La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°32


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1986, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN : 0773-3887
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 32Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°32

Versions

Têkoșer, n°32

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Di hejmara buhurî de ez li ser astengên (bi tirkî: Engel) yekîtiya Kurdan peyivî bûm. Nuha jî, ez dîtina xwe bi kurtî li ser rewşa Kurdan li Ewrupa dibêjim.

Berê çend salan min bawer dikir ku ji sedema hin serbestî û alîkariyên ku hikûmet û rêxistinên ewrupî didin me ewê Kurd karibin li Ewrupa gelek tiştan bikin. Lê mixabin, hêdî hêdî min dît ku hin tişt li vira çêbibin jî, xebat li Ewrupa ji Kurdistanê gelek dijwartir e! Ji bo ku dema ku meriv ne li ser axa xwe be ji koka xwe vediqete û dibe weka gul yan dara ku ji rihên xwe tê jêkirin û di cihekî dûr û cihê de tê çikandin. Ango, meriv bi vî awayî jînyariya xwe hunda dike û di civaka biyanî de cihê xwe yê xwederî ...



KURD LI EWRUPA

Pervîn


Di hejmara buhurî de ez li ser astengên (bi tirkî: Engel) yekîtiya Kurdan peyivî bûm. Nuha jî, ez dîtina xwe bi kurtî li ser rewşa Kurdan li Ewrupa dibêjim.

Berê çend salan min bawer dikir ku ji sedema hin serbestî û alîkariyên ku hikûmet û rêxistinên ewrupî didin me ewê Kurd karibin li Ewrupa gelek tiştan bikin. Lê mixabin, hêdî hêdî min dît ku hin tişt li vira çêbibin jî, xebat li Ewrupa ji Kurdistanê gelek dijwartir e! Ji bo ku dema ku meriv ne li ser axa xwe be ji koka xwe vediqete û dibe weka gul yan dara ku ji rihên xwe tê jêkirin û di cihekî dûr û cihê de tê çikandin. Ango, meriv bi vî awayî jînyariya xwe hunda dike û di civaka biyanî de cihê xwe yê xwederî (tebîî) nastîne.

Ne pêwist e ku ez li vê derê li ser pirsên maddî û manewî, ku her biyaniyekî qels dikin yan hildiweşînin, rawestim. Li ser vê babetê me û Kurdên din nivîsiye. Ezê bitenê li ser kartêkirina (tesîr) biyaniyetiyê li ser xebata Kurdan çend gotinan bêjim.

Kurdên ku nuh ji Kurdistanê tên, di destpêkê de û ji sedemên ku me li jor gotin li riya xwe digerin. Hêdî hêdî, ew dibînin ku awayên xebatê ji yên Kurdistanê gelek cihê ne. Ji alîkî li vira bêtir serbestî heye, lê ji alîkî din jî Kurd nikarin bi hêsanî bigihêjin hevdu, ji bo ku ev serbestî, weka kêra ku her du aliyên wê tûj in, aliyê wê yê baş û yê ne baş jî heye. Serbestiya raman (fikir), peyv û tevgerê ferzend (firset) dide ku meriv gelek tiştan hîn bibe, xwe bigihîne, zihniyeta xwe fireh bike û li gora qabiliyet û hêza xwe ji bo pirsa kurdî bixebite.

Lê mixabin, dêmokrasiya rojavayî "serbestiyeke" din a bê sînor û xapînox jî li ber çavan radixe. Vexwarin, jin, film û weşanên cinsî, qumar û jîna rehet gelek xortên kurd, bi hêzanî yên ku ji gund û bajarên piçûk hatine, di pasîfîzmê de dihêlin.

Astengên din jî ev in:
a) Em ne di civaka kurdî de ne û li welatên Rojavayê yên cihê belav bûne û ji hevdu dûr in.

b) Em ji perçe, navçe, gund û bajarên Kurdistanê yên cihê hatine.

c) Di piraniya van welatên Rojavayê de û li Emerîka, Australia, Canada... jimara me hindik e û em di nav van welatan bixwe de jî belav bûne navçeyên cihê. Ji derveyî Newroz û hin cêjn û şevan, ne hêsan e ku em bigihêjin hevdu.

d) Pirsên maddî û manewî, bêrîkirina welêt, ne baş zanîna ziman û zihniyeta rojavayiyan jînyariya me dide hunda kirin.

e) Ronakbîrên me, ji aliyê zihniyet û tevgera xwe, ji karker û kesên nexwenda dûr in. Bi ser de jî, dubendiyên ku di nav van ronakbîran de çêdibin xebata hevrayî radiwestînin yan giran dikin.

Ji bo hemî van sedeman em li gora bernameke kûr û dirêj naçin. Ango, em xebata rojane ji ya herdemî cihê nakin û gelek caran em hêza xwe ji bo tiştên piçûk belav dikin û karê giringtir ji bîr dikin. Dema ku em xebata xwe bê dîsîplîn û bê koordînasyon dikin, piştî zemaneke kurt dilê me pê teng dibe û em jê diwestin.

Ez hêvî dikim ku neweyê (nesl) wêbê karibe ji me çêtir vî barê giran hilîne ser milên xwe û bi saya xwendin û tecrubê kêmasî û çewtiyên me ji nuh de neke.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues