Éditeur : Compte d'auteur | Date & Lieu : 1980, Bruxelles |
Préface : | Pages : 24 |
Traduction : | ISBN : |
Langue : Kurde, Turc | Format : 210x295 mm |
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Tek. Mil. 3 - 4 | Thème : Général |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions
Têkoșer, n° 3 - 4 |
Karkerên Kurd li Belçika Di heyva cotmehê de, Organizasyona Hevkarîya 'Karkerên Xerîb li Belçika pirsek ji Tekoşer kir. Yê organizasyona dixwest bersiva vê pirsê di kovara xwede binivîse. Em li ser vê yeke rawestan û me bersiva vê pirsê da. Pirsa organizasyonê ev bû. Gelo kerkerên Kurd li Belçika hene û rewşa wan çiye? Nivîsara me ku me ji wan re şiyand eve. Em guman dikin çapa vê nivîsarê di kavara me de, herweha ronahîyeke ji bo hemû kesê bi mesela Kurdistan di lebikê, li derveyî Belçika. Hejmareke zede ne? Pirr zore ku em bêjin hevqas Kurd hene di nav karkerên Turk de li Belçika, le gişên wan ji Turkî bi peseportên Turkî tên û wek Turkan tên ditin. Ji ku ten ew? Pirranîyan wan ji mintiqên Turk tên, ne ji Kurdistana Turki, (rojhilata Turkî). Ango çaxê bi zarotî, biçukayî an hê nebûyî ji alîye karbidestên Turkî hatine cih gûhaztin. Ev cihguhaztin di çerxa 19 û destpêka çerxa 20 an de ji bo wan asîmîle bikin, ango wan bikne Turk bi qerarên karbidestên Enqerê hatin cih. Ew cihgûhaztin herçende zmane wî Kurdî dide jibîrkirin jî, disa zane ji ku hatîye û çî ye. Ew kesên din yên ku rast û rê ji Kurdistan tên, bê gotin zanin ji ku tên û çi ne. Li Belçika, ew, weke giş karkerên xerîb tên ditin : wek Turkan, Marokan û yên din. Tirsa runiştinê, karê giran û zehmet, malên teng û tevnik girtî, xwendegahên bi kul ji zarokan re, ji nav civata Belçikîya dûr keti. Ji bo karkerên Kurd yek tiştî di heye: Kes nizane ku ew bi xwe Kurdin û geleki cida ne. Armanca me, ne kûrkirina dûbendîtîya karkerên Kurd û yên Turk e. Tiştên ku em dixwazin ev e; Di nav civata Belçika de hebûn û nasdana gelekî, bi kesîtîya wî (şeqsîyeta wî) û çanda wî. Çanda Kurda li gor me tê vê gotine; zmanê wî, kesîtîya wî, karakter û adetên wî, mejû (tarîx) û folklora wî... Herçende zordestîya bi sedsalan li ser gelê Kurd ji alîyê çand û aborî bûye jî çand û mejûyê Kurd xwe parast û winda ne bû. Li ku dijîn, li Belçika? Pirranîya wan li dora Limburg, li Bruksel, Charleroi û Liége di runin. Pir li wan di kolanê komirê de kar dikin. Yên din li karxana(febrîqe) û înşaetan de kar dikin. Pirranîya jinên Kurd yên ku kar dikin, li Belçika di karê paqijkirinê de kar dikin. Welatê wan, Kurdistan, çî ye ew? Kurdistan, eqarekî fereh, kem-zêde 20-25 car wek Belçika mezin e. Lê mixabeye ev welat di nav çar dewletan de hatîye parçe kirin: Turkî, Iran, Iraq, û Suriye, û li Yekîtîya Sowyet nezîkî 250 hezar Kurd dijîn. Kurd nezîkî 20 milyona hene. Nîvê wan dikeve bêşa Kurdistana Turkî. Ji xeynî Yekîtîya Sowyet -û pirr kêm li Iraq- Kurd ji çanda xwe mahrum in. Ne xwendegah ne rojname û ne çî dî di alîyê çandê ve... Karbidestên Turkî wan bi navê " Turkên çîyayî" yan " Turkên rojhilat" didêe nasdan. ..... |