La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 24


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1984, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 24Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 24

Versions

Têkoșer, n° 24

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Piştî derba cunta faşîst di tarîxa 12.9.1980 de, merkezên ewrupîyên bilind, weka Konsey û Parlamana Ewrupa, li ser rewşa Tirkiyê pirr caran axaftin, delegasyonan şandin wira, .... Lê, biryarên xwe zû bi zû li ser wê ne stendin, ji bo ku hukûmeta Tirkiyê faşîst be jî, ev dewlet ji Ewrupa û Amerîka re pirr pêwist e: ew endamê NATO ye û li hemberî Sovyêtan dîwarekî pirr giring e. Ji bo vê yekê, Tirkiyê ji bo Amerîka û Ewrupa ji Îranê, Yûnanistanê û welatên dinên Rojhilata Navîn pêwist û giringtir e. Van dewletên empêryalîst hebûna perçekî pirr piçûk ji Tirkiyê li Ewrupa û propaganda Ata Turk ku Tirkiyê welatekî ewrupî ye dikin behane û Tirkiyê dikin endamê NATO, Konseya Ewrupa û cihên dinên hassas û giran. Lê, ev behane ji empêryalîstan re ne bes bû. Pirsa Kurdistanê, û bi hêzanî, ya Kurdistana Tirkiyê, wan ditirsîne. Ji bo ku ew ...



TIRKIYE VEGERIYA KONSEYA EWRUPA

Pervîn

Piştî derba cunta faşîst di tarîxa 12.9.1980 de, merkezên ewrupîyên bilind, weka Konsey û Parlamana Ewrupa, li ser rewşa Tirkiyê pirr caran axaftin, delegasyonan şandin wira, .... Lê, biryarên xwe zû bi zû li ser wê ne stendin, ji bo ku hukûmeta Tirkiyê faşîst be jî, ev dewlet ji Ewrupa û Amerîka re pirr pêwist e: ew endamê NATO ye û li hemberî Sovyêtan dîwarekî pirr giring e. Ji bo vê yekê, Tirkiyê ji bo Amerîka û Ewrupa ji Îranê, Yûnanistanê û welatên dinên Rojhilata Navîn pêwist û giringtir e. Van dewletên empêryalîst hebûna perçekî pirr piçûk ji Tirkiyê li Ewrupa û propaganda Ata Turk ku Tirkiyê welatekî ewrupî ye dikin behane û Tirkiyê dikin endamê NATO, Konseya Ewrupa û cihên dinên hassas û giran. Lê, ev behane ji empêryalîstan re ne bes bû. Pirsa Kurdistanê, û bi hêzanî, ya Kurdistana Tirkiyê, wan ditirsîne. Ji bo ku ew baş zanin ku eger gelê kurd dijî hukûmeta Tirkiyê û sê welatên din rabe û mafên xwe bistîne ewê menfaatên wanên aborî û stratêjîyên pirr mezin kêm bibin û yan jî bi carek nemînin.

Emê li jêr biryarên ku van merkezên ewrupî li ser Tirkiyê stendine, bi awakî kronolojîk, bînin bîra xwendevanan:
17.9.80 : Parlamana Ewrupa: (10 welatên ewrupî endamên wêne):

a) grûpên sosyalîst, dêmokratên fille û lîbêral dixwazin ku Tirkiyê mafên mirovatî û azadîyê vegerîne.

b) grûpên kommunîst û hevalên wanên fransiz û îtalyan derba cunta mahkûm dikin û dixwazin ku Bazara Ewrupî pêwendîyên xwe bi Tirkiyê re rawestîne, heta hilweşandina cunta. Lê, piranîya endamên Parlamanê vê pêşneyarê davêjin.

c) Li Bruxelles, Wezîrên Karên Derve yên Ewrupî îlan dikin ku Bazara Ewrupî ewê hevkarîya xwe bi Tirkiyê re bajo.
1.10.80 : Konseya Ewrupa "Meclisê Parlamantêran" (21 welatên ewrupî endamên wî ne):

Biryarek distîne ku ji Tirkiyê bixwaze ku pirr zû vegere dêmokrasîyê û ku eger sîstema xwe ne guherîne ewê ji meclîsê bê avêtin.

Meclis, di têksta vê biryarê de, van daxwazan pêşneyar dike: pêwist e ku Tirkiyê ji Lihevhatina Ewrupî li ser Mafên Mirovatî re hurmet bike, girtîyên sîyasî berde û parti û sendîkan serbest bihêle. Di axaftinê de, parlamantêrên kommunist û pêşverû derhal qewirandina Tirkîye dixwazin, lê pêşneyara wan tê avêtin.

NOT: di Konseya Ewrupa de du meclis hene: ê parlamantêrên ku hemû ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues