Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 127


Weşan : Nûbihar Tarîx & Cîh : 2014, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 96
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 190x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur.Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Nûbihar, n° 127

Versions

Nûbihar, n°127

Süleyman Çevik

Pak ajans

Bi sed salan Kurdistan ji bo gelek millet û dewletan bûye cihê cazîbeyê û şerê dewlet û împaratoriyan li vê heremê kêm nebûye. Ev welat çawa îro cihê rexbetê ye, di demên berê de jî bala gelek kesan kişandiye û gelên biyanî ji derve hatine û li Kurdistanê hakimiyet saz kirine ... Persan û Rmayiyan liser erd û hidûdên Kurdistanê bi salan şer kirine. Di hezar sala çûyî de, xanedan û dewletên wekî Merwanî, Selcûkî, Eyyûbî, Moxol, Aqqoyunî, Qereqoyunî, Memlûkî, Osmanî û gelekên din livan deran hikûm kirin.

Di tarîxa xwe de Kurdan bi navê ...


ÎXTÎLAF HÊZA ME KÊMTİR DİKE

Süleyman Çevik

suleymancevik@gmail.com

Şukir îr şerên birakujiyê tunene, lê ev nexweşiya hê jî ji nav me ranabûye û nayê wê maneyê ku îxtîlafên me kêm bûne. Îr jî partî û rêxistinên me menfîeta partî û rêxistina xwe didin pêşiya gel û xelkê xwe ...

Bi sed salan Kurdistan ji bo gelek millet û dewletan bûye cihê cazîbeyê û şerê dewlet û împaratoriyan li vê heremê kêm nebûye. Ev welat çawa îro cihê rexbetê ye, di demên berê de jî bala gelek kesan kişandiye û gelên biyanî ji derve hatine û li Kurdistanê hakimiyet saz kirine ... Persan û Rmayiyan liser erd û hidûdên Kurdistanê bi salan şer kirine. Di hezar sala çûyî de, xanedan û dewletên wekî Merwanî, Selcûkî, Eyyûbî, Moxol, Aqqoyunî, Qereqoyunî, Memlûkî, Osmanî û gelekên din livan deran hikûm kirin.

Di tarîxa xwe de Kurdan bi navê Merwanî û Eyyûbî du dewletên mezin ava kirin. Di sedsalên pey de ji nav Kurdan wekî van xanedanan xanedanek xurt derneket ku Kurdan di bin sîwanekê de bicivîne û salên dirêj livê cxrafyayê hikum bike.
Ji parçebûna dewleta Eyyûbî hetanî nêzî belavbûna dewleta Osmanî teqrîben 700 sal heye. Di vê muddetê de, ji ber erîş ên li heremê, Kurd carina di bin hukmên hinekan de mane, di dewra Osmanî de jî wekî mîrtiyên belavbûyî li welatê xwe hikûm kirine ...

Cara yekem Kurdistan di navbera dewleta Osmanî û Îranê de parve bû.
Dema Şerê Cîhanê yê Yekem qediya, dewleta smanî jî hilweşiya û liser mîrasa wê dewleta Tirkiyê ava bû. Jixwe Ereb bi destpêka Şerê Cîhanê ji Osmanî qediyabûn. Li Suriyê êdî hukmê Fransizan derbas dibû, Iraq jî ketibû destê Îngilîzan.
Dewleta Osmanî di vê sedsala dawîn de belav dibû û her milletî dewleta xwe ava dikir. Digel ku Kurdan bedelên mezin dan jî, lê ji ber sebebên cûrbecûr firseta dewletbûnê nekarîn bi dest bixin. Di vê pêvajoyê de ziman, çand û hemû hebûnên Kurdan ji hlê hatin rakirin û Kurdan ruyê edaletê nedîtin.

Dema li hinek milletan nîmet parve dibû, li para Kurdan tiştek nediket; Kurdan li her welatî bi kêmasî û noqsaniyan, wekî kesên binketî çavê xwe li heyatê vedikirin. Milletên serdest çiqas têra xwe ji îmkanên dewletê îstîfade dikirin, Kurd jî ewqas ji nîmetên ku liser wan gelan dibariyan mehrûm diman.

Li vê derê meriv dikare pirseke weha bike: Kurdên ku ji 700 salî zêdetir e dewletên mezin ava nekirine û xwediyê selahiyeteke mezin nebûne, gel çawa kanîne weha liser piya bimînin û bigihêjin îr?

.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2019
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar