La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Baweriyên batil en Kurdan


Auteurs : |
Éditeur : Enstîtuya Kelepora Kurdî Date & Lieu : , Silêmanî
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 9944 - 108 - 18 - 9
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Baweriyên batil en Kurdan

Baweriyên batil en Kurdan

Mustafa Gazî,
Ahmed Bengîn

Enstîtuya Kelepora Kurdî

Me piraniya van baweriyan ji herêmên wek Qerejdax (Siwêreg / Ruha) û Amedê berhev kirin. Lê belê em dikarin bibêjin me ji pêncan yek jî ji herêmên din berhev kirin.

Hin kes ji van baweriyan re dibêjin "baweriyên tewş" an "baweriyên bêbinî" û hin kes jî dibêjin "xurafe". Ji aliyê zanistî û olî de bingeha van baweriyan tuneye. Lê çi dibin bila bibin dîsa jî di nav gelê kurd de yên bi van tiştan bawer dikin gelek in. Karê me berhevkirina van baweriyan bû. Me tenê peywira xwe anî cih û wek çavkaniyekê pêşkêșî we kir.



PÊȘEKÎ


Enstîtuya Kelepora Kurdî ku lê dixebite kelepor û folklora kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê berhev bike, hilîne û biparêze, vê carê kitêbeke li ser baweriyên batil yên bakurê Kurdistanê belav dike. Ev berhem yek, ji ber rewșa taybet ya bakurê Kurdistanê girîng e, lewre gelek berhem û nimûneyên kelepor û folklora kurdî li ber nemanê ne, ji ber vê hindê divê zûtirê bêne berhevkirin û hilanîn.

Li aliyê din çawa ku mîtos, dastan, çîrok, kilam û stranên gelan ji bo naskirina wan gelekî girîng in, lewre her yek hesret, dilxwazî û hêviyên gelan didin xuyakirin, baweriyên batil jî bi rolekî weha radibin, heya bigire mirov dikare bêje bi rolekî karîger û sûdmendtir radibin. Lewre çawa ku şîrovekirina xewnan ji bo nasîna mirov yek ji riyên herî baș e, ku yekser peywendî bi binhişgeha mirov ve heye, baweriyên batil jî, ku "binhișgeha kollektîf' ya gelan pêk tînin, ji bo nasîna gelan yek ji riyên herî baș û karîger in, ji ber vê hindê ev bawerîji bo civaknas û derûnasan kereste û alavên hêja ne ji bo ku bikaribin civakê binasin.

Wekî din mirov dikare bi riya baweriyên batil bi mêjû û dîroka gelan de dakeve. Bo nimûne, li gorî baweriyekê vemirandina êgir guneh e, tê gotin ku kesê ku êgir vemirîne dê gurîbibe. Dîsa dema roj û hîv tê girtin, li tenekeyan didin, da ku roj û hîv ji vê yekê xelas bibe. Vê çendê bi awayekî peywendî bi ayîna Zerdeștiyê ve heye ku hewandina rojê pîroz e. Her weha gelek ji van baweriyan ji bo perwerdekirina zarok û mirovan têne bikaranîn, lê kirasekî din lê tê kirin da ku bi kêr werin. Bo nimûne dibêjin, bi şev birîna neynûkan guneh e, lewre berê elektrîk nebû, dema mirovan bi §ev neynûkên xwe dibirîn, birîn dikirin. Dîsa dibêjin, jineke ku çilê wê xelas nebûye, divê dengê wê neçe mirî§kan dê ji hêkan sar bibin, ev jî ji ber vê yekê ye jina ku zarok aniye divê heya demekê neçe derê, lewre ji bo tenduristiya wê nebaș e.

Li aliyê din hindek baweriyan yekser peywendî bi têkiliyên hilberînê ango berhemhênanê ve heye. Bo nimûne kuştina maran xêr e û hebûna hesp jî mirad e, lewre mar gelekî ziyanê digihînin zad û mirovkuj in, hesp jî bi rolekî gelekî girîng radibe, karê veguhastin û barkêşanê pêk tîne. Hin ji van baweriyan jî nêrîn û nîşaneyên civaka pederşahiyê ango patriarkal didin xuyakirin. Bo nimûne dibêjin ger mêr li ber tenûrê raweste dê bereket li nên nekeve.

Cihê gotinê ye, hindek ji van baweriyan dibe ku li ba mirovê îroyîn cihê matmayîn, bêhntengî û pêkenînê bin, lê dawiya dawî ev jî parçeyekji mêjûya gelê kurd in û divê bêne zanîn û tomarkirin. Her weha divê bê xuyakirin, her çend ev bawerî hemû ne batil bin, lê ji ber ku ji bo baweriyên bi vî rengî ev peyv tê bikaranîn, me jî ew hilbijart ku ji aliyê zanistî û metodolojîk ve di cih de ye.

Enstîtuya Kelepora Kurdî



Li gorî gotina diya min a rehmetî ez sala 1958'an li gundê Şêxuliya Jêrin ku ser bi Siwêregê ve ye hatime dinê.
Hîn ez pitik bûm, di pêçekê de bûm, bavê min ji ber karê xwe malê ji gund bar dike tîne Diyarbekirê. Ez ji pitikiya xwe û vir de ye li Diyarbekirê dijîm. Min dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Diyarbekirê xwend. Ez ji eşîra Keja me. Eşîra Keja şaxeke konfederasyona eşîra Mila ye. Eşîra Keja bi piranî li derdora Qerejdaxê, li Siwêregê (Sêrek) û hinek jî li Diyarbekir û Serê Kaniyê (Ceylanpinar) bi cih û war bûye.

Gelek sal in ez di warê ziman, zargotin û muzîka kurdî de dixebitim. Ez hem kilam û stranan berhev dikim û hem jî diafirînim. Stranên min ji hêla kom û hunermendên wek Koma DDKD, Koma Pêşeng. Koma Azad, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Şiyar, Siyabend, Zinar Sozdar, Şîlan, S. Metîn, Sebahedîn Xoce, Şoreş, Selinay, Oruç, Azad Bîlen û hwd. ve hatin xwendin. Strana min ya herî navdar "Xerîb im" e. Piştî 1991'ê min duwazde salan mamostetiya zimanê kurdî kir, dersên zimanê kurdî dan gelê xwe.
Gelek xebatên min di kovar û rojnameyên kurdî de hatin belavkirin. Bi navê "Diyarbakir Turkçesi", "Pirpinm", "Ferheng", "Gurzek ji zargotina zarokan" û "Nifîr û duayên kurdî" pênc pirtûkên min hene.

Mustafa Gazî

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues