La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 28


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1985, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 28Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 28

Versions

Têkoșer, n° 28

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

"Kuro eyb e, şerm e, fehît e. An hînî zmanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê zman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e.

Pesn û şabaş û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivîsandina zmanê xwe bûne û bi vî awayî mifta heyîna xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine.

Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zmanên din dizanin bixwînin, binivîsin û elfabiya zmanê xwe hêj nas nakin."

.....



SÊ TARÎXÊN HAWARÊ

15 Gulan 1932
18 Tebax 1935
15 Nîsan 1941

Celadet Bedir Xan
(*)

Ji ber ko Hawar di panzdehê Gulana sala hezar û neh sed û sih û didowan de hatiye dinyayê, di panzdehê vê Gulanê de diviya bû Hawar bibe nehsalî. Lê ji ber ko Hawar ji hejdehê Tebaxa sala hezar û neh sed û sih û pêncan heta panzdehê vê Nîsanê şev û roj û şeş salan pêde razaye û ji ber ko demên xewê, xewên rojê, di heyîna heyberan de nayine hesêb, Hawar îro bi tenê nûzake sêsalî ye.

Di jiyina Hawarê de sê tarîxên bîrawer hene. Me ew tarîx di bin sernama vê bendê re şanî dan.

Tarîxa pêşîn
15 Gulan 1932. Di vê tarîxê de gazî û hawara Kurdan ji dil û devê wan ketine nav xêz û xêzikên çend rûpelan û kovareke kurdî anîne pê. Ji Kurdan re Hawar, Hawareke nû, Hawara zanîn û danzanînê za.

Ev roj di jiyîna Kurmancan a civakî û edebî de rojeke tarîxî ye. Di vê rojê de Kurdmamc bûn xwediyê elfabêke biserxwe, elfabêke Kurdî û ji nîrê elfabiyên miletên din, miletên biyanî xelas bûne.

Ev elfabê alek e, ala biserxwebûna heyîna me a edebî ye.
Berê di ser keleha me a edebî re alên biyaniyan li ba dibûn. Di vê rojê de Kurdmancan ew al daxistin, çirandin û li şûna wan ala xwe a milî daçikandin û ji hêsiriya wan bandêran filitîn, xwe dan ber siha bandêra xwe û di vê qadê de bûne biserxwe.

Belê, elfabiya ko ji sala hezar û neh sed û nozdehan ve ez lê dixebitîm, min ew di wê rojê de, di rûpelên Hawarê de belav kir.
Kurdmancên ko pê hesiyan u him we bûne îro zmanê xwe bi elfabiya xwe a milî û bêî tu dişwariyê dinivîsînin û kovar û kitêbên ko ketine çapê bi kêfxweşî dixwînin.
Tarîxa duduyan

Lê Hawarê gelek dom nekir. Hejmara wê a bîst û şeşan di 18ê Tebaxa 1935an de belav bû û ji hingê ve Hawar nema derket.
Lê hîmê xwendin û nivîsandinê, elfabê belav bûbû û piştî razandina Hawarê jî gelek û hergav nebin jî carcara hin kitêb diketin çapê û digihan destê kurdmancan.
Di wan salan de ji kurdên ko bîrewerê heyîna xwe ne û di dilê wan de rûmeta milet û welêt heye bi nînbûna xwendin û nivîsandina zmanê xwe xebitîn û zanîna xwe pêş ve birin. Ew ne bi tenê xebitîn û elimîn, lê xebitandin û elimandin jî. Belê ew ji vî miletê bêdibistan re bûne dibistan, dersa welatiyên xwe gotin û ew gihandin; ji wan mirovên nezan mirovine xwenda anîne pê.

Lê yên ko xwe, bi gotinê, Kurdên qenc û welatparêz dihesibînin wextê xwe bi kurt û pistên pûç û vala derbas kirin û ji lewre hêj (e) û (ê) ji hev ferq nakin. Lê ew bi zmanê biyaniyan û hinekê wan bi çendekan dizanin, û hin hene ko di wan zmanan de xwenda û zanayine xurt in jî. Lê bi zmanê xwe ê mader, bi vî zmanê şêrîn û delai, bi zmanê da û dapîr, bi zarê kal û kalikên xwe nizanin.
Mirov dibêje qey ji bin hikmê bandêra biyaniyan naxwazin derkevin û hêsîrî bi wan şêrîn e. Heke welê ye, divêt rayekî biyaniyan di wan geriya be. Rakî welê ko bi dizîka bi wan ve bûye. Herwekî şairê sorî gotiye:
Her kesî kurd naseraw bî hez be bonî kurd ne ka
Pirsiyarî daye ley ka ta le babî xoy biga

Belê ew bi zmanê xwe ê mader nizanin. Ew zmanê ko xwendin û nivîsandina wî ji her zmanî hêsanîtir e. Min bi xwe ceribandiye, kurdekî nezan, li gora şehrazahiya xwe di wextekî gelek kurt da hînî elfabiya xwe dibe; ji pêne heta sih rojî.
Malxirabino! ma we ewçend wext nîne, hon ko ji bo hînbûna zmanên biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin "fînfoneke" derewîn bi lêv bikin.
Kuro eyb e, şerm e, fehît e. An hînî zmanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê zman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e.

Pesn û şabaş û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivîsandina zmanê xwe bûne û bi vî awayî mifta heyîna xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine.
Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zmanên din dizanin bixwînin, binivîsin û elfabiya zmanê xwe hêj nas nakin.

.....

(*) Kovara Hawar, hejmar 27, 1941, r. 4-5 4



Çewtî


Di hejmara dawîn a kovara me de, me du çewtiyên giran kirin. Loma em wan li vira tînin ber çavên xwendevanan û hêvî dikin ku ew ji bo vê yekê me bibuhurin:

1- Rûpel 9-12: Çîroka Muxtêr, a Firat Cewerî. Diviya ku rûpel 11 cihê rûpel 10 bigirta, û rûpel 10 cihê a 11 bistenda. Em hêvî dikin ku hûn vê çîroka hêja ji nuh de bi vî awayî (ango, rûpel 9, 11, 10, 12) bixwînin ku hûn baş têbigihêjin rêzaya (mana) wê.

2- Diviya ku hejmara kovarê 27 biba, ne 26.

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues