La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°34


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1986, Bruxelles
Préface : Pages : 32
Traduction : ISBN : 0773-3887
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 34Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°34

Versions

Têkoșer, n°34

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Bi awakî vekirî xuya ye ku rejîma Begdadê her roj qelstir dibe. Ji alîkî êrîşên leşkerê Xumeynî li Başûrê Iraqê û ji aliyê din şerê hêzên Kurd ku li Kurdistanê dest dane hev (li Kurdistan Press, hejmar 5 binêre) rewşa rejîma Baas ji her alî qels dikin.
Gelo çi dibe ger rejîma Baas bikeve? Di mehên dawîn de, bi awakî vekirî em dibînin ku dewleta Tirk dixwaze têkilî şerê Iran û Iraqê bibe. Heta dibe ku ew planên êrîşeke leşkerî bo Kurdistana Iraqê çêdike. Mebesta (meqsed) wê ew e ku berî hilweşandina Baas ji aliyê Kurdan û Xumeynî xwe bighîne navçeyên petrola Kerkûk û Mûsilê.

Dewleta Tirk, di dawiya Gulana 1983 de êrîşeke weha bi amanca "xelaskirina wilayeta Mûsilê" biribû ser hêzên pêşmergan li Kurdistana Iraqê. Hînga jî vê dewletê behana "tehlika Kurdan" ji bo wê amanca xwe bi kar dianî. Dewleta Tirk bi vê behanê dixwest ku xewna xwe a dîrokî bîne cî, petrola Kerkûk û Mûsilê işgal bike.

Di rojnama The Times a 28 Gulan 83 de nivîsarek li ser vê pirsê hatiye nivîsîn. Li gora vê nivîsarê xuya ye ku planên êrîşeke leşkerî ...



DEWLETA TIRK DÎXWAZE KERKÛK Û MÛSILÊ ÎŞGAL BIKE

Derwêş


Bi awakî vekirî xuya ye ku rejîma Begdadê her roj qelstir dibe. Ji alîkî êrîşên leşkerê Xumeynî li Başûrê Iraqê û ji aliyê din şerê hêzên Kurd ku li Kurdistanê dest dane hev (li Kurdistan Press, hejmar 5 binêre) rewşa rejîma Baas ji her alî qels dikin.

Gelo çi dibe ger rejîma Baas bikeve? Di mehên dawîn de, bi awakî vekirî em dibînin ku dewleta Tirk dixwaze têkilî şerê Iran û Iraqê bibe. Heta dibe ku ew planên êrîşeke leşkerî bo Kurdistana Iraqê çêdike. Mebesta (meqsed) wê ew e ku berî hilweşandina Baas ji aliyê Kurdan û Xumeynî xwe bighîne navçeyên petrola Kerkûk û Mûsilê.

Dewleta Tirk, di dawiya Gulana 1983 de êrîşeke weha bi amanca "xelaskirina wilayeta Mûsilê" biribû ser hêzên pêşmergan li Kurdistana Iraqê. Hînga jî vê dewletê behana "tehlika Kurdan" ji bo wê amanca xwe bi kar dianî. Dewleta Tirk bi vê behanê dixwest ku xewna xwe a dîrokî bîne cî, petrola Kerkûk û Mûsilê işgal bike.

Di rojnama The Times a 28 Gulan 83 de nivîsarek li ser vê pirsê hatiye nivîsîn. Li gora vê nivîsarê xuya ye ku planên êrîşeke leşkerî ji aliyê dewleta Tirk û Amerîka amade bûye ku Kurdistana Iraqê işgal bikin. Lê ji ber ku danûstandinên Tirkiye û Iraqê ne xirab bûn ev plan hê bi tevayî ne hatiye bicî kirin. Bê gûman, di dema ku rejîma Iraqê ber bi ketinê biçe de, ewê dewleta Tirk bi alîkariya Amerîka û endamên NATO mihawela işgala wê perça Kurdistanê bikin.

Li gora rojnama Ingilîzî The International Herald Tribune a Mijdar 1986, paş bombekirina balafira Israîl di Nîsanê de, hikûmetên giring ên Awrupa û Amerîka bawer in ku Sûriye alîkariya terorîstên Lubnan, Filistîn, Iran û Ermenî dike.
Amanca terorîstên Ermenî Tirkiye ye. Sînorên Tirkiyê jî bi Yekîtiya Sovyet ve ye, û ew jî pişta Sûriyê digre. Di eynî demê de, welatekî misilman di şer de ye. Du dewletên cîran ên Tirkiyê, Iran û Iraq ji şeş salan û vir de di şerekî mezin de ne. Û pirsa Kurdan li her çar dewletan heye û dewleta Tirk jixwe ditirse.

Di vê dewra dawîn de, leşkerê Xumeynî bi alîkariya hêzên Kurdên Iraqê êrîşên mezin dibin ser leşkerê Baas. Êrîşên wan nêzî navça Kerkûkê bûne. Tirkiye jî beşekî mezin ji petrola xwe ji Kerkûkê destîne. Ew jî dikeve tehlikê. Li gor hikûmeta Ankara mimkin e ku Îran û Kurdên Iraqê di şerê xwe de biserkevin. Ji vo vê yekê ew planên xwe bi alîkariya Amerîka ewha dike. Eger Îran û Kurdên Iraqê biserkevin û hêzên Baas bê çare bimînin, leşkerê tirk, berî leşkerê Îranê û hêzên Kurd, ewê bikeve Kurdistana Iraqê û navça petrolê ya Kerkûk û Mûsilê işgal bike.

Bi vê yekê, ewê Yekîtiya Sovyet Tirkiyê protesto bike û bixwaze ku ew leşkerê xwe bikşîne. Amerîka jî wê dijî vê protestoyê û daxwazê derkeve. Amanca vê alîkariyê ne parastina Tirkiyê ye, lê parastina petrol û kontrola vê navçê ye. Ji ber ku ew navçe stratêjîk e. Hin welatên rojava jî pişta Tirkiye û Amerîka digrin.

Di rojnamên Tirkan de ev planên dewleta Tirk xweş xuya dibin. Ew dibêjin ku xwestina navçên Kerkûk û Mûsilê pirseke dîrokî ye, ev navçe ya Tirkiyê ne. Mafê xwestina wan tiştekî taybetî ye. Ger navçên Kerkûk û Mûsilê ji destên rejîma Iraqê derkevin zerereke mezin li Tirkiyê dibe. Mimkin e ku Kurd û Îranî petrolê yan nedin Tirkiyê yan jî kêmtir bidin. Mimkin e ku ew her du hêz xêza petrolê ya ku ji Kerkûkê dirêj dibe nav sînorên Tirkiyê bibirin. Ev xêza petrolê
di salé de 300 milyon dolar dixe kodika dewleta Tirkiyê. Dema ku rejîma Baas li Iraqê bikeve, mimkin e ku Kurdên Iraqê mafên xwe yên netewî li Kurdistana Iraqê wergirin û statuyeke nuh bistînin. Ew yek jî ji bo Tirkiyê tehlikeke mezin e. Tirkiye naxwaze bikeve bin tirseke weha. Dema ku Kurdên Iraqê statuyeke din wergirin, ewê Kurdên Tirkiye û îranê hê bihêztir bibin û şerê xwe xweştir bikin.

Ji aliyê din de, riya International ku ji Kurdistanê dibihure dikeve bin tehlikê. Ger ew bikeve bin destên Kurdan, hemî kontrola çûn û hatinên bazarî ewê bikeve bin destên Kurdan. Ev yek jî bi xweşiya Tirkan naçe. Di rewşeke weha de, pirsa Kurdan di warê International de ewê baleke mezintir bikşîne.

Ji ber van sedemên jorîn e ku ji sala 1979 û vir de lihevhatinek di navbera Tirkiye û Iraqê de çêbûye. Ev lihevhatina wan li hemberê "tehlika Kurdan" bû. Li ser bingehê vê lihevhatinê ev çend car e dewleta Tirk bi hezaran leşkerê xwe dişîne ser hêzên Kurdistana Iraqê. Li ba leşkerê xwe, bi balafiran gund û bajarên Kurdan bombardiman kirin û xelkê êşand. Hikûmeta Iraqê jî ji bo vê alîkariyê spasdara dewleta Tirk e.

Cara dawîn ku Tirkiye leşkerê xwe şand ser Kurdan di Tebaxa 1986 de bû. Ji hînga ve, li ser vê pirsê li Ankara bi awakî giring tê axaftin û planên nuh tên çêkirin. Yek ji van planan ev e ku Tirkiye vê pirsê weka ya Qibris hal bike. Ew dixwaze ku êrîşeke leşkerî bibe ser vê navçê û li wira komareke "serbixwe" îlan bike. Lê berpirsiyarên hikûmetê di nav xwe de hê ne gihane biryareke mişterek.

Lê ger ew tecawuzeke weha bikin, ewê gora xwe bi xwe bikolin. Ji alîkî ewê hêzên Kurdistana Iraqê berê çekên xwe bidin dewleta Tirkiyê û bi hemî hêza xwe mihawele bikin ku dewleta Tirkiyê ji hindirû malmîrat bibe û ji aliyê din ewê dewleta Tirk di cihanê de ji gelek aliyan tenha bibe.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues