La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 22


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1983, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 22Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 22

Versions

Têkoșer, n° 22

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Di meha cotmehê de, di hemû welatên Awrûpa Rojhilat de, rêveçûnên (meşînên pirr mezin çêbûn, diji çekdarîyê û ji bo aşîtîyê. "Roja yekşeme,_di 23/10/1983 de, li Bruxelles, nêzîkî 400.000 meriv ji her dîtin û her sîyaset di kuçan de rêve çûn. Bi mehan berê vê tarîxê jî gelek komel civîn û axaftin, di gelek beledîyan de kirin ji bo ku gelên Belçîka armanca vê rêveçûnê baş zanibin. Di sala 1981 de jî li Belçîka_û welatên Ewrûpî yên din de ji bo vê armancê, rêveçûnên mezin çebû bûn.

Ji bo ku em tehlîla ve rêveçûnê bikin, pewiste ku em sedema rêzana çekdarîya NATO zanibin. Ji alîyê dîrokî de, em karin, bi kurtî hebun û pêşveçuna çekên atomê bînin bîra xwendevanan:

-Heta sala_1949, tarîxa avakirina NATO, Amerîka monopola çekên atomê di destê xwe de digre û wan bi hesanî, li Ewrûpa ...



JI BO AȘÎTÎ, DIJI ÇEKÊN ATOMÊ

Di meha cotmehê de, di hemû welatên Awrûpa Rojhilat de, rêveçûnên (meşînên pirr mezin çêbûn, diji çekdarîyê û ji bo aşîtîyê. "Roja yekşeme,_di 23/10/1983 de, li Bruxelles, nêzîkî 400.000 meriv ji her dîtin û her sîyaset di kuçan de rêve çûn. Bi mehan berê vê tarîxê jî gelek komel civîn û axaftin, di gelek beledîyan de kirin ji bo ku gelên Belçîka armanca vê rêveçûnê baş zanibin. Di sala 1981 de jî li Belçîka_û welatên Ewrûpî yên din de ji bo vê armancê, rêveçûnên mezin çebû bûn.

Ji bo ku em tehlîla ve rêveçûnê bikin, pewiste ku em sedema rêzana çekdarîya NATO zanibin. Ji alîyê dîrokî de, em karin, bi kurtî hebun û pêşveçuna çekên atomê bînin bîra xwendevanan:
-Heta sala_1949, tarîxa avakirina NATO, Amerîka monopola çekên atomê di destê xwe de digre û wan bi hesanî, li Ewrûpa datîne.

Di sala 1957_de Sovyet raketen Ji bo nîşanên dur ku digihëjin nîşanên dur, ango Amerîka û Ewrûpa, derdixîne.
-Di_sala 1959 de, ji bo ku dijî rakêtên Sovyet derkeve, NATO li İngilîstanê, îtalya û Tirkiye raketên Thor û Jupiter, ji bo nîşanên orte destpêdike derxistinê. Di wî zemanî de jî Sovyet raketên SS4 û SS5 derdixîne. NATO jî 200 "Serên" atom di bin derîyayê de, li Ewrûpa bi cih dike.

-Di sala 1977 de, Sovyet raketen SS20 en nuh derdixîne._NATO ji li Ewrûpa 200 " serîyen " atom bi- lind dike û digihêne 400 ( Polaris û paşê Poséidon )

-Di sala 1979 de, NAT0_diji SS20 en sovyet, du biryar distîne: eger_Ame- rîka û Sovyet,_di dan û stendinen xwe li ser çeken atom li bajari Ce- nevre, li îsvîçre, li hev neyên, e- wê NATO, di dawîya sala 1983 de, li Ewrûpa raketen atom, ango, 572 Pers. hing-2 û Cruise. bi cih bike.

-Di sala 1982 de, li Cenevre, Sovyet peşneyarekî anî: eger NATO Pershing 2 daneyne û tenê 75 rampayen Cruise (dêlva 116)_deyne, ewê Mosko hêjmara SS20 bixîne heta 75 (Sovyet 243 SS20 ber bi Ewrûpa û 108 ber bi Çîn danîye.) Lê Amerîka ew pêşneyar qebûl nekir. Reagan xwest hemû SS20 rabin. Le em zanin ku eger NATO Pershing-2 û Cruise daneyne jî, li Ewrûpa çekên atomê yên ku hene têrî şerekî pirr mezin û di çend deqqan de şewitandina hemû Ewrûpa dikin. Armanca Amerîka ew e ku bi danîna Pershing-2 û Cruise ew karibe, ne ji erdê xwe, lê ji erdên din, ango Ewrûpa, Sevyet Xerabike; ji bo ku ew zane SS20 orte ne karin bigihêjin Ewrûpa, lê nikarin bigihêjin Amerîka. Ji alîkî din jî, em zanin ku rakêten dûr en Amerîka û Sovyet hene û karin, bê ku li Ewrûpa xin, bigihêjin erdên hevdu. Bi kurtî, em dixwazin bêjin ku danîna Pershing-2 û Cruise li Ewrûpa tehlîkekî mezine ji bo jîna cîhanê û aşîtîyê. Weka ku me li jor de got, çekên atomê ku nuha li ser erdê Ewrûpa hene karin, bi xwe tene SS20 xerabikin û ew ne muhtacên Pershing-2 û Cruise in. Ji alîkî din jî, rewşa_Ewrûpa girêdayî hemû welatên dinyaye ye. Heta ku mêtingehî û emperyalîzm ji ortê ranebe, tehlîka şer, kuştin û şewitandin ewê her gav mezintir bibe.

Armanca me ew e ku di hemû cîhanê de çek rabin û kapîtalîzm û emperyalîzm hilweşin û cih bidin sosyalîzmê û aşîtîye.
Li Belçîka, bu çend sale, qanûnekî ji bo merivên bêkar, lê ên ku ji berê karkirine û perê bê karîyê distînin, derketîye ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues