La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 27


Auteur : Têkoşer
Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1984, Bruxelles
Préface : Pages : 40
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 27Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 27

Versions

Têkoșer, n° 27

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Di sala 1857 de, bi sedan jinên karker li New York, li Emerîka, rêveçûnekê dijî karê 12 seetan kir. Ev rêveçûna dîrokî ji aliyê polîsê ku li hespan siwar bû bû hat pelixandin.

Piştî wê tarîxê, tevgerên dinên giran li derên din ên cihanê, ji aliyê jinan, çêbûn û hîn jî çêdibin. Ev nîşan dide ku pirsa jin ne pirseke hêsan e û ku tevgera wê dûr û dirêj e.

Em di vê rûpelê de nikarin bi awakî kûr tehlîla vê pirsê û vê tevgerê bikin. Ji bo vê yekê, xebatek hêja pêwist e. Emê di vê hejmarê de, di munasebeta cêjna 8ê Adarê de, bitenê çend gotar û wêne li ser jina kurd biweşînin. Em hêvî dikin ku di rojekê nêzîk de em karibin dest bi vê xebatê bikin.


8ê ADARê CEJNA JIN

Di sala 1857 de, bi sedan jinên karker li New York, li Emerîka, rêveçûnekê dijî karê 12 seetan kir. Ev rêveçûna dîrokî ji aliyê polîsê ku li hespan siwar bû bû hat pelixandin.

Piştî wê tarîxê, tevgerên dinên giran li derên din ên cihanê, ji aliyê jinan, çêbûn û hîn jî çêdibin. Ev nîşan dide ku pirsa jin ne pirseke hêsan e û ku tevgera wê dûr û dirêj e.

Em di vê rûpelê de nikarin bi awakî kûr tehlîla vê pirsê û vê tevgerê bikin. Ji bo vê yekê, xebatek hêja pêwist e. Emê di vê hejmarê de, di munasebeta cêjna 8ê Adarê de, bitenê çend gotar û wêne li ser jina kurd biweşînin. Em hêvî dikin ku di rojekê nêzîk de em karibin dest bi vê xebatê bikin.



Jina Kurd Xendan

Seretayek
Rewșa jin di dîroka borî da


Jina kurd wek hemû jinên dinyayê bi hezaran sal di bindestiyê da jiyaye. Ji bo ku em ser rewşa jina kurd ya îro tiştekî zanibin, bi dîtina min divê em paş da vegerin û rewşa jin di çaxa berê dîrokê da bibînin.

Mêr çi li deştan û çi di avan da mijûlê nêçîr dibûn, jin jî zarok xwedî dikirin, wan ji sermayê û ji tebayê hov diparast, gîha berev dikir jê derman çêdikir, li brîndar û nexweşa dinêrî, dewar kedî dikir, erzaq pas dikir, li ser rojên pêşî bîr dikir, biryar digirt û razê xweder (sirrê tebîetê) zanî bû.

Gava jin ev karûbarên bingehîn dikir, bi taybetî zarok anîn, mêr jê ditirsîya, ji wê ra rûmet digirt û bi gotina wê dikir. Di wî demî da jin xwediyê raz û mucîze bû û bi vî awayî jî navê jin ket çîrok û efsane. Cadû, cin û perî tevda jin bûn. Di çaxa doza dayikêtîyê da zarok bi navê dê bûn û girêdayî êla (eşîr) wê bûn, bo wî jî jin xwediyê hêzeke mezin bû.

Piştra sifir, bronz û hesin peyda bû, çek û alet ji wan çêbû, şer û lêxistin derketibû. Ji ruyê şer mêr xwediyê kar, aş û xwarin bû. Bi vî awayî asûna mêr berz bû. Bi vî awayî jî par kirina karûbar yê borî di nav bera jin û mêr da ser û bin bû. Kare malê ku jin dikir ket pilana didu.

Bi fire bûna milkîyeta taybetî, bi civandina mal û pare di nav malbatê da û bi daxwazî ya dom bûna dewlemendî pirsa guhastina saman (serwet) derket meydanê.

Bav dixwast ku zarokên wî xwediyê mîras bin, çima ku ew xwediyê her tiştî bû. Xwediyê çek, alet, keriyê dewar û xwediyê kole bû. Di doza dayikêtî yê da ev dewlemendî nediket destên zarokên wî yên ku bi navê dê bûn, diket destên xuşk û birayên wî. Mêr bi sedan sal şerê jin kir ji bo ku wê qels bike û wê ji textê rake. Jin jî dijî mêr rabû ji bo ku asûna xwe biparêze. Lê di dawiyê da mêr biserket û gihaşt daxwaziya xwe ya mezin. Asûna wî yê civakî bû li gora rolê wî yê abûrî.

Bi vî awayî doza dayikêtî rabû û mafê dê jî di mîrasê da winda bû. Şûna zewaca bi pirê zewaca yekbûyî hat. Bi tenê mafê mêr hebû ku zewacê helweşîne. Şûna doza dayikêtî malbata bi xwedî hat. Mêr serokê malê bû û bavê zaroka jî bû. Ew her gav bavîtîyek zelal dixwest ji bo ku mal û milkên xwe bide zarokên xwe. Bi vî awayî ev cara yekim bû ku jin rastî şikestinek dîrokî mezin hat. Mêr serdest bû, jin jî bindest bû. Mêr xurt bû, gotina wî gotin bû, bi dîtina wî jî jin bitenê ji bo karê mal û anîna zarok bû. Ji dêliva ku jin girêdayî ya mala bavê xwe bûya, girêdayê mala mêrê xwe bû. Mêr despêkir wê bi tişta biguhêre. Kuştin bû dawîya jina ku bi mêrek din ra pêwendî danîya, çunkî bi gûman li zarokê mêrê wê dihat nêrîn (dibe ku ji mêrek din bin).

Ji wê gavé ta îro çi di doza koletî, çi di doza féodal, çi di doza kapîtalîzm, jin du car bindest e: Carek ji aliyê civatê, carek jî ji aliyê malbatê.

Bi vî awayî jin ji aliyê mêr bindest bû. Bi vî awayî jî bindestiya çînî ya yekim di dîrokê da bindestiya jin bû. Dijwariya ol (dîn) ji dijwariya mêr nekêmtir e. Her çend ku ol li Erebistanê jinan rizgar kir, lê hêjî rolek mezin dilîze bi jêrdestbûna jin.

 

Di olên kevnare da jin nîşana zarok anîn bû. Li gora qanûna Manu û pirtûka Mûsa divê jina ku zarok nayne bê berdan û li gora pirtûkên hindî yên dî jî mafê wê di mal û milk da tune bû, ne jî azad bû. Hin fîlozof û nivîskarên yûnan dijî jin rabûn. Fîsagoros yek ji wan bû. Wisa digot : Dîsîplîn, ronî û mêr nîşana xêr e, bê dîsîplîn, tarî û jin nîşana şer e. Papên kilîsê jin wek dijmin dîtibûn û ew ber çavên wan nîşana Şeytan bû. Ji vî dijwartir jî peywendiya jin û mêr qirêj û heram bû, çima ku jin qirêj û heram bû. Bo wî jî zewac li keşa û papa qedexe bû.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues