La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°33


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1986, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 33Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°33

Versions

Têkoșer, n°33

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Weka ku em hemî dizanin, di nîvê meha tebaxê de leşkerê faşîst ê tirk, di çarçeva lihevhatina tirkî-iraqî de, ku di 14.10.84 de hatibû imza kirin, balefirên xwe şandin Kurdistana Iraqê û bombên xwe avêtin ser sîvîlên kurd. Di vê êrîşa hov de nêzîkî 150 kes hatin kuştin. Ango, ji hikumeta Tirkiyê re têr nake ku Kurdên ku di nav sînorên dewleta wê de dijîn her roj bide êşandin û kuştin, lê ew destê xwe, çiqas ji wê bê, dirêj dike derve jî!

Ev ne cara yekemîn e ku leşkerê tirk êrîşî Kurdistana Iraqê dike. Di Gulana 1983 de, nêzîkî 15.000 leşker di dirêjayiya 40 km de ket wê derê. Ev yek û bûyerin din ku hergav li çar perçeyên Kurdistanê dibin nîşan didin ku her çar hikûmetên faşîst biryar stendine ku bi her awayî têkoşîna gelê kurd vemirînin û ku dema ku pêwist be jî dijminayiyên ku di navbera wan de hene bi awakî katî (muweqqet) deynin alîkî û hêzên xwe yek bikin ji bo bigihêjin vê amancê.

Li gel hemî van hovîtiyan, li hundir û derveyî sînorên xwe, hikûmeta Tirkiyê ...



BALEFIRÊN TIRK LI KURDÎSTANA IRAQÊ

Pervîn


Weka ku em hemî dizanin, di nîvê meha tebaxê de leşkerê faşîst ê tirk, di çarçeva lihevhatina tirkî-iraqî de, ku di 14.10.84 de hatibû imza kirin, balefirên xwe şandin Kurdistana Iraqê û bombên xwe avêtin ser sîvîlên kurd. Di vê êrîşa hov de nêzîkî 150 kes hatin kuştin. Ango, ji hikumeta Tirkiyê re têr nake ku Kurdên ku di nav sînorên dewleta wê de dijîn her roj bide êşandin û kuştin, lê ew destê xwe, çiqas ji wê bê, dirêj dike derve jî!

Ev ne cara yekemîn e ku leşkerê tirk êrîşî Kurdistana Iraqê dike. Di Gulana 1983 de, nêzîkî 15.000 leşker di dirêjayiya 40 km de ket wê derê. Ev yek û bûyerin din ku hergav li çar perçeyên Kurdistanê dibin nîşan didin ku her çar hikûmetên faşîst biryar stendine ku bi her awayî têkoşîna gelê kurd vemirînin û ku dema ku pêwist be jî dijminayiyên ku di navbera wan de hene bi awakî katî (muweqqet) deynin alîkî û hêzên xwe yek bikin ji bo bigihêjin vê amancê.

Li gel hemî van hovîtiyan, li hundir û derveyî sînorên xwe, hikûmeta Tirkiyê bê şerm Lihevhatina Mafên Mirovî li O.N.U. (Rêxistina Netewên Yekbûyî) imza kir û cihê xwe yê giring di sazendên (muessese) rojavayî yên bilind de, weka NATO, Konseya Ewrupa û hwd., stend. Û nuha jî dike têkeve Parlaman û Bazara Ewrupa!

Her pêne dewletên ewrupî: Fransa, Hollanda, Danîmarka, Swêd û Norvêj giliya xwe dijî Tirkiyê, ku di 1982 de li ber Komisyona Mafên Mirovî ya Konseya Ewrupa danî bû, di Kanûna 1985 de kişand! Ew dibêjin ku sedema vê kişandinê hebûna hin serbestî û dêmokrasî li Tirkiyê ye! Lê herkes dizane ku sedema rast ne ev e, lê aborî û rêzanî ye.

Li gora CEDRI (Komîta Ewrupî ji bo Parastina Penaber "multecî" û Derhatiyan), Tirkiyê dixwaze 20 milyar dolar ji bo avakirina pîşesaziya (sinaet) xwe ya leşkerî razêne. Ji bo vê yekê, hevkariya şirket û dewletên ewrupî û amerîkî jê re gelek pêwist e.

Her ku pêwendiyên Ewrupa û Amerîka yên bazarî û rêzanî bi Tirkiyê re xurt dibin, ev dewlet bêtir çavên xwe li ser hovîtiyên hikûmeta tirk digirin. Û, mixabin, ev rêzana giştî kartêkirina (tesîr) wê li ser ramana tevane (fikrê tevayiya xelk) ya rojavayî gelek mezin e. Berê her tiştî, gengaziyên (wasite) weşanê yên giring, weka televizyon, radyo û rojname, gelek kêm agahdarî li ser rewşa Tirkiyê, û bi hêzanî Kurdistanê (her çar perçeyên wê) didin. Loma, ne bitenê merivên besît, lê dêmokrat û pêşveruyên van dewletan jî bala xwe gelek nadin vê navçeya stratêjîk a cihanê, û hêza xwe di xebata xwe de didin welatên Latînî-Amerîkî û Afrîka Başûr. Eger televizyonan her roj wêneyên êşandin, kuştin û bombardmanên gelê kurd nîşan bidana, ewê pirsa me bala herkesî bikişanda û ewê dêmokratên rojavayî bêtir alîkariya me bikirana.

Ji bo vê yekê, divê ku em bê rawestan gengaziyên weşanê û rêxistin û kesên dêmokrat bikişînin pirsa xwe ya giran û dev ji dubendiyên ku di navbera me de hene berdin.

Nîşank: Li ser vê bûyerê, parlamanterê belçîkî yê Partiya Ecolo (Kesk), G. Dutry, pirseke hêja ji Wezîrê Karên Derve yê Belçîka, L. Tindemans, pirsî. Me ev pirs weka xwe di rûpela 4mîn a vê hejmarê de weşand.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues