La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°35


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1987, Bruxelles
Préface : Pages : 32
Traduction : ISBN : 0773-3887
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 35Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°35

Versions

Têkoșer, n°35

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Hîmê dewleta Tirk li ser zorê ava bûye. Paş nijadkujiyên (qetliam) Ermeniyan ku di salên 1850 de dest pê kir û di salên 1914-1916 de kuştina milyonan li ber çavên cihanê berdewam kir, dewleta Tirk bi awakî dijwar berê çekên xwe da gelê Kurd ku wî jî bi riya zorê ji dîrokê rake. Zimanê Kurdî qedexe kir, çand û dîroka Kurdan inkar kir, leşkerê xwe şand ser gel û ew bi awakî vekirî pelixand. Serhildanên Kurdan li hemberê zora dewletê bi xwînî hatin perçiqandin. Dema ku dewleta Tirk, ku hîmê wê ji Kemalîzmê (zor û kuştinê) pêk tê, li hemberê hêzên Kurd ên azadîxwaz bêçare dima êrîş dibir ser gelê bêçek.
Gundên Kurdan şewitandin, seranser agir berda çiyayên Kurdistanê û biçûk mezin xistin zîndanan. Niha jî eynî zilmê dike.

Serhildana Şêx Seîd, Agirî, Dêrsîm û hwd. nîşe ne. Dewleta Tirkiyê ne bitenê ...



CARDIN TIRKIYE ÊRÎŞÎ KURDISTANA IRAQÊ KIR


Derwêş


Hîmê dewleta Tirk li ser zorê ava bûye. Paş nijadkujiyên (qetliam) Ermeniyan ku di salên 1850 de dest pê kir û di salên 1914-1916 de kuştina milyonan li ber çavên cihanê berdewam kir, dewleta Tirk bi awakî dijwar berê çekên xwe da gelê Kurd ku wî jî bi riya zorê ji dîrokê rake. Zimanê Kurdî qedexe kir, çand û dîroka Kurdan inkar kir, leşkerê xwe şand ser gel û ew bi awakî vekirî pelixand. Serhildanên Kurdan li hemberê zora dewletê bi xwînî hatin perçiqandin. Dema ku dewleta Tirk, ku hîmê wê ji Kemalîzmê (zor û kuştinê) pêk tê, li hemberê hêzên Kurd ên azadîxwaz bêçare dima êrîş dibir ser gelê bêçek. Gundên Kurdan şewitandin, seranser agir berda çiyayên Kurdistanê û biçûk mezin xistin zîndanan. Niha jî eynî zilmê dike.

Serhildana Şêx Seîd, Agirî, Dêrsîm û hwd. nîşe ne. Dewleta Tirkiyê ne bitenê wan diperçiqîne, lê gelê Kurd parçe dike, êlan (eşîr) berdide hevdu û li quncikekê li şerê nav wan dinêre.

Lê têkoşîna gelê Kurd bo azadiyê ne rawesta. Dewleta Tirk di 1960 û 1970 de dîsa bi hezaran zaneyên Kurd avêtin zîndanan. Gel ji zilma leşkerê Tirk dinalî. "Demokrasi"ya Kemalîst li Tirkiyê bi vî awayî xwe gihand 12 Ilona 1980. Rojeke trajîk di dîroka Kurdistanê de.

Gelê Tirk li rejîma leşkerî û zilma wê li Kurdistanê ji dûr dinêrî. Bi hezaran bîrewerên Kurd ketin bin işkencan, hatin kuştin, şewitandin û seqet kirin. Evqas zilm û zor dîsa li ber çavên cihanê çêbû û dinya dîsa bêdeng ma. Kurdistan bi gundên xwe, bi çiyayên xwe, seranser kete bin zilma leşkerê dewleta Tirk û ew zilm ewê hê jî dewam bike, ne bitenê li Kurdistana Bakur, lê li Kurdistana Başûr û ya Rojhilat jî ku li derê sînorê Mîsakî Millî ne.

Di 4 Adar 1987 de, leşkerê Tirk bi beşdariya balafirên şer êrîş bire ser Kurdistana Başûr û gundên Kurdan bombardiman kirin. Dewleta Tirk berî niha jî êrîşên weha biribûn ser gelê Kurd, hovîtiya xwe pêşan dabû.

Sedemên harbûnê
Li Kurdistana Başûr şerê gelê Kurd bi salan dewam dike û ber bi serfiraziyê diçe. Ji 1979 û vir de Kurdistana Rojhilat jî şerê azadiyê bi awakî xurt dike. Van salên dawîn şerê di nav îrana Xumeynî û Iraqa Saddam Huseyin bi hemû hêza xwe dewam dike û Xumeynî roj bi roj xurttir dibe. Bexdad jî ji hêza xwe hunda dike. Di eynî demê de, ji 1980 û vir de li Kurdistana Bakur şerê çekdarî serê dewleta Tirk diêşîne.

Belê, ev sedemên jorîn in ku dewleta Tirk har dikin. Ew ditirse ku Kurdên Başûr û Rojhilata Kurdistanê ji şerê nav Iran û Iraqê istifade bikin û bigihin amanca xwe. Hînga têkoşîna Kurdistana Bakur jî dikeve rewşeke din û li Tirkiyê çarçeve teng dibe.

Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk "terorîzm", "çend lib eşqiyên qatil", "tehlika Rojhilatê" dike behane û zilma xwe zêdetir dike, milîsan, caşên Kurd bi çek dike û wan dijî Kurdên azadîxwaz dike.
Sedemeke din jî ev e ku dewleta Tirk dibêje: "Navçên Mûsil û Kerkûkê yên Tirkan in. Divê em wan navçan û gelê Tirk li wira azad bikin, têxin nav sînorên Mîsakî Millî".

Dewleta Tirk hem gundên Kurdan bombardiman dike ku "welêt ji terorîstan paqij" bike û hem gundên Kurd ji Kurdistanê bi darê zorê dirake dibe Rojavayê Tirkiyê. 356 gundên derdorê Dêrsîmê bi zora dewletê mecbûr in axa xwe berdin û herin. Ji derdorê Bursa jî nêzî 450 gundên Tirk ji aliyê dewletê tên wira û li cihê Kurdan bi cih dibin. Bi vî awayî zilma xwe û "paqijkirina" xwe xurttir dike.

Rola Amerîka
Amerîka dixwaze ji şerê navbera Iran û Iraq istifade bike, bi temamî bixe bin kontrola xwe. Bo vê yekê ye ku Tirkiyê ji xwe re wek qereqol bi kar tîne. Hêzên NATO li Tirkiyê, nemaze li Kurdistanê, nêzî sînorê Îran-Iraq-Sûriye, tedbîran dikin û di nobetê de ne. Dewleta Tirk bi awakî vekirî bi arîkarî û planên Amerîka dixwaze midahela şerê navbera Iran û Iraqê bike, berî ku Iran rejîma Seddam Huseyin bişkîne, navçên petrolê, Mûsil û Kerkûkê işgal bike, zoreke mezin li Kurdan bike û wan bi zilmeke dijwar bêdeng bike.

Li hemberê nijadkujî û planên işgala Musil û Kerkûkê divê hemû hêzên Kurd û her weha hêzên dêmokratên Rojhilat û cihanê bi hemû îmkanên xwe dij derkevin. Çewtiyên biçûk dikarin bibin sedemên nijadkujiyên mezin li Kurdistanê.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues