La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 30


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1985, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 30Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 30

Versions

Têkoșer, n° 30

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Di dawiya meha Cptmehê de, rûniştevanên bajarên Kurdistana Iraqe dijî rêzana şovînî û diktatorî ya rejîmê Iraqê û dijî şerrê Iraq û îranê yê xwînî derketin.

Li bajarê Sileymaniyê, piştî kuştina du kesan ji hêza leşkeriya balefirî, faşîstan dijî vî bajarî êrîşeke pirr dijwar kir. Li hemberî vê êrîşê, xelkê Sileymaniyê mangirtina (grêv) giştî û xwepêşandinên (meşîn) ku leşker bi agir belav kirin pêk anîn.

Hikûmet derketina derve qedexe kir û riya Sileymaniye - Kerkûkê girt ku ev nûçe negihêje bajarên din. Lê gel derket derve û xwepêşandinan pêk anîn, û leşker ew bi balefirên hêlikoptêr belav kirin. Di van lihevxistinan de, yek ji hêzên leşkerî mir û hinên din birîndar bûn. Ji aliyê gel şeş meriv gorî bûn û jimareke mezin birîndar bû.

Di 23 Cotmehê de, 20.000 leşker, cenderme û polis...



IRAQI NATIONAL DEMOCRATIC FRONT "L.N.D.F"

KURTENIVISA DAXWUYANIYA FERMI YA ENIYA DEMOKRATIK A IRAQI - CÛD


Di dawiya meha Cptmehê de, rûniştevanên bajarên Kurdistana Iraqe dijî rêzana şovînî û diktatorî ya rejîmê Iraqê û dijî şerrê Iraq û îranê yê xwînî derketin.

Li bajarê Sileymaniyê, piştî kuştina du kesan ji hêza leşkeriya balefirî, faşîstan dijî vî bajarî êrîşeke pirr dijwar kir. Li hemberî vê êrîşê, xelkê Sileymaniyê mangirtina (grêv) giştî û xwepêşandinên (meşîn) ku leşker bi agir belav kirin pêk anîn.

Hikûmet derketina derve qedexe kir û riya Sileymaniye - Kerkûkê girt ku ev nûçe negihêje bajarên din. Lê gel derket derve û xwepêşandinan pêk anîn, û leşker ew bi balefirên hêlikoptêr belav kirin. Di van lihevxistinan de, yek ji hêzên leşkerî mir û hinên din birîndar bûn. Ji aliyê gel şeş meriv gorî bûn û jimareke mezin birîndar bû.

Di 23 Cotmehê de, 20.000 leşker, cenderme û polis ji Kerkûkê hatin û xaniyan yek bi yek geriyan ji bo ku şoreşgeran û kesên dijî şerr peyda bikin. Her xaniyekî ku tê de yek ji wan hat dîtin, yan ku leşker gûman dikir ku tê de yek ji wan hebû, dihat hilweşandin. Jimara xaniyên hilweşayî gihajt 120. Bi ser de jî, ev hêzên leşkerî kuştinên komî pêk anîn, agir berda 13 xort, di mehella Ashab Sabî de, û 10 rûniştevanên din li hemama gelerî, Nalî, li Sileymaniyê. Hemî tavil gorî bûn.

Carek jî, faşîstan 8 rûniştevan, di gorgeha (mezar) bajêr de, sax hatin gor kirin. Ev cara duyemîn e ku bajarê Sileymaniyê êrîşeke ewha hov dijî. Di 9 Hezîran 1963 de, ev canî bixwe 128 rûniştevan di kortalekê tenê de, sax gor kiri bûn.

Di roja 4mîn de, karkerên cigarexanan û yen karxanên din ên bajêr xwe gihand gel û karên xwe rawestandin.
Di tevayiya vê êrîşê de, li Sileymaniyê çend hezar kes hatin girtin û jimara goriyan gihajt 200, gelek kes jî birîndar bûn.
Faşist ewqas har bûn ku di girtîgehan de kuştinên komî yen girtiyên rêzanî (siyasî) pêk anîn. Di girtîgeha Mûsilê bitenê de, 69 şoreşger hatin kuştin.

Di vî zemanî bixwe de jî, maliyên pêşmergan û yên kesên ku dijî şerr in - li Suleymaniyê bitenê 112 malî - hatin dûr xistin, û tukes hîn cihên wan nizane.

Li Erbîlê, hêzên faşîst xwest ku dora gelek mehellan bigirin, ji bo ku rûniştevanên vî bajarî xwe negihînin ên Sileymaniyê. Lê xelk xwe di kela xwe de veşart, û ji bo cara yekemîn hin caş jî xwe gihand wan. Li gel hêlikopterên ku kelê bombe dikir, gelê Erbîlê xwe ragirt û leşker neçar (mecbûr) kir ku vegere.

Li Dehok, Mûsil, Zaxo, Amadya û Kerkûkê, xwepêşandinên gelerî, bi awayên cihê fireh bûn.

Ji destpêka vê salê, hikûmeta faşîst dora navçeyên rizgarkirî ku tê de bi sed hezaran welatparêz û hevalên tevgera niştimanî ya dijî hikûmetê dijîn digire û nahêle ku xwarinên bingehî bigihêjin wan yan jê derkevin. Û bi ser de jî, gelek gund bombe kirin ku ew vala bibin û bi vî awayî berengariya (xwe parastin) gelerî bişikîne.

Ji destpêka Îlonê, bi sedan dibistan ji aliyê hikûmetê hatin girtin. Heta nuha, jimara dibistanên pêşînên girtî li navçeya Dehokê gihajt 208, û yên Erbîlê 200. Di destpêka Cotmehê de, dibistana navîn "Birayetî" li navenda Dehokê hat girtin û xwendevanên wê li dibistanên bajarên din hatin belav kirin.

Hikûmeta faşîst av û elektrîk ji maliyên pêşmergan yan ên partiyên dijîtiyê yan jî yên kesên ku dijî şerr in jêdike.
Ev serhildana gelerî ku bajarên Kurdistanê dijîn nîşan dide ku gelê me yê iraqî hemî hêzên xwe yên şoreşgerî dide hev ji bo ku şerrê Qadisiyyê rawestîne, ji diktatoriya faşîst rizgar bibe û Iraqa dêmokratîk ava bike.

Eniya Netewiya Dêmokratîka Iraqî (Cûd) cardin tekîd dike ku jê çiqas bê ewê vî barê netewiyê giring bîne cih.

12 Mijdar 1985




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues