.

Tarihe pozitivist yaklaşan yazımlar, olgunun dış görüntüsüne yüklenmekte, gözlemlenebilen, sayılabilen, ölçülebilen verilere takıldıklarından özneleri eyleme iten düşünceleri, siyasal duruşları, amaçları gibi son derece önemli konuları göz ardı etmek gibi bir risk taşırlar. Örneğin, 1925 Hareketinde "dini misyonlar" olan şahsiyetlerin yer almasına dayanarak, bu görüntüyü temel alarak hareketi "gerici" olarak nitelemek gibi. Son zamanlarda 1925 eksenli yapılan tartışmalar zorunlu olarak tarihe nasıl yaklaşmalı sorusunu da gündeme getirdi. Ulusu belirleyen ve biçimlendiren ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues