La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 26


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1984, Bruxelles
Préface : Pages : 40
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 26Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 26

Versions

Têkoșer, n° 26

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Dibe ku ev sernava jorîn pirsinan di serê hinan de bihêle. Ew karin wilo bipirsin: "Ma ku nivîskar tunebin, emê çawan nivîskaran bighînin û derbixînin?". Rast e, divê ku tiştek di ortê de hebe , ku mirov karibe wî tiştî bi pêş de bibe û bighîne. Lê ê me, me heya bi niha guh nedaye vê yeka han. Xort ji nav me derketine, nivîsîne, kal bûne û mirine jî, me bi qasî qirşekî guh nedaye wan, piştgirtiya wan nekirine û ew her bi serê wan û bi tenê hiştine. Ji dêlva ku em piştgirtî û alîkariya wan bikin, me dev avêtiye wan û ew nebaş nîşan dane. Hîn jî çend heb ji xortên me yên wê demê dijîn. Van xortên me yên wê demê, ku niha kalbûne û li bendî mirina xwe rawestane, gelo ku bimirin û ji nav me bar bikin, ka ewê ji me re çi bihêlin? Ka wan bi çendan roman, çîrok, piyes û hwd... nivîsîn? An ku romaneke me ya ...



DIVÊ KU EM NIVÎSKARAN BIGHÎNÎN


Dr. Poloço

Dibe ku ev sernava jorîn pirsinan di serê hinan de bihêle. Ew karin wilo bipirsin: "Ma ku nivîskar tunebin, emê çawan nivîskaran bighînin û derbixînin?". Rast e, divê ku tiştek di ortê de hebe , ku mirov karibe wî tiştî bi pêş de bibe û bighîne. Lê ê me, me heya bi niha guh nedaye vê yeka han. Xort ji nav me derketine, nivîsîne, kal bûne û mirine jî, me bi qasî qirşekî guh nedaye wan, piştgirtiya wan nekirine û ew her bi serê wan û bi tenê hiştine. Ji dêlva ku em piştgirtî û alîkariya wan bikin, me dev avêtiye wan û ew nebaş nîşan dane. Hîn jî çend heb ji xortên me yên wê demê dijîn. Van xortên me yên wê demê, ku niha kalbûne û li bendî mirina xwe rawestane, gelo ku bimirin û ji nav me bar bikin, ka ewê ji me re çi bihêlin? Ka wan bi çendan roman, çîrok, piyes û hwd... nivîsîn? An ku romaneke me ya edebî, ku em karibin bidine ber romanên cîhanî, heye? An çend çîrokên me yên edebî, ku em karibin pê qayişiê bi çîrokên cîhanê re bikşînin, hene?

No, yê min ez heya bi niha tiştekî welê nabînim. Ez romaneke welê ku xwendevanên biyanî karibin pê me û jiyana me nas bikin, nabînim. Çima?

Ma qey em kurd kêmî xelkê ne? Ma qey mêjiyê me weke yê xelkê bi pêş neketiye? Belê, em weke wan in û mêjiyê me jî weke yê wan bi pêş ketiye. Lê çima em dom bi nivîsandinê nakin û weke xelkê bi dehan, bi bîstan pirtûkên hêja û bi naverok li dû xwe nahêlin? Gelo ev sûcê kê ye? Sûcê nivîskarên me ne, sûcê gel e, sûcê ronakbîrê me ne, sûcê grûp û partiyên me ne, an jî sûcê dijminên me ne? Tu bêjî nebêjî sûcê mezin yê dijmin e. Lê grûp û partiyên me jî di vê de ne bê sûc in.

Em vegerin ser nivîskarên me yên xort, yên dema Hawarê. Ku em li peyakî nola N. Zaza û Osman Sebrî xwedî derketibûna, dê rewşa wan niha çibiwa? Ew kabiliyeta ku di xortaniya wan de bi wan re hebû, dê niha çiqasî bi pêş ketibiwana? Bi a min ku xwediyên wan hebiwana alîkarî bi wan hatibiwa kirin, xatirê wan hatibiwa girtin, kezeba wan nehatibiwa reşkirin, reklam û propaganda wan hatibiwa kirin, navê wan dê niha di rex navên nivîskarên dinyayê de bihata dîtin. Bi qasî ku em niha ji ber wan serbilind in, emê deh qatan serbilindtir bibiwana.

Divê ku em li nivîskarên xwe xwedî derkevin. Em ji her alî de alîkariya wan bikin. Em pirtûkên wan çap bikin û belav bikin. Alîkariya wan ya diravîn bikin, moral bidine wan, propaganda wan bikin û wan bi gel bidine naskirin. Gava ku em vê yeka han ji wan re bikin, ez bawer im ku ewê ji dil û giyan binivîsin, bi gel re bibin yek û dê edebiyateke me ya hêja û nemir derkeve meydanê. Emê bi vî awayî nivîskarên hêja, ku karibin qayişê bi nivîskarên dinyayê re bikşînin, ji nav xwe derbixînin. Di vir de çend gotinên Lenîn di derheqa edebiyatê de, hâte bîra min. Nivîskarekî bi navê Aleksander Serafimovîç rojekê dihare mala Lenîn ku wî ziyaret bike. Piştî ku hebekî dipeyivin û sohbetê dikin, Lenîn jê dipirse:

- Tu vê demê li ser tiştekî dixebitî Serafîmovîç:

- Niha nivîsandin zor e, dema tevgereke xurt e.

Lenîn :

- Erê, niha li welatê me dema tevgereke xurt e. Lê hun nivîskar divê ku karkeran hînî xebatên xwe yên edebî bikin. Ji bo vê yekê divê ku hun pir bixebitin. Her destpêkirineke karkeran î biçûk divê ku hun karekî mezin bibînin. Di kovara we de nivîsên karkeran jî çap dibin?

- Ne zêde, Vladimir Iliç. Divê ku em kêmasiya kultur û zanebûna wan jî bidine ber çavan.

Lênin bi rûkenî lê nihêrî û got:

- Lê xem nake. Ewê hînî nivîsandinê bibin û ewê edebiyateke me ya hêja û nemir pêk bê.

Lenîn bi xwe pir guh dida huner û edebiyatê. Wî rola huner û edebiyatê di têkoşîna gelê Uris de, roleke mezin didît. Wî bi xwe edebiyat dixwend û têkiliyê xwe qet ji nivîskaran nedibirî. Di nameyên xwe de, yên ku ji nivîskaran re şandiye, di civat û civînan de her qala girîngbûn û hêjabûna edebiyat û hunerê kiriye.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues