La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yekîtiya Sosyalîst, n°25


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1990, Uppsala
Préface : Pages : 32
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 205x295 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Tr.Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Yekîtiya Sosyalîst, n°25


Yekîtiya Sosyalîst, n°25

Ala Rizgarî

Compt d'auteur


Rojhilata Navîn herêmeka gelek tevlîhev e û ji bona cîhanê jî gelek girîng e. Bûyereke piçûk caran dibe sedemê krîzeke mezin. Eger li vê herêmê welatek bê daqultandin, gelek vekirîyê, ku ew ê bibe sedema krîzeke gelek mezin. Rastî jî di hessesîyeta dengên li Rojhilata Navîn, dema ku di 2'î yê Tebax'a 1990'î de, Dewleta Iraqê, êrişî welatê Kûweyt'ê kir û di çend saetan de xiste dest û lepên xwe yên bi xwîn, di wan saetan da, di Rojhilata Navîn de, bu bûyereka gelek girîng, derket qada jîyana civakên Rojhilata Navîn. Di eynî demê de bû sedema krîzeka mezin. Di demeka kurt de, bi îlheka Kuveyt'ê kriz kûr û fırehtir bû.

Ev krîza di çerçewa Rojhilata Navîn de nema, ji bo cîhanê...



KRÎZA KÖRFEZE LI ROJHILATA NAVÎN Û LI DİNE DOM DİKE!


Rojhilata Navîn herêmeka gelek tevlîhev e û ji bona cîhanê jî gelek girîng e. Bûyereke piçûk caran dibe sedemê krîzeke mezin. Eger li vê herêmê welatek bê daqultandin, gelek vekirîyê, ku ew ê bibe sedema krîzeke gelek mezin. Rastî jî di hessesîyeta dengên li Rojhilata Navîn, dema ku di 2'î yê Tebax'a 1990'î de, Dewleta Iraqê, êrişî welatê Kûweyt'ê kir û di çend saetan de xiste dest û lepên xwe yên bi xwîn, di wan saetan da, di Rojhilata Navîn de, bu bûyereka gelek girîng, derket qada jîyana civakên Rojhilata Navîn. Di eynî demê de bû sedema krîzeka mezin. Di demeka kurt de, bi îlheka Kuveyt'ê kriz kûr û fırehtir bû.

Ev krîza di çerçewa Rojhilata Navîn de nema, ji bo cîhanê jî, bû sedema krîzeke girîng û fıreh bû. Piştî diduyê Tebaxê, di radyo, telewîzyon û rojnamên hemû cîhanê de, pirsa Kûweyt'ê, di dereca yekemin de, cîyê xwe dîyar kir. Hemû nûçeyên din yên dinê, di bin sîya nûçeya Kûweyt'ê de, ketin dereceka gelek nizm. Elbetteki ev bê sedem nebû. Pêwîste ku mirov li ser vê pirsê biçek kûr raweste. Çimkî pirsa Kuweyte, bi gelê Kurd û tevgera gelê Kurdistanê re jî, bi gelek nêzikî ve girêdayî ye.

Iraq'ê çima Kûweyt xiste dest û lepê xwe?

Wek tê zanîn, Iraq û Kûweyt jî du welatên Ereban e. Bi taybetî jî, di şcrê îran û Iraq'ê de, dostên hev ên gelek nêzik bûn jî. Kûweyt'ê, di şerê 8 salan de, ji aliyê maddî ve, ji Iraq'ê re gelek alîkarî kiribû, ev alîkariya Kûweyt'ê bibû sedem ku Dewleta îran'ê bi xurtî dijminatiya Kûweyt'ê bike. Wek hemû cîhan jî dizane, dewleta îran'ê gelek caran, gelek vekirî û dervayî tixûbên diplomasiyê, Kûvveyt tehdit kir.

Piştî rawestandina şerê îran— Iraq'ê rastiyek derkete holê ku Dewleta Iraq, ji dewletên cîhanê re gelek dêyndare. Iraq ji Kûweytê jî gelek dêyndar bibû.

Ew du dostên nêzik û di şerê Iran'ê de alikariya hev bi xurtî kiribûn, cima piştî demekê bûn dijminên hev? Rastî, di vê dijminiyatiyê de sedem çibûn? Eğer di dijminiyatiyê de, cûdabûna menşeya milet be, pêwîste ku du miletên cuda û cuda bin. Wisa neye, çimkî her du dewlet jî, dewletê Ereban e. Wê demê, sedemên din yên bingehî derdikeve pêş mirov. Di rastiyê de jî wisa ye.

Di tarîxê de, bi taybetî jî, di dewlet bûna Kûweyt'ê de, dewleta Iraqê, ji sêri de nerazîbûna xwe dîyarkiriye û dewleta Kûweyt'ê nasnekiriye. Gotine ku, "axa Kûweyt'ê axa Iraq'ê ye". Welatên rojava û bi taybetî jî ingiliz, di pirsê de tewanbar kirine. Lê ew îngilizên tewanbar kirine, bi destê wan dewleta Iraqê hatiye damezrandin, beşeka Kurdistanê jî teslimi ew dewleta xulam û monarşiya xwînrêj kiribû. Demeka ku karbidestên Ereban û ên Tirkan, di şertan de piçek guhêrandin çêbûye û karbidestan piçek firsend dîtibin û muyên wan dirêj bûne, statukoya Rojhilata Navîn hatiye bira wan. Di wê demê de jî, karbidestan, ji mafên miletan re hurmet kirin nanîne bîra xwe, her demê xwastina ku ji ali ax, aborî û dewlenmendî ve, nufûza xwe, li eleyha miletên din fireh bikin.

Gelek vekiriye ku piştî demekê ji bo ku karbidestên Iraqê, menfieta xwe di wê statûkoyê de dîtine, dev ji Kuveytê berdane û Kuveyt wek dewletekê bi fermî qebûl kirine. Ev qebûl kirina fermî ya Iraqê, tirsa Kuveyt'e ji holê ranekiriye. Her demê Kuveyt, ji Iraq'ê tirsiye. Di şertên dawiyê de, Iraqê daxwaziya xwe ya kevn nanîbû zimên. Lê berîya krize çend mehan, ji bo Iraq dêynên xwe yên Kuveyt'ê nede, di bihayiya niftê de, û hemberî Kuveyt'e itiraz pêşve ajotin. Di vê pirse de, dewletên Ereban bûne navbeynçiyên wan. Dewletên Ereban yên xwediyê niftê civîn kirin, di encama civîhê de, li ser bihayiya niftê li hev kirin. Le ji bo Iraq'ê pirs çareser nebû. Iraq'ê êrişî Kuveyt'e kir, encama ku hemû cîhan dizane, derket.

Çimkî Iraq gelek dêyndar bû, ji aliyê aborî de ketibû gelek tengasiyan. Piştî şer ew tengasiya, yê bibûya sedemên krîza civakî û siyasî, li hundir. Ji bo ku pêşiya vê bigre, çavsorî li dewleteka wek Kuveyt'ê, xwediyê nehêz kir. Bi vê xwast ku dewlemendiya niftê ya dinê, ji sedî 40'î bigre destê xwe. Wek tê zanîn ku ji sedî 20'ê nifta cîhanê di destê Iraq'ê de bû, vê niftê edî Saddam Hüseyin û civaka lejkerî, yek milyon lejker debar nedikir.

Iraq, bi piştgiriya Yekîtiya Sovyet û welatên Evvrupa û Emerîka, di șerê îran-Iraq'ê de, ji xeteriya ruxandinê xelas bibû û heta piçek jî, li hemberî îranê xwedîye qezancekê bû...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues