La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîr, hejmar 6


Auteurs : | | | | | Multimedia | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2007-01-01, Diyarbakır
Préface : Pages : 256
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 155x235 mm
Code FIKP : Rev. Ku. Tr. 1398Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîr, hejmar 6

Versions

Bîr, hejmar 6

Mehmet Konuk

Bîr


Li gor periyoda kovarê, hinek derengî bikeve jî, hejmareke nuh ya kovara BIRê bi naverokeke dewlemend gihîşte ber deste we.
Di vê hejmarê de jî nivîs û gotarên li ser DDKOyan berdewam in. Digel nivîsên dosyaya DDKO-II, hûnê gelek nivîsên balkêş ên din jî di vê hejmara BÎRê de bixwînin.

Birêzan, bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî jî li Rojhelatanavîn û dinyayê de ewqas bûyerên girîng ên ku me eleqeder bikin hene, ne mimkune em di pêşgotinekê de bi teferuat behsa wan bikin û li ser van bûyeran nihêrîna xwe bi awayeke berfireh dîyar bikin. Digel vê yekê bi kurtî be jî, em dixwazin li ser hinek mijar û bûyerên girîng ên di rojevê de bi çend gotinan fikir û ramanên xwe binivîsînin.

Çawa ku hûn jî dizanin meha adarê, di dîroka me kurdan de meha bîranîna bûyerên xweş û nexweş e: Helbet di meha adarê de xweştirîn roj Newroz e.

Newroza we pîroz be...



PÊŞGOTIN


Xwendevanên hêja,

Li gor periyoda kovarê, hinek derengî bikeve jî, hejmareke nuh ya kovara BIRê bi naverokeke dewlemend gihîşte ber deste we.
Di vê hejmarê de jî nivîs û gotarên li ser DDKOyan berdewam in. Digel nivîsên dosyaya DDKO-II, hûnê gelek nivîsên balkêş ên din jî di vê hejmara BÎRê de bixwînin.

Birêzan, bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî jî li Rojhelatanavîn û dinyayê de ewqas bûyerên girîng ên ku me eleqeder bikin hene, ne mimkune em di pêşgotinekê de bi teferuat behsa wan bikin û li ser van bûyeran nihêrîna xwe bi awayeke berfireh dîyar bikin. Digel vê yekê bi kurtî be jî, em dixwazin li ser hinek mijar û bûyerên girîng ên di rojevê de bi çend gotinan fikir û ramanên xwe binivîsînin.

Çawa ku hûn jî dizanin meha adarê, di dîroka me kurdan de meha bîranîna bûyerên xweş û nexweş e: Helbet di meha adarê de xweştirîn roj Newroz e.

Newroza we pîroz be...

Her wiha di 1ê adara 1979 de serokê netewî yê kurd Mistefa Barzanî çû ser heqiya xwe, di 6ê adara 1921 de Serhildana Qoçgirîyê dest pê kir; di 6ê adara 1975 de Peymana Cezayîrê hate îmzekirin; di 11ê adara 1970ê de Peymana xudmuxtariya Kurdistana Başûr hate îmzekirin; di 16ê adara 1988 de komkujiya Helebçeyê çêbû; di 21-22yê adara 1937 de Serhildana Dersime dest pê kir; di 31ê adara 1947 de jî serokê Komara Kurd a Mehabadê, Qazî Mihemed û hevalên xwe hatibûn darvekirin. Beşik hê gelek bûyerên din jî hene ku di vê mehê de rû dane. Meha adarê, ji bo me kurdan bi bîranîna bûyerên dîrokî û trajik dagirtî ye. Ji vî çendî divêt em pratik û ceribandinên xwe yên dîrokî ji bîr ve nekin. Lewre coğrafyaya ku em li ser dijîn û hawirdora welatê me, her tim musaîd e bo erdhej û hezazên siyasî re.

Bêguman di nav sedemên rewşa îroyîn a kurdan de digel ku behra lawazî û nezaniya kurdan bixwe hebûye, ewçend jî neheqiya dewletên serwer ên destpêka sedsala bîstan hebû. Li pey Şerê Duyemîn ê Cîhanî, pêkhatina statuya nuh a Rojhelata navîn di navbera dewletên serwer ên Rojava û Rojhilat de bû sedemê parastina berjewendiyên hevpar ên pêncî salan. Helbet hevkarî û berjewendîyên dewlet û miletan ne mutleq û neguhêrbar in. Di vê çarçoveyê de, berjewendiya neteweya kurd li kû hebe dê gelê kurd jî bi wê dewlet an gelî re hevkarîya xwe xurt bike, ne ku xwe bi dirûşmên îdeolojîk ên tundrew bixapîne. Êdî têkoşîna li dijî emperyalizme yan jî hevkariya ligel emperyalizmê, wek dereweke qerase di nava meydanê de dirize, ku bi tenê kêrî xapandina me kurdan dihête!

Îsal, sala Kerkûkê ye û di dereceya yekemîn de mesela çareseriya statûya Kerkûkê dê mohra xwe li vê salê bixîne. Di eslê xwe de çareseriya pirsgirêka Kerkûkê, çareseriya pirsgirêka netewî ya kurd e, ku kurd li Rojhelatanavîn mezintirîn neteweya bêdewlet e. Gotina "divê dewletên hawîrdor xwe hînî hebûna dewleteke kurd bikin" gelek rast e û îradeya naveroka mafê çarenûsiya xwe dîyar dike. Bêguman di vê cografyayê de pirsgirêk, tenê ne pirsgirêka neteweyî ya kurd e, di nav sînorên dewleta Tırkiye û îran û Surîyê de digel pirsgirêka neteweyî ya kurd, pirsgirêkên neteweyên ciyawaz û naskirina mafê wan ên rewa jî heye. Tirsa van dewletan ew e ku rewşa Kurdistana Başûr, bitaybet ji bo Kurdên nava wan û miletên din, dê bibe model û mînakeke şênber. Lêbelê hezar mixabin ku îro jî li Bakûr de bi destê Kurdan bi xwe ve propagandayek kesîf tê ajotin derbarê mefhûma dewletê ku "dewletbûna Kurdan tiştekî xerab e, kirêt e û herwiha sedemên şer û kuştin û xwînrijandina gelan e". Baş e ger wisa be, hingê bo çi îro jî li tevahî cîhanê de her millet dewleta xwe her diçin xurt dikin û her wiha bo çi her milletek bê dewlet hewl dide û dixwaze bibe xwedî devlet? Bo çi gelên ku hejmara nüfûsa wan bi sed hezaran e, bo wan mafê dewletbûnê tête xwestin? Wek nimûne; Qibrisa bakûr, Qeredax, Filistîna Ereb, Kosowa, Çeçenîstan û hwd. Helbet em bo van gelan mafê dewletbûnê tişteke tabiî û heq dibînin, lêbelê dema dor tê milletê kurd divê durûtî neyê kirin û ev yek bo Kurdan jî mafekî rewa û tabiî bê qebûl kirin. Em bawer in ku divê kurd li dijî dezenformasyona ku li vî warî de tête kirin hişyar û agahdar bin.

Desthilatdar û rêvebirên Tirkiyê, bi taybetî jî artêşa tirk, her tim gefan li Hukûmeta Federe ya Kurdistanê dixwin û dibêjin ku "Kurd Kerkûkê bi dest bixin, em dê bi zend û bendê girêdayî neminin". Baş e, dema ku Seddamî Kurd û Tirkmanên Kerkûkê qir dikirin, çima Tîrkiyê gilî û gazind nedikir û qet dengê xwe dernedixist? Wisa xuya ye, dema ku erebkirin, qirkirina etnîkî, xirabkirin û guhartina demografyaya bajarê Kerkûkê ji bo kêmkirina nüfûsa Kurdan bû, ev rewş ji aliye Tirkiye ve dihate qebûlkirin(!), Girêdana Kerkûkê li ser Kurdistanê ve, ji bo çi nayête qebûlkirin? Ger Tirkman ji bo vê yekê sebeb bêne nîşandan, dîyar e ku ev behaneyeke bêbinyad e. Rejîma Seddamî muameleyên gelek xerab anîn ser kurd û tirkmanên Kerkûkê, wê demê pêjnên humanisti yên dewleta Tirkiyê û yên din li ku bûn? Bi rastî mesele ne tenê Kerkük e jî, îro 40 % coğrafyaya Kurdistana Başûr, ne di bin desthelatiya Hukûmeta Federe ya Kurdistanê de ye. Ev pirsgirêk ne li gor daxwaza Tirkiye û Îranê, dê li gor îradeya Kurd û Erebên Iraqê çareser bibe. Çavkanî û rêbaza wê jî, benda 140ê Qanûna Esasî ya Iraqê ye. Derbarê meseleya Kerkûkê û paşvexistina referanduma Kerkûkê de hemû hewldanên Tirkiyê bêencam dibin. Bitaybet di serlêdana serokerkan û wezîrê derve yê Tirkiye bo DYA de, ku daxwazeke herî girîng jî paşvexistina referanduma Kerkûkê bû, lêbelê Amerîkayê bi zimanekî pirr zelal bersîva wan da û piştgiriya xwe ya bo proseya benda 140 jî dîyar kir. Edî derbarê realiteya kurd de tu dermanekî nikare endîşeya Tirkan sivik bike.

Ji ber ku di meseleya Kerkûkê de teseliya tirkan ketiye, êdî bi egera îlankirina dewleteke serbixwe ya kurd, qirkirina tirkmanan û li wê derê hebûna PKK, gefên ji bo dagirkirin û operasyonên li ser Kurdistana Başûr têne kirin. Li hemberî vî zimanê êrîşker, her gotareke birêz Barzanî Tirkiyeyê dihejîne; di rojeva medyaya tirk de dibe xala pêşîyê û dibe sedema nîqaş û guftûgoyên di vî warî de. Ev jî, bi xwe nebawerbûna dewleta Tirk nîşan dide. Lêbelê ew jî baş dizanin ku hem ji aliyê rewşa hundirîn ve û hem ji aliyê şertên navnetewî ve dagirkirin û operasyona li ser Kurdistana Başûr, bi çi sedemî dibe bila bibe, gelek zehmet e. Jixwe, dema ku em li hewaya hundir binihêrin, ji gotar û hehvesta leşker û siyasiyan dîyar e ku, di politikaya dewleta tirk de nezelalî û duserîrîyek heye. Bitaybet, li van demên dawîyê bûyerên ku li Tirkiyê çêdibin, bêşik pêwendiya wan bi duserîtî û dijraberiya hêzên nav dewletê re heye. Pêla faşizm û şovenîzma li Tirkiye bi destê van aliyan têye pêşxistin.

Pêşkevtina şovenizm û nijadperestiya tirkan, ne rast e ku em wek encameke modernîzmê (bajarîbûn; bêkarî, xizanî û globalîzebûn) dîyar bikin. Di rastiyê de ev şovenizm û nijadperestî xwedî rabirdû û mîraseke dîrokî ye. Ev jî, xêza Îttihat we Terraqî bi xwe ye, ku rengê sereke yê siyaseta tirk e. Kîjan partî dibe hükümet bila bibe, desthilatiya rasteqîn di destê vê xêza nîjadperest de ye.

Daxuyaniyên rayedarên tirkan û bi taybetî jî gotarên paşa û generalên teqawîtbûyî, peyamên artêşa tirk in. Beriya wê jî gelek caran mesajên wisa hatin ragihandin, lêbelê ta niha li ser hesabê demokratîkbûyîna Tirkiye tu encameke erênî nedane, berevajî wê, zixt û zordariya li ser Kurdan hê zêdetir bûye. Vê carê jî hesabên cûr bi cûr têne kirin; ji aliyekî ve hesabên hilbijartinan têne kirin û ji aliye din ve jî esker bi xwe dixwaze di çarçoveya siyaseta "Tırkiyeyîbûnê" de mesajek bide muxatabên (!) xwe û her wiha, bala gelê kurd ji ser meseleya Kerkûkê û îlankirin - Dewleteke serbixwe ya kurd bikşîne bi aliyekî din ve. Ji vê çendê siyaseta kurd divê bi tevayî dînamîkên xwe li peywira xwe ya dîrokî xwedî derkevin û bi hîşyari di nav tevgereke aktif de bin.

Piştî vê kurtenihêrînê, wek gotineke dawîn em dixwazin bidin zanîn ku, di doza neteweyî ya kurd de, ew birîna ku her tim xwîn jê diherike, roj bi rojê helandina zimanê me ye; erozyona daneyên kelepor û kultura me ye. Ji vê çendê divêt em kurd ji her demê zêdetir di warê pêşxistina ziman û kultura kurdî de xwe biêşînin. Êdî ew roj nêzîk bûye ku li qada Tirkîyê, gelê kurd hem ji aliye siyasî ve û hem jî, ji aliye ramanî û zimanî û kulturî ve, xwe bi awayekî serbixwe, wek kurd organize bike. Divêt tu caran neyête jibîrvekirin, ew serkaniya ku kurd pê dibin kurd, zimanê kurdî bi xwe ye.

Heta hejmereke din bimînin di xweşîyê de.

BÎR



Damezirandina DDKOyan bi Dîroka Kurdistanê ve Xurtî Girêdayî ye

Faruk Aras


Ez di sala 1945 de li bajarê îstanbulê, li Samatya hatime dinê. Malbata min di destpêka sala 1940an de ji bo ticaretê li Îstanbolê bicih bibû. Piştî bûyina min, malbata min vedigere Qersê. Ez di nasnameya resmî de li ser Qersê hatime qeyd kirin. Malbata min malbateke dewlemend bû. Li aliyekî li Îstanbul û Qersê mexazeyên wan ê ticaretê hebûn û li aliyekî jî di xwedîkirina heywanan de karê xwe gelekî pêşde biribûn. Li mintiqaya Qersê di nav kurdan de ji bo çêkirina penêr zavota (mandra) herî modern jî aliyê bavê min ve hatibû çêkirin.

Bavê min bi xwe, beriya Şoreşa Sovyetê li Ûrisêtê mekteba bilind xwendibû. Zimanê ûrisî gelekî baş zanibû. Ji aliyekî ve bi ticarete re, ji aliyekî ve jî bi siyasete re aktîf mijul dibû. Yek ji wan kesan bû ku hîmdarên Demokrat Partiye (DP) ya Qersê bû. Serokatiya teşkilata Qersê jî kir. Hetanî ku cuntaya leşkerî ya sala 1960î çebû û Demokrat Partî hate girtin, wî bi awayekî aktîf karê siyasî kir.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues