La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 25


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1984, Bruxelles
Préface : Pages : 32
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 25Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 25

Versions

Têkoșer, n° 25

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Filmçêker, şoreşgerê kurd Yilmaz Goney, di sala 1937 de, li Sîwerekê (qeza RÛhayê), hatibû dinê. Dayika wî ji Mûşê bû.
Ji ber rewşa aborî ew mecbûr bûn ku axa Kurdistanê berdin û herin bajarê Edenê. Li wir jîna çîna karker û bindestan baş fêr bû û dubendîya bingehî ya di navbera çîna burjuwazî û karkeran baş dît. Wî her dem li rexa çîna bindest, gundî, feqîr û jaran cih stend û ew dijî mêtingehkarîyê, zilm, tedayî û koletîyê derket.

Filmên ku wî çêkiribûn pêşverûtirîn û rasttirînên filmên ku li Tirkiyê heta nuha hatine çêkirin in. Wî dixwest ku jînê weke xwe, neguhertî, darîçav bike. Lê feleka wî kurt bû, jîna wî dest neda ku planên xwe bîne cih.

Pirtûkên ku li ser jîna gelên Tirkiyê û Kurdistanê ...



YILMAZ GUNEY ÇÛ DILOVANIYÊ


Filmçêker, şoreşgerê kurd Yilmaz Goney, di sala 1937 de, li Sîwerekê (qeza RÛhayê), hatibû dinê. Dayika wî ji Mûşê bû.

Ji ber rewşa aborî ew mecbûr bûn ku axa Kurdistanê berdin û herin bajarê Edenê. Li wir jîna çîna karker û bindestan baş fêr bû û dubendîya bingehî ya di navbera çîna burjuwazî û karkeran baş dît. Wî her dem li rexa çîna bindest, gundî, feqîr û jaran cih stend û ew dijî mêtingehkarîyê, zilm, tedayî û koletîyê derket.

Filmên ku wî çêkiribûn pêşverûtirîn û rasttirînên filmên ku li Tirkiyê heta nuha hatine çêkirin in. Wî dixwest ku jînê weke xwe, neguhertî, darîçav bike. Lê feleka wî kurt bû, jîna wî dest neda ku planên xwe bîne cih.

Pirtûkên ku li ser jîna gelên Tirkiyê û Kurdistanê nivîsî ji alîyê her kes, bi awakî zelal û vekirî, dihatin xwendin.

Wî jîna xwe di bin kontrola leşker û polîsan de derbas kir. Pirr caran hat girtin, lêdan û êşandin. Wî ev nexweşîya xwe jî ji zindanên cunta faşîst stendibû. Lê wan nekarî wî ji dîtina wî ya rast gavek paş bihêlin.

Wî pişta xwe, ji gelên Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê stend. Karker, gundî, demokratên kurd, tirk û hindikayîyên Tirkiyê piştgirtiya wî dikir. Çaxê filmên wî dihatin lehîstin di salonên sînemê de cih û rê tûne bûn. Gelê me jê heskirina xwe eşkere dida xuyakirin. Wî ekolek nuh di sînemê de vekir. Filmên wî yên mezintirîn Hêvî, Heval, Kerî Û Rê bûn. Wî, di van filman de, bi awakî eşkere jîna gel danî ber çavan û xelatên mezin stendin. Filma wî, Rê "Yol", di sala 1982 de, li bajarê Cannes, li Fransa, Xelata Zêrîn stend.

Di sala 1981 de, ji girtîgehê rêya revê da çêkirin û hat Ewrupa. Ew ji gelên Tirkiyê û Kurdistanê dûr ket, lê tu caran ji bîra xwe ne bir. Di sala 1982 de ji welatîya Tirk hat avêtin.

Wî di filma Re "Yol" de gelê kurd baş da nasîn. Dixwest ku filmên kurdî li Kurdistanê çêke, lê jîna wî dest ne da.
Li Parîsê, di 24 sebat 1983 de, wî di şeva vebûna Enstîtuya Kurdî de axaftinek pirr hêja kir û eşkere piştgirtîya gelê xwe kir. Bû hîmdarê Enstîtuyê. Di roja 9 îlon 1984 de çû dilovanîyê. Di roja pêncşemê, 13 îlon 1984, de li Parîsê, Enstîtuya Kurdî ji bo cenaza wî rêveçûn amade kir. Nêzîkî 6000 kes beşdarî wê bûn.

Di dawîya emrê xwe de wî biryarek tarîxî ku di dîroka Kurdistanê de nayê jibîrkirin da, xwe spart gelê xwe. Di wesiyetê xwe de vana xwest:

- Laşê wî bête Enstîtuya Kurdî û xelkên cîhanê, biyanî, Tirk û Kurd bêne sersaxîya wî, li Enstîtuyê.

- Li goristana "Père Lachaise" bête veşartin. Li vê goristanê, di Komuna Parîsê de, di sala 1879 de, şehîdên şoreşê hati bûn binaxkirin.

- Roja ku Kurdistan rizgar bibe laşê wî di axa Kurdistanê de bête veşartin.

Ewê Yilmaz Guney di dilê gelên Kurdistanê û Tirkiyê de agirek netemirî bimîne.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues