La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîrokên hezar û şevekê


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1998, Stockholm
Préface : Pages : 143
Traduction : ISBN : 91-88592-34-0
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1118Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîrokên hezar û şevekê

Çîrokên hezar û şevekê

Mîr Şahriyar û birayê wî Mîr Şahzeman

Tê gotin -lê belê wek her carê û niha Xwedê zanatir, bi aqiltir û bi rehmtir e- ku di destpêka çêbûna dunyayê û hungura demê de, mîrekî bi nav û deng û xwedî hêz li welatê Sasan, di navbera giravên Çîn û Hindistanê de dijiya. Ordiyên wî, yên mezin û hêzên xurt yên di xizmeta xelkê de hebûn. Herweha gelek xulam di qesra wî ya mezin de, di xizmeta wî de bûn. Du kurên wî, yekî mezin û yekî piçûk, hebûn. Her du jî siwarên jîr û merxas bûn; lê belê kurê mezin di warê siwarîbûnê de ji yê piçûk jîrtir bû. Yê mezin welat bi edalet îdare dikir; ji ber ve yekê jî xelkê jê hez dikir. Navê wî Şahriyar, ango şahê bajêr bû; birayê wî yê ku navê wî Şahzeman, ango şahê zeman bû, li Semarkand el-Ecamê mîr bû.

Sal di ser salan re derbas bûn; herdu Mîran jî, welatên xwe bi edalet û xweşî idare dikirin û di nav xweşî û bereketê de dijiyan. Lê belê piştî bist salan birayê mezin bi awayekî nedîtî bêriya biraye xwe kir û emir da wezirê xwe da ku biçe birayê wî bîne. Wezîrî got: "Ser seran û ser çavan" û bi rê ket. Bi îzna Xwedê, bê dijwarî, wezîr gîhaşt cem birayê piçûk. Ji birayê piçûk re "silavên Xwedê li te bin" got û sebebê hatina xwe diyar kir.

Şahzemanî got: "Ser seran û ser çavan." Emir da pêşkar û xulaman da ku haziriya birêketinê bikin. Kon, zexîre, hêstir, deve û pewistiyên rê yên din hatin hazirkirin. Paşê Şahzemanî îdareya welet da destê wezîrê xwe û bi rê ketin.

Lê êvarê, dema bêhnvedanê, hate bîra Şahzemanî ku tiştek li qesra xwe ji bîr kiriye û bi nehînî vegeriya wir. Wî, di qesrê de, jina xwe li ser dîwanê veketî, di hembêza koleyekî xwe î reşik de, dit. 


ÇEND GOTIN

Di demeke kevin de siltanek hebûye. Xatûneke siltên a pir spehi hebûye ku siltên ji her tiştên li ser rûyê dinyayê betir jê hez dikir, bi gotina wê dikir, yeka wê nedikir dudu, ew mîna dil û çavên xwe diparast. Ji ber vê hezkirin û dilşahiyê, siltan ji welatiyên xwe re jî qenc bû, dilovan bû, tade û neheqî li wan nedikirin, dixwest ew jî di nava xweşî û evînê de bijîn. Le belê bi qasî ku siltan bi xatûna xwe ve girêdayî bû û sadiqê wê bû, xatûna wî jî ew çend nesadiq û li hemberî siltên ne durust bû. Rojekê siltan xatûna xwe di hemêza koleyekî xwe de dibîne.

Ew bûyera han siltên dihejine, dinyayê li ber çavên wî reş dike, ew hema şûrê xwe ji ber xwe dikişîne û seren herdiwan jî difirîne. Îcar ji berdêla nermahî û dilovaniyê ew dibe mirovekî sert, bewijdan û bi kîn û nefret. Welatê xwe yê wek bihuştê li welatiyên xwe dike dojeh, li hemberî jinan bi gir dibe û jinan mîna benderuhên neqenc û xapînok dibîne. Loma jî ew her jina ku pê re dizewice, di berbanga dotira rojê de dikuje. Rojekê, keça wezîrê siltên, Şehrezad ji bavê xwe daxwaz dike ku bi siltên re bizewice. Bavê wê li hemberî daxwaza wê derdikeve û naxwaze ku keça wî roja piştî dawetê were kuştin. Lê wezir ji ber Şehrezadê nake der û Şehrezadê pêşkêşî siltanê xwe dike. Şehrezada ku bi biaqilî û spehîbûna xwe navdar e, ji siltên daxwaz dike ku xwişka wê Dinyazade jî li ba wê razê da ku di ber dilê wê bide. Siltan daxwaza xatûna xwe Şeherazedeyê qebûl dike û destûra xwişka wê Dinyazadeyê dide. Gava Dinyazade bi şev tê ba Şehrezadeyê, ew digirî, li xwe dixe, porê xwe dikişîne; lê xwişka wê Şehrezade wê teseli dike, serê wê datîne ser çonga xwe û je re çîrokekê dibêje. Di vê navê de siltan jî şiyar dibe, xwe dide ser enîşkên xwe û bi balkêşî li çîroka Şehrezadeyê guhdarî dike. Çîroka wê ewqasî bi kelecan e, ku hem deve siltên, hem jî yê Dinyazadeyê ji hev dimîne û ew di cîhana fantaziyan de derdikevin rêwîtiyên dirêj. Gava tîrêjên rojê davêjin hundur, celad derî vedike ku Şehrezadeyê bibe û serê we je bike, lê siltan nahêle û dixwaze li dewama çîroka wê guhdarî bike. Şehrezadê şeva piştî wê ji dewama çîrokê dibêje, lê disan gava sibehê zû celad derî vedike da ku wê bibe û serê wê jê bike, disan siltan nahêle û dixwaze li dewama çîroka wê guhdarî bike. Ev yeka han welê dom dike û Şehrezadê hezar û şevekê, her şevê ji siltên re çîrokekê dibêje. Di hundurê vê demê de ew ji siltên re lawekî jî tîne dinyayê û li ber dile siltên bêhawe şêrîn dibe.

Siltanê bêwijdan û dilkevir, disan nerm û dilovan dibe, disan bi evîn û hezkirinê difûre û dibe siltanê bere...

Çîrokên di vê kitêbê de hinek ji çîrokên Şehrezadeyê ne ku di hezar û şevekê de hatine gotin. Ev çîrokên ku di edebiyata cihanê de xwediyên cihekî taybetî ne û tesîreke mezin li nivîskarên epoka romantîkê kirine, Serdar Roşan ew kirine malê ziman û edebiyata kurdî. Mîna tê zanîn ev çîrokên han ji hezar û yek çîroka pêk ten. Veca ev hezar û yek çîrok di hin zimanan de bûne deh, di hin zimanan de bûne donzdeh û di hinan de jî bûne panzdeh cild. Bêguman wergerandin û weşandina van hemû cildan armanc û daxwaza me ye. Lê bêî ku em ji rewşê gazinan bikin, em bi hêvî ne ku em ê di rojên pêş de hemû cildên çîrokên hezar û şevekê bi zimanê kurdî jî bixwînin.

Serdar Roşan ev çîrokên han ji zimanê swêdî wergerandine kurdî. Herçî swedî ne wan jî çîrok ji zimanê fransî wergerandine. Bêşik we pir baştir bûya ku ev çîrokên han ji zimanê orjînal bihatina wergerandin. Lê mixabin îmkanê me tunebû û me xwest ku wergera van çîrokan ji cihekî dest pê bibe. Digel vê hindê jî em dikarin bêî dudilî bibêjin ku wergêr Serdar Roşan çîrok bi kirasê zimanê kurdî yê spehî xemilandine.

Firat Cewerî
Stockholm, 1998




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues