La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 5 - 6


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1980, Bruxelles
Préface : Pages : 36
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 210x295 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Tek. Mil. 5 - 6Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 5 - 6

Versions

Têkoșer, n° 5 - 6

Têkoșer

Compte d'auteur


Berê her tiştî, rêzana hikûmeta Iraqê xelk tirsandî bû. Hingê bi kuştin,bi daleqandin û şkênandina her tevgerekî karibe dijî hukûmetê bibe. Paşê di nav çerçeva projeyên xwe yên direj, ev hıkumet rêzana xwe a erebkirina Kurdistan, cih guhartina xelkê Kurt li aliyê cenûbê Iraqê û yekîtîya Kurda şkênandibu.

Di van demen davîn de serokên baasîya Iraqê metod ên nuh danîn ser metod ên kevn. Cih guhurtina gundîyên Kurd, erebkirina bajarên Kurd, xeniqandina her tim a çanda Kurdî kuştin. Van metod ên nuh evin: xerabkirina giş erdên li ser sînora ku nêzikê erdê Kurdistana Tirkiye, İran û Surî ne, ji bo pêkanîna çolekî di 20 km firehbûnê de,û bi vî avayî Kurdên Iraqê ...



REWŞA KURDAN LI IRAQÊ - JI 1975 (1) HETA ANHA

Berê her tiştî, rêzana hikûmeta Iraqê xelk tirsandî bû. Hingê bi kuştin,bi daleqandin û şkênandina her tevgerekî karibe dijî hukûmetê bibe. Paşê di nav çerçeva projeyên xwe yên direj, ev hıkumet rêzana xwe a erebkirina Kurdistan, cih guhartina xelkê Kurt li aliyê cenûbê Iraqê û yekîtîya Kurda şkênandibu.

Di van demen davîn de serokên baasîya Iraqê metod ên nuh danîn ser metod ên kevn. Cih guhurtina gundîyên Kurd, erebkirina bajarên Kurd, xeniqandina her tim a çanda Kurdî kuştin. Van metod ên nuh evin: xerabkirina giş erdên li ser sînora ku nêzikê erdê Kurdistana Tirkiye, İran û Surî ne, ji bo pêkanîna çolekî di 20 km firehbûnê de,û bi vî avayî Kurdên Iraqê welatparêzên xwe ên ku di bin destê dewletên cîran de veqetînin.

A) Xerakirina cîhên li ser sînor:
1150 gund ji xaritê; hatîne rakirin. Ji bu -''emanetê û parêstina welat "hikumeta Iraqê qerar da ku erdekî firehbuna 20 km de, û direjbûna sînorên Tirkîye, Iran û Surî da vala bike. Di van erdên ku li her du alîyên sînoran dene? bi yên ku li ser wan tenê Kurt dijîn, û hikumeta Baxdadê guman dike ku Kurdên welatên cîran bi dizîka Alîkariya birayên xwe yên Iraqê 'dikin.

Bi hezaran gundî ji erdên xwe hatine derxistin, bi zorê di gundên pir piçûk de hatine danîn, malê wan natîye standin, ji karên xwe hatine veketandin, bi tine bi alîkariya hikumeta Iraqê dijin. Ev hikumet bi vê alîkarıya aborî dixwaze ku Kurdên Iraqê girêdayî yê we be û nikaribin rabin ser xwe û bibin yek.

Serokên baasî navê vî erdî kirine "qayîja emanetê" a leşkerî ji bo ku "Kurdên xwe" ji derva biqetînin û bi vî awayî, xebata wan a xurt dijî erebkirina wan bişkînin û ji wan "perçekî ji netewa erebî" bikin. Li davîya bihara 1978 (cih guhartina) xelkê a bi zorê li bajarên Kurda li Bahdînan, bi dirêjayîya sînorên Iraq, Tirkîye, İran û Suryê dest pê kir. Bi hezaran gundî bi zorê gundên xwe berdan devar û malên xwe li cih hiştin bi zorê wan xistin nav erden leşkerî û ajotin gunden ku ji bo wan hatine çekirin, ji bo ku wan bicivînin û bi vî awayî wan çêtir bêdeng bikin.

Gava ku gund vala dibe, leşkerê Iraqê li cîyê wade sopa her jînê xeradike, xanî tên şewitandin û dibin xwelî, devar bi piranî li cîyê xwe tên şerjêkirin rez û dehlik tên jehrdan û xerabkirin. Ji bo ku gundî êdî qet nekaribin vegerin, kanî ên wan tên xetimandin "çimento te girtin.

Paşê, van cîh guhartinan firehtir dibin û digihêjin Pencwîn nêzîkê sînorê Iraq û Iranê. Li cihên valakirî, leşker cih digre, xanîyên leşkerî avadikin û bi wî awayî her girek çiqas piçuk be ji dixe bin destê xwe. Ji rûyên van tevgeran, çend sed hezar Kurd erdekî dewlemend ê ku aqarê wî dike 25.000 km2 (du car u nîv ê Lûbnanê), bi zorê berdan. Ji ruyê wehşîyeta baasîyan 1150 gundên Kurd ji xaritê rabûn.

B) Ji alîye hikumet ê kuş tin; ji Nisan 1975, heta anha çend hezar Kurd hatine kuştin. Hinek ji wanji bo ku bi tevgera Partiya Demokratî ya Kurdistan ya dibin sereketîya Mustafa Barzanî de "tev karî kiribun. Hinek din jî ji bo ku xarin û wexarın dabûn pêşmergeyên ku ji 1976 ji nuh da dest bi şer kirîn. Van merivên bî sûç ên ku bi piranî gundî ne, paş çend roj veya çend meh girtîgeh bi tifingên tên kuştin, bê ku wan bidin mehkemê. Di destpêkê de hikumetê laşên miri didan xwedîyên wan hemberî 50 dînar ji bo ku wî hawayî giş gele Kurd bitirsîne. Lê dawîya vî tiştî ne we ka ku wan hesabdikirin derket. Wê kuştinê di nav gel de kîn û heqaret şîyar dikir, û pir caran di bû sebeba lêkketina wan.

.....

(1) Paş perçikandina ku di bin serokatîya Barzanî de.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues