Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°37


Nivîskar : M. Nezih Yalçın
Weşan : Têkoșer Tarîx & Cîh : 1987, Bruxelles
Pêşgotin : Rûpel : 28
Wergêr : ISBN : 0773-3887
Ziman : KurdîEbad : 195x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 37Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Têkoșer, n°37

Versions

Têkoșer, n°37

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Bi hinceta (munasebet) hovîtiya hikûmeta Iraqê li Kurdistana Iraqê, Lîga Navnetewî ya Parastina Maf û Rizgariya Gelan û sê komelên kurd: Têkoşer, K.S.S.E. (Liqê Belçika) û Y.X.L.K.E. (Liqê Belçîka), di mêjuya (tarîx) 1.7.1987 de, li I.P.C. (International Press Centre) li Bruxelles, civîneke çapê pêk anî.

Di destpêkê de, Profesor François Rigaux serokê Lîgê, pêşgotinekê bi fransizî û hollandî çêkir û tê de, weka ku emê li jêr bibînin, li ser rewş û mafên gelê kurd bi awakî giştî û bingehî peyivî. Paşê, her du nûnerên K.S.S.E. û Y.X.L.K.E. li ser kirinên hov ên hikûmeta Iraqê baş rawesti- yan (li hejmar 26, rûpel 6 binêre) û alîkarî ji rêxistinên belçîkî û navnetewî xwest. Di dawiyê de, me bersivên rojnamevan û beşdaran dan. Ji alîkî din jî, me dosyekê bi fransizî û hollandî pêşkeşî wan kir. Rêxistinên ...



CÎVÎNEKE ÇAPÊ LI SER KURDÎSTANÊ

Pervîn


Bi hinceta (munasebet) hovîtiya hikûmeta Iraqê li Kurdistana Iraqê, Lîga Navnetewî ya Parastina Maf û Rizgariya Gelan û sê komelên kurd: Têkoşer, K.S.S.E. (Liqê Belçika) û Y.X.L.K.E. (Liqê Belçîka), di mêjuya (tarîx) 1.7.1987 de, li I.P.C. (International Press Centre) li Bruxelles, civîneke çapê pêk anî.

Di destpêkê de, Profesor François Rigaux serokê Lîgê, pêşgotinekê bi fransizî û hollandî çêkir û tê de, weka ku emê li jêr bibînin, li ser rewş û mafên gelê kurd bi awakî giştî û bingehî peyivî. Paşê, her du nûnerên K.S.S.E. û Y.X.L.K.E. li ser kirinên hov ên hikûmeta Iraqê baş rawesti- yan (li hejmar 26, rûpel 6 binêre) û alîkarî ji rêxistinên belçîkî û navnetewî xwest. Di dawiyê de, me bersivên rojnamevan û beşdaran dan. Ji alîkî din jî, me dosyekê bi fransizî û hollandî pêşkeşî wan kir. Rêxistinên belçîkî yên giring piştgiriya me kir û soz da ku alîkariya me bikin.

Em li vê derê pêşgotina Prof. Rigaux bi kurtî werdigerînin kurdî:

"Ez xweşhatinê ji rojnamevanên ku vexwendina (dawetiye) beşdarbûna vê civîna çapê li ser pirsa Kurdistanê pejirand (qebûl kir) hêvî dikim.

Bikaranîna (istimal) vê gotinê bixwe, Kurdistan, ji bo hinan gelek bigotûbêj tê yan ewê bê dîtin, ji bo ku gelé kurd ku ji hindikayî ve di nav pêne dewletan de perçekirî ye ji gelek sedsalan li ser zewiyekî (erd) dîrokî rûniştiye. Ev zewiyê dîrokî ku îro bi awakî sunî bi sînorên ku encama (netîce) rewşa ku meriv divê navê wê bike "çara mêtingehî" ku ji parkirina imperatoriya Osmanî re piştî 1918 hat dîtin, hatiye veqetandin. Ev zewî, min got, karîbû bi awakî rêkûpêk (mukemmel) di wê dema netewahiyan (cinsiyet) de, piştî 1918, dewleteke nuh, dewleteke ji aliyê coxrafî û dîrokî bicarek wekhev ava bike, lê ew bi awakî pirr sunî hat perçe kirin. Loma gotina Kurdistan, ku rastûrast rêzayê (mana) vê ramana (fikr) zewiyekî û urf û adetên kurdî di nav sînorên dîrokî de dide bi mebestî (bi qesdî) hatiye avêtin, bi hêzanî li welatên ku tê de îro gelên ku weka hindikayî tên dîtin - weka Kurdan - hene. Li hin welatên din, bi hêzanî li Tirkiyê, heta hebûna hindikayiyeke kurdî jî nayê pejirandin. Hûn dizanin ku li Tirkiyê Kurd bi awakî fermî (resmî) "Tirkên çiyayî" tên bi nav kirin, ji bo ku tu bîr (fikr) li ser ramana gelê kurd bixwe nemîne.

Em li vê derê pêşgotina Prof. Rigaux bi kurtî werdigerînin kurdî:
"Ez xweşhatinê ji rojnamevanên ku vexwendina (dawetiye) beşdarbûna vê civîna çapê li ser pirsa Kurdistanê pejirand (qebûl kir) hêvî dikim.

Bikaranîna (istimal) vê gotinê bixwe, Kurdistan, ji bo hinan gelek bigotûbêj tê yan ewê bê dîtin, ji bo ku gelê kurd ku ji hindikayî ve di nav pêne dewletan de perçekirî ye ji gelek sedsalan li ser zewiyekî (erd) dîrokî rûniştiye. Ev zewiyê dîrokî ku îro bi awakî sunî bi sînorên ku ji min hat xwestin ku ez serokatiya vê civînê bikim û ez wê bi dilxweşî dikim, ji bo ku ji nêzîkî deh salan ez di Rêxistina Navnetewî "Lelio Basso" ji bo Maf û Rizgariya Gelan de xebatê dikim. Me, di 1976 de, ango berê hinek ji deh salan bêtir, li Cezair Daxuyaniya Navnetewî ya Gelan dest nîşan da (tesbît kir). Ev daxuyanî rastûrast tecrube dike ku ramaneke ku ji bo me bingehî ye, ya gelan, têxe nav cihana dewletan. Ez bawer dikim ku eger di nav pirr rewşên pelixandina mafên gelan li cihana îroyîn de rewşek hebe ku divê bala me bi awakî taybetî (xusûsî) bikişîne, ew bê gûman a gelé kurd e.

.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2019
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar