La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Wêje û rexne, n° 1


Auteurs : | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Kuluba Xwendinê ya Diyarbekirê Date & Lieu : 2014, Diyarbekir
Préface : Pages : 248
Traduction : ISBN : 2148-2500
Langue : KurdeFormat : 160x240 mm
Code FIKP : Liv. Kr.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Wêje û rexne, n° 1

Wêje û rexne, n° 1

Ahmet Kan
Davut Yeşilmen

Kuluba Xwendinê ya Diyarbekirê

Edebiyata welatî, ew edebîyat e ko ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên, ji stran û lajeyên wî hiltêt. Kanîya wî, dilê milet, hiş û heyata wî ye. Tinê ev edebîyat e, ko germ, rengîn, bibihn û xwedan ruhnahî ye. Ji vê edebîyatê, dengê bilûr û dîlanê, stranên çîyê, zîzîya hêvîn û hejkirnê bi tep-tepa dilan ve tên bihîstin. Piranîya miletan pirîcar vê rastîyê seh ne dikirin, ber nediketin. Li ewropayê, miletin hebûn ko hej zmanên xwe ne dikirin.

Zmanên xwe kiçik, teng, nespehî û nehêja didîtin. Ev hal di welatên ro-jhelatî de jî dihat dîtin. Herwekî di nav kurdan de, heçî mirovên zana radibûn kitêbên xwe ne bi zmanê kurdî lê bi zmanê biyanîyan dini-vîsandin. Piştî xebata sedan salan, di welatên ewropa û rohelat de...



Jl EDÎTOR


Merheba,
Em bi kovareke ku wêjehez bi kedeke giran derdixin li pêşberî we ne. Em ew wêjehez in ku ta'ma wêjeyê ji wan re derde û dixwazin pêşniyaz û rêbazên wêjeyeke dewlemend bigihînine qadên wêjeya kurdî. Derdê me, tenê avaki- rina kevneşopiyeke rexneya wêjeyî, agahdarkirina xwînerên kurd ji wêjeya 'baş’ a kurdî û cîhanê, teorî û analîzên piralî û ceribînên nû û nûjen e. Her çiqasî em hezkiriyê wêjeya kurdî bin, em ewqasî hezkiriyê wêjeya cîhanê ne jî. Bi nêrîneke rexneyî ku li ser nirxên ziman, çand û wêjeya kurdî avabûyî, lê di heman çaxî de jî cîhanî... Di vê encamê de, armanca me ev e ku em mijarên wêjeyî bi nivîsên zanistî û anaîtîk bigihîpine xwîneran.

Her çi qasî em li ser nirxên hêja gihiştibine heya roja me û gelek xebatên hêja di warê rexneya wêjeyî de hatibine kirin jî em xwe weke ceribîna pêşî ya bi rêk û pêk dibînin. Ev her çi qasî serbilindiyek beji bo me, di heman çaxî de karê me û berpirsiyariya me jî girantir dike. Di vî warî de dibe ku xeletî û kêmasiyên me çêbibin, qelsî û nezaniyên me jî hebin. Em xwe dispêrin bextê xwîneran. Lê ez di wê baweriyê de me ku êdî kevneşopiyek û exlaqekî rex- neyê di wêjeya kurdî de rûniştiye û êdî bi rêbazên zanistî û teorîk her cure rexne dikarin bêne nivîsîn.

Di vê hejmara pêşîn de me hewl da ku bi hevpeyvîneke giştî li ser wêjeyê û rexnegiriyê dest bi weşanê bikin. Di hevpeyvîna Haşîm Ahmedzade de, li ser wêje, civak û tekstê, bi taybetî jî di çarçoveya romanê de, axaftineke berfi- reh û hêja heye. Wekî din jî di her hejmarê de li ser dosyayeke taybet, em ê hewl bidin ku bi nêrînên cüda, hem ji wêjeya kurdî hem jîji wêjeya cîhanê li ser xalên balkêş ên wê dosyayê, gotarên balkêş çap bikin. Mijara vê hejmara pêşîn jî "Di wêjeyê de (bê)cihûwarî" ye. Di vî warî de xwîner dê nivîsên cûr bi cûr di derbarê (bê)cihûwariyê de bixwînin. Dê hem mînakên hêja ji wêjeya cîhanê hem jîji ya kurdî hebin.

Ji bilî dosyayê jî dê gelek nivîs li ser analîza wêjeya ktasîk û modern a kur¬dî hebin. Her weha me sê nivîsên hêja yên klasîk jî ku ji hêia Kamuran Alî Bedirxan, Hevindê Sorî û Roger Lescot ve hatine nivîsîn, bi hêviya ku ê li naveroka kovara me bên û nêrîneke giştî bidin xwîneran, tevlî kovarê kirin. Ji bilî van nivîsan, me nivîseke ku em dikarin weke metnê pêşî yê rexnena- siyê bihesibînin, diyaloga Platon, "îon, Li Ser Helbestê” weke bêhnvedaneke wêjeyî, diyarî xwînerên xwe kir.

Di kovara me ya ku em hêvîdarin wê di pêşerojê de xizmeta nêzîkbûna zara- vayên kurdî bike û zimanekî standart ê zanistê biafirîne de, em ê hewl bidin ku ji zaravayên meyên dinjî nivîsên rexneya wêjeyî çap bikin.
Mijara dosyayê ya sereke ya hejmara duyemîn, "di wêjeyê de avakirina qe- rekter û tîpan" e.
Bi hêviya hejmarên dewlemendtir...

Dawid YEŞÎLMEN


 


Kamuran Alî Bedırxan


Edebıyata welatî*

Edebiyata welatî, ew edebîyat e ko ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên, ji stran û lajeyên wî hiltêt. Kanîya wî, dilê milet, hiş û heyata wî ye. Tinê ev edebîyat e, ko germ, rengîn, bibihn û xwedan ruhnahî ye. Ji vê edebîyatê, dengê bilûr û dîlanê, stranên çîyê, zîzîya hêvîn û hejkirnê bi tep-tepa dilan ve tên bihîstin. Piranîya miletan pirîcar vê rastîyê seh ne dikirin, ber nediketin. Li ewropayê, miletin hebûn ko hej zmanên xwe ne dikirin.

Zmanên xwe kiçik, teng, nespehî û nehêja didîtin. Ev hal di welatên ro-jhelatî de jî dihat dîtin. Herwekî di nav kurdan de, heçî mirovên zana radibûn kitêbên xwe ne bi zmanê kurdî lê bi zmanê biyanîyan dini-vîsandin. Piştî xebata sedan salan, di welatên ewropa û rohelat de hate seh kirin ko ev rê dernakeve û ev awa naçe serî. Çiko milet ji wan kitêban re guh ne dida û xebata wan mirovan berxurdar ne dibûn. Ber vê yekê ev mirovên ha vegerîyan ser zmanên xwe. Vêca xebata wan zûka berên xwe dan û milet pey edebiya-ta wan çû. Bi vî awayî di nav wan miletan de edebiyateke geş û zendî çap bû. Êdîn her kes zana nezana, bajarî gundî ko xwendinê zanî be, zmanê wan seh dikirin û kitêbên wan dixwendin. Ji xwe welê jî divîya bû. Ji ber ko ji nivîsandin û belavkirina kitêban qesd ew e ko hiş û fikrên qenc bikevin nav xelkî, di dil û serên wan de cih bigirin.

Ji mesela zmanî pêve meseleke din jî heye. Herwekî nas e, fikr û his di dora zmanî de xwe digehînin hev û her zman fikr û hisên xwe û awayê goti-na xwe bi xwe re hildigire û ew pê re diguhêzin û pey zmanên xwe dikevin. Bi vî awayî digel zmanî fikr û hisên biyanîyan jî tên dikevin nav me, di dil û hişê me de cih digirin û rû û gonê me ên manewî diguhêrînin, di heşifînin. Paşî vê gotinê, qesda me, awayê edebiyata me ji xwe têt seh kirin û ew rêya ko em tê re dixwazin herin bi xwe vedibe û dikeve pêşîya me. Vêca, divêt ko em bi zmanê dê û bavên xwe, bi zmanê şîrîn û delal, bi zmanê kurdî, bi kurdîya xwerû binivîsînin û fikr û hisên xwe ji çîrok û stranên kurdî bigi-rin. Ji xwe Ehmedê Xanî berî sê sed salî vê rêyê ji me re vekiri bû. Lê hevf paşîyên wî pê ve ne çûn. Xanî kitêba xwe bi kurdmancî nivîsandi bû û fikr û hisên ji çîrçîrokeke kurdî, ji Memê-Alanê girti bû. Xanî xurtiya zmanê xwe hêj wê gavê hesîya bû û ji wan re ko pê ne dinîvîsandin bi beyta jêrîn dixwest bide zanîn.

“Safî şemirand vexwar durdî Mavendî-derî lisani-kurdî”
Êdîn çax e ko em bidin pey Xanî.

* Hawar, hejmar: 1, rûpel 5,1932.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues