La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dilşa

Auteur :
Éditeur : Elma Date & Lieu : 2003, İstanbul
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 975-8794-07-8
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1016Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dilşa

Dilşa

Hingê me li dibistana seretayî dixwend. Di nav me de tenê kekê min piçekê bi Tirkî dizanibû. Ez û birayê xwe yê biçûk, me yek peyvekê jî bi Tirki nizanibû. Le em bi kekê xwe serbilind bûn, ew dipeyivî û wî gelek caran di ber me de jî bersîv dida. Ne rihet bû, lê vê disbistana ku Kurdî lê qedexe bû û cezayê peyivînê barek lêdan bû, bi Tirkî zanîn merîfetek mezin bû.

Di serî de kekê min qet nexwestibû ku dest bi dibistanê bike. Diya min pirr bi kekê min re pev çû, pê re şer kir û têr li kekê min xist. Cara yekem bû ku ez li lêxistina diya xwe ya bi vî awayî dibûm şahid. Pîra min jî bi vê yekê gellek acis bûbû û nedixwest ku diya min bi me re şer bike. Pîra min digot:

- Keçê, ma hema naxwazin bila neçin dibastanê. Ma te negot wê kevir bibare!.. Sêwî ne, gune ne! Ev te çi ye ji wan gidî. Hema nexwînin wê çi bibe. Te negot wê kevir bibarin: Ma bavê wan xwend, ma kalê wan xwend ku ew kêm man!

Diya min bi hêrs lê vegerand:
- Bila neçin, bila bibin şivan û gavan!

Sêzdeh û nîv

Diya min kir nekir, eva ku kekê min ji kirta xwe wera xwarê nehat.

Di rojeke şilî û baran de em ji mal  reviyan. Ya rast kekê min reviya û me herduyan jî da dû wî. Ji demekê bi şûn de baran bû tavî. Êdî em nikaribûn herin. Li ser rê şikeftek hebû, jê re digotin Şikefta Mêlo. Em çûn ketin hundirê Şikefta Mêlo û li benda rawestîna baranê man.

Marê reş, cardin kir kufîn û xwe avêt paniya Dilşayê, pê veda. Wek ku tîrek li paniya wê bikeve, Dilşayê êşeke kûr his kir. Êdî marê reş bi Dilşayê vedabû û hemû jara xwe berî bedena wê ya ter û ciwan dabû. Tu dengek ji Dilşayê derketibû.

Li derve cendirman gundê Hertayê dişewitand. Dilşayê di qula darê de hêdî hêdî û bi bêdengî can dida. Zarûktiya wê, mêrê wê Rostem û zarûkê di zikê wê de hatin ber çavê wê. Roja daweta wê hat ber çavê wê. Cêrê ku li diwarê malê xistibû û şikandibû dît. Yekî şerbikek av jê re dianî. Gelo ev Rostem bû? Dilşayê destê xwe direjî avê dikir, bele dikir nedikir destê wê nedigihîşt avê. Demektê bi şûn de milê wê diket ber wê, belê wê hê jî zimanê xwe derxisitibû û dirêjî avê dikir.

Dilşayê hêdî hêdî can dida. Pêşî lingên wê bêrih man û bûn wek êzing. Dû re laşê wê, pêsirên wê, milên wê û çavên wê sar bûn. Zarûkê di zikê wê de, bêhêvî çend pihîn avêt û hêdî hêdî teqlên wî jî sist bûn û can da. Niha Dilşa û zarokê xwe miribûn.

Birahîm, ji mirina Dilşayê û zarûkê wê bêhay li benda çûyina cendirma bû.

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues