La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dansa berber


Auteur :
Éditeur : Na Date & Lieu : 2014-01-01, Sirri Ayhan
Préface : Pages : 180
Traduction : ISBN : 978-605-9017-00-8
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kr. 4871Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dansa berber


Dansa berber

Sirri Ayhan

Na

Di pirtûka Ken Kesey de lehengê bi navê Reîs ê dîndeyûz ku xwe li lalîtiyê daniye, weke kamerayeke her vekirî hemû bûyer, qewam û kirinên rêvebirên nexweşxaneyê bi xwîner dide temaşekirin; lê di pirtûka Sirri Ayhan de lehengê ku bi navê Bedran ku bi nasnameya miriyekî bi navê Can, weke xebatkarekî ji koma rêvebirên nexweşxaneyê bûyer, qewam û kirinên hovane yên pergaleke zordest ku gelên welatê xwe ber bi dînîtiyê ve didahfînin, ligel bişirîneke serê lêvan a xemgîn bi xwîner dide jiyandin.



Sirri Ayhan
, di sala 1961'ê de li Kolika Sexnsûrê weke pêncemîn zarokê malbateke xwedî neh zarokan hate jiyanê. Li dû qedandina dibistana seretayî, ji der ve tevlî azmûnên dibistana navîn bûye. Ji ber sedemên siyasî ku hatiye girtin, dibistana berhevî neqedandiye. Di sala 1989'an de li Almanyayê bi cih bûye. Li Dusseldorfê ajokariya taksiyê dike, di ber re jî dinivîsîne. Di sala 2002'an de bi Kurdî bi navê "Jiyanên nîvco" û di 2003'an de bi Tirkî bi navê "Eksik Hayatlar" pirtûkên wî ji Weşanên Pêriyê derçûne. Pirtûka wî ya Almanî bi navê "Taxi International" ji teref Verlag Neuer Weg (Weşanxaneya Rêya Nû) di sala 2004'an de derçûye. Bi pirtûka xwe tev li Fûrara Pirtûkan a Frankfurtê bûye (2004). Pirtûka wî ya bi navê "Taxi Intemational" li Îngilîstanê wergeriya zimanê Îngilîzî (Hîn çap nebûye). Endamê PENa Kurd û Amnesty Internationalê (Rêxistina Efûyê) ye. Pirtûka wî ya bi navê "Berberin dansı" di Adara 2008'an de ji weşanxaneya Belgeyê derçûye û çapa wê ya yekemîn qediyaye. Çîrokên wî yên bi Kurdî weke dosyeyekê bi navê "Rêçên di neynikê de" hatine amadekirin.

 



PÊŞGOTINEK LI SER ÇÎROKBÊJÊ SERDEMA NÛJEN

Dema ku min pirtûka nivîskar Ken Kesey a bi navê One Flezv Over The Cuckoo's Nest (Guguk Kuşu) yanî Pepûk xwend, ji hevokên pêşîn ku bi sê xalan (...) diqediyan ez tê gihîştim ku çi dek û dolab li nexweşxaneya dînan dê werin gerandin. Pirtûk bi van hevokan dest pê kiribû:
"Li wir, li deroe ne.

"Lawikên reşik ên berdilkspî... dê li holê karên wisa ecêb bikin... dek û dolabên zayendiyê... dû re, bêyî ku ez wan zevt bi- kim dê karên xwe veguherînin paspaskirinê..."

Jixwe ne hewce ye mirov berdewamiyê bîne, kesên ku têkevin nava wan hevokan nema weke mirovên berê ji navê derkeve. Ken Keseyê ku li Nexweşxaneya Dînan têkoşîna navbera Giyanên Azad û Rêveberiya ku dixwaze çewisînê li ser wan bike, bi hostetiyeke awarte vedibêje, sînorên dînîtî û baqiliyê bi xwîner dide hîskirin. Dema ku roman di salên 1975'an de ji teref Milos Forman li filîmê sînemayê hatiye lêanîn, ji du lîstikvanên xwe yên ku bi rola fêtbaz McMurphy bingeha lîstikvaniyeke qewîn ji Jack Nicholson û bi rola Hemşîreya Mezin a çors û sadîst Ratched ji Louise Fletcher re xelatên Oscarê anîne. Filîm bi giştî pênc xelatên Oscarê wergirtine.

Li dû salan ku ez li Faraşa Pirtûkan a Tuyapa Amedê bûm mêvan û li paş dezgeha pirtûkên xwe yên nûçapkirî li dostê xwe yê nivîskar Sirri Ayhan rast hatim, min zanîbû ku dê jiyan ji wê kêlîkê pê ve têkîldarî wî ber bi cihekî dinê ve biherike. Ji lewre di sala 2003'yan de min ew li Ankarayê sebaret bi Roja Çîrokan nas kiribû û baş tê gihîştibûm ku Sirri Ayhan ji bilî nivîskariyê bi dostanî û bandorhiştina li ser mirovan dikare bi çi awayî berê lêsiwara mirov bide cihekî dîtir. Ew çîrokbêjekî serdema nûjen bû û mijara guftugoyan çi bûya jî, dawî li çîrokên balkêş ên rabirdûya jiyana wî nedihatin û her û her çîrokên wî di navenda guftugoyan de cit dibûn.


Sirri Ayhan li dû xêrxatineke kurt rasterast ji tûrikê xwe pirtûkek derxist û da destê min. Hîna min fersend nedîtibû ku li berga pirtûkê binihêrim, wî bi dilgermiyekê bi destên min girt, awirine dostane ji çavên xwe yê şîn arasteyî çavên min kir û bi heterî xwest ku ez pirtûkê bixwînim û ger ez jê hez bikim wê wergerînîm zimanê Kurdî.

Min li vegera malê yekser pirtûka bi navê Berberin Dansı di carekê de xwend û biryara wergerandina bi Kurdî da. Digel ku zimanê pirtûkê bi Tirkî jî bû, hişmendiya di vegotinê de, henek û laqirdiyên di pirtûkê de xwerû bi Kurdî bûn. Jixwe mirov li Sirri Ayhan guhdarî bike, dê bi hêsanî tê bigihîje ku çawa zimanekî dîtir bi devoka zimanê xwe diaxive. Vê devokê bêyî ku li Tirkiya Stenbolê biguncîne dike sedema qerf û henek û dostaniyên qewîn. Dema ku min dest bi wergerê kir, mirov digot qey pirtûkê ji "zimanê xwe" werdigerînîm zimanê xwe. U bi min wiha dihat ku roman bi deng e û dengê Sirri Ayhan her di kerîneka guhên min de vedide. Jixwe ku ew bi telefonê li min geriya û bersiva min a erênî bihîst, şaş nebû, lê wekî zarokekî pêlîstoka jiyana xwe bi dest xistibe, kêfxweş bû.

Mirov hema ji hevokên pêşîn ên pirtûka Berberin Dansı dikeve nava serdema 1980'yî ya salên 12'ê îlona Tirkiyeya cûntaya leşkerî. Dibîne ku mirovên şoreşger di nava panîkekê de ne û weke marên ço li serî ketî, bi vir de û wê de diçin û tên. Şoreşgerên ku di şert û şirûtên giran ên binçav de nizanin ku dê dîsa ronahiyê bibînin, têk diçin, li ber xwe didin, tên kuştin, tên dînkirin û ji nava girseyeke wiha xortekî Kurd ê bi navê Bedran bi saxî û weke nîvmirovî derdikeve. Mirov li hêviyê ye ku Bedran weke gelek hevalên xwe bazde derveyî Tirkiyê an vekişe koşeyeke talde; lê dû re pê dihise ku dê ew li Nexweşxaneya Sînîr û Giyan a Adanayê weke Berberekî dest bi kar bike. Jixwe çi diqewimê, ji vê kêlîkê pê ve dest pê dike û mirov seqaya ji pirtûka Ken Kesey a Pepûk ji nû ve hest dike.

Di pirtûka Ken Kesey de lehengê bi navê Reîs ê dîndeyûz ku xwe li lalîtiyê daniye, weke kamerayeke her vekirî hemû bûyer, qewam û kirinên rêvebirên nexweşxaneyê bi xwîner dide temaşekirin; lê di pirtûka Sirri Ayhan de lehengê ku bi navê Bedran ku bi nasnameya miriyekî bi navê Can, weke xebatkarekî ji koma rêvebirên nexweşxaneyê bûyer, qewam û kirinên hovane yên pergaleke zordest ku gelên welatê xwe ber bi dînîtiyê ve didahfînin, ligel bişirîneke serê lêvan a xemgîn bi xwîner dide jiyandin. Mirov bêyî ku bêhna xwe bide û bistîne weke Bûka Mişk ji ser guliyekî darê xwe davêje ser guliyekî dinê. Pê dihese ku bi rastî jî, jiyana nivîskêr romaneke nenivîsandiye û wêga di nava wê romanê de ajneberiyê dike. Sirri Ayhan bêyî ku derkeve derveyî mijarê, yanî bêyî ku rêbaza "digression'ê bi kar bîne, her û her mirov li serhatiya di romanê de diqufilîne.

Li gora min, romana Dansa Berber digel ku serê pêşîn bi zimanê Tirkî hatibe nivîsandin jî, dê di dilê xwînerên Kurdîhez de bibe yek ji romanên Kurdî. Ji lewre ew hem bi hişmendî û hem jî bi devoka Kurdî hatiye nivîsandin. Ger rojekê filîmê wê bi zimanê Kurdî were kişandin, dê Girtîgeha Servekirî ya welatê Tirkiyeyê û gelên ku di vê girtîgehê de tûşî zilm û zordariyên pergalê hatine, pileyeke dinê ber bi azadiya xwe ve bimeşin...

Tîrmeh 2012
Yaqob Tilermenî

 



Beşa 1.

Can, li ser êşa madê xwe ya ku digot, "Bi rojan e tiştek neketiye hundirê min" şiyar bû. Weke di nava hewzekî de razabe, şil bûbû her derên wî. Baş dizanîbû bê birçîbûn çi ye, deyaxkirina li birçîbûnê jî... Lê madê wî hemû çek û rextên xwe girê dabûn, êrîşî ser wî dikirin.

Dikira hêvî û baweriya xwe ya ji her tiştî winda bikira. Ger nan distend, nikarîbû penêr bistenda; ger penêr distend, nikarîbû çay vexwara... Nizanîbû dê sê qirûşên bêrîka xwe bide çi, her ku birçî dibû devê xwe dixist kaniyê, têrtijî ava tîngermî vedixwar.

Dîsa dişewitî Adana. Mirov dikarîbû bi ava kaniyê xwe bişûşta û ev av ne tenduristî, nexweşî vedigihand mirovî. Divê aniha aveke weke qeşayê hebûya, aveke weke qeşayê ku dendiyên qeşayê di nava wê de. Qe nebûya dikarîbû ji xwe re bigota, "Êş êşê, ava sar qolincê dibire" û madê xwe bixapanda.

Saringeh tunebû. Qet nefikirîbû jî ku saringehekê bi dest bixe. Hizirîna vî tiştî bixwe xeter bû. Hînbûna tunebûnê tiştek bû, her tim daxwazkirina tunebûnê tiştekî dîtir bû. Her tim li tunebûnê hizirîn, ji bilî çêkirina derdan nedihat wateyeke dinê. Ger tune be, tuneye. Ne hewce bû ku mirov her bigota; ax ev hebûya, ax ew hebûya!

Li qedemgehê bi ser mad û rêviyên xwe de qîriya, got, "De huş bin îcar, qey hûn nizanin tunebûn çi ye?" Ji ber hînbûnê ketibû qedemgehê. Ger mirov tiştek nexwara dikarîbû çi derxista derve? Jixwe ji ber hîçekê li qedemgehê rûniştina bi saetan, nedihat çu wateyê jî.

Wextborîna li hundir dihat wateya nêzîklêkirina li mirinê û wî, pareke girîng ji wextê xwe di hundir de diborand. Derve dihat wateya pereyan. Her pêngavek pere bû... Bêhnên xwarinan, rengê çaya giran, bangewaziyên 'min bixwe!' yê şîrînahiyan... Ew mirovek bû. Qe nebûya divê bi kesina re biaxiviya. Ev axaftin nebûya çareya çu derdan jî,...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues