La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Derdên me


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1956, Șam
Préface : Pages : 34
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x215 mm
Code FIKP : Liv. Kr. Lp. Kl. 59Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Derdên me


Derdên me

Osman Sebrî

Compt d'auteur

Dema dixwazim li ser derdên me Kurdan tiştekî binivîsim, ez dijwarîya tiştê ku digrime ser xwe baş bîra dibim û tê digehêm. Ji ber ku derdên me pirr, rewşa me kîrêt û Iialê me kambaxe. Ji lewre mirov, nema dizane di kîjan warî de dest pê bike û bipeyive.

Em kurd di hemî waran de nezan, reben, bindest û bi şûnde mane ! Çiqas nexweşîyên civakî hene-wek riça sûsê-di kûrayîya canê me de cih girtine û nema bi dertên. Wek cendekê dêwekî...



PÊŞGOTINK

Îro em di dewra rabûn, şûreş û dozxwazîya gelên bindest de ne. Her gel ji bo gîhana daxwaz û armanca xwe di warên civakî, zanistî, sîyasî û şûreşî de xebatine hêja dikîye. Di vê rê de xwîn û malê xwe, dem û rihetîya xwe bi comerdî didîye, Ji bo ku bigehê azahî û serxwebûnê, ji tûya camêr bi şûnde namînîye.

Çiqas ku gelê kurd ji demeke dirêj ve berê xwe daye vê rê jî, ji ber pirr nexweşîyên, ku di canê wî de cih girtine, nikaribûye xwe ji bo bidest xwe xistina w;ê dozê pêk bîne- Çi dema xwestîye di vê rê de xwe tev bide, hin nexweşîyan, ji wan, serî hildane û ew ji tevgerr xistine û ji neyaran re kirine pelîse.

A dijwartir ewe ku me derdên xwe nenasîne cihê ku em wan di canê xwe de bikujin, me ew xurtir kirine !. Herwekî mirovê ku laşa xwe ya jehrdarî, li şûna panzeherê, bi jehrê dermanke!

Ji lewre min xwest, bi van çend bendên ku di vê kitêbokê de belav dikim, kambaxtirên nexweşîyên gelê xwe jê re salixdim. Heke bikarim hinekî bi vê yekê rabim dê xwe gelekî bextîyar bizanim.

O. S.



KOLEGÎRÎY  RAMANÊ(l)

Dema dixwazim li ser derdên me Kurdan tiştekî binivîsim, ez dijwarîya tiştê ku digrime ser xwe baş bîra dibim û tê digehêm. Ji ber ku derdên me pirr, rewşa me kîrêt û Iialê me kambaxe. Ji lewre mirov, nema dizane di kîjan warî de dest pê bike û bipeyive.

Em kurd di hemî waran de nezan, reben, bindest û bi şûnde mane ! Çiqas nexweşîyên civakî hene-wek riça sûsê-di kûrayîya canê me de cih girtine û nema bi dertên. Wek cendekê dêwekî çil serî, ku bi hezaran birîn lê bûne û gîyanê wî qels û bê taw [2] hîştine. Vî cendekê han, heya îro Çawan xwe parastîye û nerizîye, mirov mat dihêle !. Heye ku di dîroka cîhanê de em nikaribin jê re mîsalekê bibînin. Çi gelê nîvê van nexweşîyan jê xuya kiriye, demeke dirêj dom nekirîye, dest ji xwe berdaye. ketîye, bihirîye û wenda bûye.

Çiqas em van derdan didin ber hev ku jê re se- rîyekî çarkin, bi me re dernakeve... Her derdek ji yê din mezintir û dijwartir xuyaye. Tevî vê em bi serbestî û dilekî rihet dikarin bêjin ku : riça wan derdan hemîyan ji bîra nezanîyê tête avdan; lê nezanî ne maka hemî der- dên me ye. Çiqas ku Kurdên bîrbir, nezanî ji hemî derdên me re mak nasîne jî, ez nikarim qîma xwe bi vê yekê...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues